[1] Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne k’ifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî E’zmana heq nastînin.
[2] Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe bor’îyê nexe, çawa dur’û k’inîşt û k’ûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez r’ast wer’a dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye.
[3] Lê çaxê tu xêra dikî, bira destê ç’epê nizanibe destê r’astê çi xêr kir,
[4] ku xêrêd te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.
[5] Gava hûn dua dikin, mîna dur’ûya nebin. Ew h’iz dikin k’inîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne k’ifşê. Ez r’ast wer’a dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.
[6] Lê çaxê tu dua dikî, bik’eve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwer’a ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.
[7] Gava ku hûn dua dikin, mîna p’ûtp’arista p’ir’xeber nebin. Wana t’irê bona p’ir’ xeberdana wan duayêd wanê bêne bihîstinê.
[8] Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi wer’a lazim e.
[9] Lê hûn aha dua bikin: ‹Bavê meyî E’zmana! Navê Te pîroz be ,
[10] P’adşatîya Te bê, e’mirê Te be, çawa li e’zmên, usa jî li ser e’rdê.
[11] Nanê meyî r’ojê r’oj bi r’oj bide me.
[12] Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe.
[13] Û me nebe cêr’ibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî p’adşatî, qewat û r’ûmet yêd Te ne, h’eta-h’etayê. Amîn ›.
[14] Heger hûn neheqîyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî E’zmana jî wê we bibaxşîne.
[15] Lê heger hûn neheqîyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqîyêd we nabaxşîne.
[16] Gava ku hûn r’ojî digirin, mîna dur’ûya me’dekirî nîbin. Ew me’dê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew r’ojî ne. Ez r’ast wer’a dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.
[17] Lê çaxê tu r’ojî digirî, serç’e’vê xwe bişo, serê xwe şe ke ,
[18] wekî meriv nizanibin ku tu r’ojî yî, lê t’enê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.
[19] Li ser dinê xiznê xwer’a necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin.
[20] Lê xiznê xwer’a li e’zmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin.
[21] Çimkî xizna te k’îderê be, dilê te jî wê li wê derê be.
[22] Ç’ira bedenê ç’e’v e. Heger ç’e’vê te p’ak e, t’emamîya bedena teyê r’onayî be.
[23] Lê heger ç’e’vê te xirab e, t’emamîya bedena teyê te’rî be. Awa heger ew r’onaya ku nav teda ye te’rî ye, te’rî wê çiqas zêde be!
[24] T’u kes nikare du axar’a xulamtîyê bike, çimkî yan wê h’îlê wî ji yekî her’e û yê dinê h’iz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêr’a, hin jî hebûkêr’a xulamtîyê bikin.
[25] Lema ez wer’a dibêjim, bona e’mirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne e’mir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji k’inca?
[26] Dîna xwe bidine teyredêd e’zmên. Ewana ne dir’eşînin, ne didirûn û ne jî e’mbarada dicivînin, lê Bavê weyî E’zmana r’isqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in?
[27] Îdî ji we k’î dikare bi xemêd xwe deqekê ser e’mirê xweda zêde ke?
[28] Û bona k’inca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinêd çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dir’êsin.
[29] Lê ez wer’a dibêjim, ku Silêman jî li nava t’emamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir.
[30] Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?
[31] Îdî xem nekin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› yan: ‹Çi vexwin?› yan jî: ‹Çi li xwe kin?›
[32] P’ûtp’arist li pey wan h’emû tişta dik’evin, lê Bavê weyî E’zmana zane ku hûn h’ewcê wan h’emû tişta ne.
[33] Lê berê pêşin li P’adşatîya Xwedê biger’in û bikin ku r’astîya Wî biqedînin û ew h’emûyê wer’a bêne dayînê.
[34] Îdî bona r’oja sibê xema nekin, çimkî r’oja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd r’ojê besî wê ne.