Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:57

[1] Wî çaxî şagirt hatine cem Îsa û gotinê: «Li nav P’adşatîya E’zmanada k’î ye yê herî mezin?»

[2] Îsa zar’okek gazî cem Xwe kir, ew nav wanda da sekinandinê

[3] û got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, heger hûn veneger’in û nebine mîna zar’oka, hûn t’u car nak’evine P’adşatîya E’zmana.

[4] Awa k’î ku mîna vê zar’okê xwe biç’ûk ke, ew e yê herî mezin P’adşatîya E’zmanada.

[5] Û k’î ku zar’okeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike.

[6] Lê k’î ku ji van biç’ûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji r’ê derxe, wîr’a hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê be’rêda bixeniqe.

[7] Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji r’ê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji r’ê dik’evin.

[8] Heger destê te yan nigê te, te ji r’ê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bik’evî jîyînê, ne ku du dest yan du nigêd te hebin û bêyî avîtinê nava agirê h’eta-h’etayê.

[9] Û heger ç’e’vê te, te ji r’ê derdixe, wî derxe û bavêje. Bona te hê qenc e ku tu bi ç’e’vekî bik’evî jîyînê, ne ku bi du ç’e’va bêyî avîtinê nava agirê dojê.

[10] Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biç’ûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez wer’a dibêjim, ku milyak’etêd wan li e’zmana t’imê r’ûyê Bavê Minî e’zmana dibînin.

[11] Kur’ê Mêriv hat ku yê undabûyî biger’e û xilaz ke .

[12] Hûn çawa t’exmîn dikin? Heger sed pezêd merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle ç’îya-banîya û neçe ku ya undabûyî biger’e?

[13] Lê gava bibîne, ez r’ast wer’a dibêjim, ewê bona wê hê gelekî şa be, ne ku bona nod nehêd dine ku unda nebûne.

[14] Usa jî Bavê weyî e’zmana naxwaze ku ji van biç’ûka yek unda be.

[15] Heger birê te neheqîyê li te bike, gava tu û ew t’enê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdarîya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir.

[16] Lê heger guhdarîya te nekir, yekî yan duduyêd din jî t’evî xwe hilde, wekî: ‹Bi devê du yan sê şe’da her tişt îzbat be› .

[17] Lê heger ewî guhdarîya wan jî nekir, civînêr’a bêje. Û heger guhdarîya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna p’ûtp’arist û xercgira.

[18] Ez r’ast wer’a dibêjim, çi ku hûn ser e’rdê girêdin, li e’zmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser e’rdê vekin, li e’zmên jî wê vekirî be.

[19] Dîsa Ez r’ast wer’a dibêjim, heger dudu ji we li ser e’rdê bi t’ifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê Minî e’zmana wê bide we.

[20] Çimkî k’îderê du yan sê meriv bi navê Min bicivin, Ez li wir nava wanda me».

[21] Hingê Petrûs nêzîkî Wî bû û gotê: «Xudan. Gava birê min neheqîyê li min bike, gerekê ez çend cara bibaxşînimê, h’eta h’eft cara?»

[22] Îsa gote wî: «Ez nabêjime te h’eta h’eft cara, lê h’eta h’eftê cara h’eft .

[23] Çimkî P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: P’adşakî xwest t’evî xulamêd xwe heq-h’esabê xwe r’ast ke.

[24] Gava dest bi h’esaba kir, yek anîne cem wî, ku dehe h’ezar telantî deyndarê wî bû.

[25] Lê çimkî nikaribû deynê xwe bida, xweyê wî e’mir kir, ku ew, jina wî, zar’êd wî û h’emû hebûka wî bêne firotanê, ku deynê wî bê dayînê.

[26] Hingê xulam dever’ûya çû nigê wî, lava jê kir û got: ‹Li min sebir ke. Ezê h’emû jî li te veger’înim›.

[27] Gunê xweyê wî li wî hat, ew ber’da û deynê wî jî baxşandê.

[28] Lê çaxê ew xulam derk’et, r’astî xulam-hevalekî xwe hat ku sed zîvî deyndarê wî bû, dest kire xeneqê û gotê: ‹Tu çiqasî deyndarê min î bide!›

[29] Hingê hevalê xulam xwe avîte nigê wî, jê lava kir û gotê: ‹Li min sebir ke. Ezê li te veger’înim›.

[30] Lê ewî guh neda wî, çû ew avîte kelê, h’eta ku ew deynê xwe bide.

[31] Çaxê xulam-hevalêd wîye din ev yek dîtin, gelekî ber xwe k’etin û çûn xweyê xwer’a tiştêd ku qewimîbû gilî kirin.

[32] Hingê axayê wî gazî wî kir û gotê: ‹Xulamê xirab! Min h’emû deynê te baxşande te, bona wê yekê ku te lava ji min kir.

[33] Lê ji te nedik’et ku tu jî li xulam-hevalê xwe bihatayî r’e’mê çawa ku ez te hatime r’e’mê?›

[34] Û axayê wî hêrs k’et, ew da destê zulmdarêd kelê, h’eta ku h’emû deynê xwe veger’îne.

[35] Usa jî Bavê Minî E’zmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe».

Metta — Chapters