[1] Hingê P’adşatîya E’zmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bik’ir ç’irêd xwe hildan pêşîya ze’vêda çûn.
[2] Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfe’m.
[3] Bêfe’ma ç’irêd xwe hildan, lê r’ûn xwer’a hilnedan,
[4] lê serwaxta t’evî ç’ira r’ûn jî derdanada xwer’a hildan.
[5] Gava ze’va derengî k’et, h’emû jî hênijîn û xewr’a çûn.
[6] Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye ze’va tê! Pêşîya wîda her’in!›
[7] Hingê h’emû bik’ir r’abûn ç’irêd xwe saz kirin.
[8] Bêfe’ma gote serwaxta: ‹Ji wî r’ûnê xwe bidine me jî, çimkî ç’irêd me vêdisin›.
[9] Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‹Na xêr, ev r’ûn wê t’êra me û we neke. Qenc e ku hûn her’ine cem yêd ku difiroşin xwer’a bik’ir’in›.
[10] Gava ew çûn bik’ir’in, ze’va hat û ewêd hazir t’ev wî k’etine de’watê û derî hate girtinê.
[11] Paşê bik’irêd din hatin û gotin: ‹Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!›
[12] Lê ewî caba wan da got: ‹Ez r’ast wer’a dibêjim, ez we nas nakim›.
[13] Awa h’işyar bimînin, çimkî hûn ne r’oja hatina Kur’ê Mêriv zanin, ne jî sih’etê.
[14] Wî çaxî P’adşatîya E’zmana wê mîna vê yekê be: Merivek ku wê derk’eta r’êwîtîyê, gazî xulamêd xwe kir û hebûka xwe sparte wan.
[15] Pênc telant dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî, her kesîr’a weke qewata wî û r’êk’et çû.
[16] Ewê ku pênc telant standibûn, pêr’a-pêr’a çû bi wan k’ir’î û firot, pêncêd din jî qazinc kirin.
[17] Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin.
[18] Lê ewê ku telantek standibû, çû e’rd k’ola û zîvê axayê xwe têda veşart.
[19] Pey gelek wextr’a axayê wan xulama hat û xwest heq-h’esabê xwe t’evî wan r’ast ke.
[20] Ewê ku pênc telant standibûn pêşda hat, pênc telantêd mayîn jî anîn û got: ‹Axayê min, te pênc telant dabûne min. Va min ser wanda pêncêd din jî qazinc kirine›.
[21] Axayê wî gotêda: ‹E’ferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bik’eve şayîya axayê xwe!›
[22] Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ez xulam! Te du telant dabûne min. Va min duduyêd din jî li ser wanda qazinc kirine›.
[23] Axayê wî gotê: ‹E’ferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bik’eve şayîya axayê xwe!›
[24] Lê ewê ku telantek standibû hat û got: ‹Axayê min, min zanibû ku tu merivekî h’işk î. Ji wî cîyê te neçandîye didirûyî û cîyê ku te ne r’eşandîye berev dikî.
[25] Ez jî tirsîyam û çûm telantê te e’rdêda veşart. Hanê malê te ter’a be›.
[26] Axayê wî lê veger’and û gotê: ‹Xulamê xirab û xwer’anedîtî! Te zanibû ez ji wî cîyê ku min neçandîye didirûm û ji wî cîyê ku min ner’eşandîye berev dikim,
[27] te çima zîvê min neda k’arkira û ez bihatama min malê xwe bi selef bistanda?
[28] Niha telant ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe telantêd wî hene.
[29] Çimkî yê k’ê ku heye, wîr’a wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê k’ê ku t’une, çi heye jî wê jê bê standinê.
[30] Lê ew xulamê bêkêr bavêjine te’rîya derva. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka dirana›.
[31] Gava Kur’ê Mêriv t’evî h’emû milyak’eta û r’ûmeta Xweva bê, hingê wê ser t’extê Xweyî r’ûmetê r’ûnê
[32] h’emû milet wê li ber Wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne.
[33] Ewê pêz li milê Xweyî r’astê bide sekinandinê, lê bizina li milê Xweyî ç’epê.
[34] Hingê P’adşa wê yêd li milê Xweyî r’astêr’a bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew P’adşatîya ku bona we ji wextê e’firandina dinyayêda hazir bûye war bin.
[35] Çimkî Ez bir’çî bûm we xwarin da Min, Ez t’î bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim,
[36] Ez te’zî bûm we Ez k’inc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›.
[37] Hingê yêd r’ast wê Wîr’a bêjin: ‹Xudan, me k’engê Tu bir’çî dîtî û xwarin daye Te? Yan me Tu t’î dîtî û av daye Te?
[38] Me k’engê Tu xerîb dîtî û Tu qebûl kirî, yan jî Tu te’zî dîtî û Tu k’inc kirî?
[39] K’engê me Tu nexweş yan kelêda dîtî û em hatine cem Te?›
[40] P’adşayê jî wanr’a bêje: ‹Ez r’ast wer’a dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biç’ûk yekîr’a kir, we Minr’a kir›.
[41] Hingê Ewê yêd milê Xweyî ç’epêr’a bêje: ‹Nifir’lêbûyîno! Dûrî Min her’in nava agirê h’eta-h’etayê, ku bona mîrêcin û milyak’etêd wî hazir bûye .
[42] Çimkî Ez bir’çî bûm we xwarin neda Min, Ez t’î bûm we av neda Min,
[43] Ez xerîb bûm we Ez qebûl nekirim, Ez te’zî bûm we Ez k’inc nekirim, Ez nexweş û kelêda bûm hûn ser Minda nehatin›.
[44] Hingê ewê Wîr’a bêjin: ‹Xudan! Me k’engê Tu bir’çî yan t’î, yan xerîb, yan bê sit’ar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîk’arî neda Te?›
[45] Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez r’ast wer’a dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biç’ûk yekîr’a nekir, we Minr’a jî nekir›.
[46] Û evê her’ine cefê h’eta-h’etayê, lê yêd r’ast wê her’ine jîyîna h’eta-h’etayê».