[1] Pey şemîyêr’a, r’oja yekşemê serê sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku t’irbê bibînin.
[2] Nişkêva e’rd qayîm h’ejîya, çimkî milyak’etekî Xudan ji e’zmên hate xwarê, kevir ji ber t’irbê wêda kir û ser r’ûnişt.
[3] Dîndara wî mîna birûskê bû û k’incê wî mîna berfê sipî bûn.
[4] Nobedar ji tirsa wî t’evîhev bûn û bûne mîna mirîya.
[5] Milyak’et wan k’ulfetar’a got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî diger’in, Yê ku hate xaçkirinê.
[6] Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê r’abûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew p’aldayî bû bibînin.
[7] Zû her’in bêjine şagirtêd Wî: ‹Ew ji mirinê r’abûye û Ewê berî we her’e Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin›. Va ye min wer’a got».
[8] Ew bi xof û eşqeke mezin lez ji t’irbê derk’etin û lezandin ku şagirtar’a bêjin.
[9] Nişkêva Îsa r’astî wan hat û got: «Silav li we!» Ewana nêzîkî Wî bûn, xwe avîtine nigêd Wî girtin û serê xwe ber danîn.
[10] Hingê Îsa wanar’a got: «Netirsin! Her’in bêjine birêd Min, ku ew her’ine Celîlê û li wir wê Min bibînin».
[11] Çaxê ku k’ulfet çûn, hinek ji nobedara hatine bajêr û tiştêd ku qewimîbûn serekêd k’ahînar’a gotin.
[12] Serekêd k’ahîna t’evî r’ûspîya civîyan û şêwirîn. Paşê wana gelek p’ere dane nobedara
[13] û gotin: «Bêjin: ‹Çaxê em xewêda bûn, şagirtêd Wî hatin Ew dizîn›.
[14] Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî r’azî kin û we bêxem kin».
[15] Wana jî p’ere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada h’eta r’oja îro bela bûye.
[16] Her yanzdeh şagirt jî çûne Celîlê wî ç’îyayê ku Îsa wanr’a gotibû.
[17] Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn.
[18] Îsa nêzîkî wan bû, wanr’a xeber da û got: «H’emû h’ukumê e’rd û e’zmên Minr’a hate dayînê.
[19] Niha her’in h’emû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur’ û R’uh’ê Pîroz binixumînin
[20] û wan h’emû t’emîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her t’im h’eta axirîya dinyayê t’evî we me!»