[1] Gava Îsa Beytleh’ma Cihûstanêda, r’ojêd p’adşatîya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji r’ohilatê hatine Orşelîmê
[2] û gotin: «K’anê P’adşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka Wî li r’ohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber Wî daynin».
[3] Gava Hêrodes p’adşa ev yek bihîst, t’evîhev bû û t’emamîya Orşelîmê jî pêr’a.
[4] Hingê ewî h’emû qanûnzanêd cime’tê û serekêd k’ahîna civandin û ji wan pirsî: «K’îderê gerekê Mesîh bibe?»
[5] Wana jêr’a got: «Beytleh’ma Cihûstanêda, çimkî bi destê p’êxembera aha nivîsar e:
[6] ‹Ya Beytleh’ma welatê Cihûda, tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biç’ûk î, çimkî Serwêrekê ji te r’abe, ku şivantîyê cime’ta Min Îsraêlê bike› ».
[7] Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrnasa kir û wextê xuyabûna steyrkê ji wan pê h’esîya.
[8] Paşê ew şandine Beytleh’mê û got: «Her’in bona Kur’ik e’seyî pê bih’esin. Çaxê ku hûn Wî bibînin, minr’a bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim».
[9] Gava wana ev tişt ji p’adşê bihîst, çûn. Û va ye ew steyrka ku li r’ohilatê dîtibûn pêşîya wan çû, h’eta ser wî cîyê k’u Kur’ik lê bû sekinî.
[10] Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn,
[11] çûne hindur’, Kur’ik t’evî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî dever’û çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, p’êşk’êşêd zêr’, bixûrê e’rebî û zimir dane Wî.
[12] Lê wan xewnêda e’mir stand, ku veneger’ine cem Hêrodes, ew îdî r’êke dinva çûne welatê xwe.
[13] Gava ku ew ji wir çûn, va milyak’etekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «R’abe Kur’ik û dîya Wî hilde bir’eve Misirê. Li wir bimîne h’eta ku ez ter’a bêjim, çimkî Hêrodesê Kur’ik biger’e, ku Wî bikuje».
[14] Ûsiv jî r’abû Kur’ik û dîya Wî hildan, şev çûne Misirê
[15] û h’eta mirina Hêrodes ewana li wir man. Ev yek aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê p’êxember hatibû gotinê bê sêrî: «Min ji Misirê gazî Kur’ê Xwe kir» .
[16] Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs k’et. Ewî e’mir kir ku h’emû zar’okêd kur’îne li Beytleh’mê û dor-berê wê, yêd du salî û ji wan biç’ûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê h’esîya bû.
[17] Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya p’êxember hate sêrî:
[18] «Ji R’amayê dengek hat, dengê girî û şîna giran, R’ahêl bona zar’okêd xwe digirîya û nedixwest ku ber dilada bên, çimkî îdî zar’ok nemabûn» .
[19] Gava Hêrodes mir, va milyak’etekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû
[20] û gotê: «R’abe, Kur’ik û dîya Wî hilde û her’e welatê Îsraêlê, çimkî ewêd pey Kur’ik k’etibûn ku bikuştana mirine».
[21] Ûsiv jî r’abû, Kur’ik û dîya Wî hildan, veger’îyane welatê Îsraêlê.
[22] Lê gava Ûsiv bihîst wekî Arxêlayo dewsa bavê xwe, Hêrodes ser Cihûstanê bûye p’adşa, tirsîya ku her’e wir. Hingê xewnêda e’mir stand, ku her’e alîyê qeza Celîlê.
[23] Ew jî çûne bajarê ku jêr’a Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê p’êxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».