Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 9:50

[1] Gava sibeh safî bû, t’emamîya serekêd k’ahîna û r’ûspîyêd cime’tê li hev şêwirîn ku Îsa çawa bidine kuştinê.

[2] Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.

[3] Hingê Cihûdayê ku nemamîya Wî kir, dît ku Îsa hate neheqkirinê, p’oşman bû, ew sî zîv veger’ande serekêd k’ahîna û r’ûspîya

[4] û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî mer’a ne? Tu zanî».

[5] Ewî jî ew zîv avîtine nav p’aristgehê, derk’et çû xwe xeniqand.

[6] Serekêd k’ahîna zîv hildan û gotin: «Ne r’ast e ku em van bikine nav xizna p’aristgehê, çimkî ew heqê xûnê ye».

[7] Hingê ew li hev şêwirîn û bi wan zîva E’rdê Axînker k’ir’în, bona t’irbêd xerîba.

[8] Lema ew e’rd h’eta îro jî «E’rdê Xûnê» tê gotinê.

[9] Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya p’êxember hate sêrî: «Sî zîv qîmet dan, weke wî qîmetê ku hineke ji zar’êd Îsraêlê qayl bûn

[10] û ew dane E’rdê Axînker, çawa ku Xudan minr’a e’mir kir» .

[11] Îsa ber welî sekinî, welî ji Wî pirsî û got: «Tu yî p’adşê cihûya?» Îsa wîr’a got: «Te bi devê xwe got».

[12] Lê çaxê serekêd k’ahîna û r’ûspîya davîtine Wî, Ewî qet caba kesekî neda.

[13] Hingê Pîlato Wîr’a got: «Tu nabihêyî çiqas şikîyatê Te dikin?»

[14] Ewî dîsa caba kesekî neda, h’eta welî jî şaş ma.

[15] E’detê welî bû ku li cejinêda bi xwestina e’laletê girtîk wanr’a ber’da.

[16] Hingê girtîkî wanî k’ifş hebû, ku navê wî Barabas bû.

[17] Gava ku ewana civîyan, Pîlato wanar’a got: «Hûn k’îjanî dixwazin ku ez bona we ber’dim, Barabas yan Îsayê ku Mesîh tê gotinê?»

[18] Ewî zanibû ku ji dest h’evsûdîyê Îsa dabûne destê wî.

[19] Gava ew li herema dîwanê r’ûniştibû, k’ulfeta wî cab şand û got: «K’arê te ewî Bêsûc nek’etîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minr’a derbaz bûn».

[20] Lê serekêd k’ahîna û r’ûspîya e’lalet r’azî kir, ku Barabas bixwazin û Îsa unda kin.

[21] Welî dîsa wanar’a got: «Hûn ji van her duya k’îjanî dixwazin ku ez wer’a ber’dim?» Wana jî got: «Barabas!»

[22] Pîlato wanar’a got: «Lê ez Îsayê ku Mesîh jêr’a dibêjin çawa bikim?» H’emûya jî got: «Bira bê xaçkirinê!»

[23] Welî got: «Lê Evî çi xirabî kirîye?» Hingê wana hê kire qîr’în û gotin: «Bira bê xaçkirinê!»

[24] Pîlato jî dît, wekî tiştek k’arê nade, lê hê şer’ û de’w destpêdibe, av hilda li ber e’laletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêr’in».

[25] Û t’emamîya cime’tê caba wî da û got: «Bira xûna Wî li ser me û li ser zar’êd me be!»

[26] Hingê Pîlato Barabas wanar’a ber’da, lê Îsa da ber qamçîya û da destê wan ku bê xaçkirinê.

[27] Hingê eskerêd welî Îsa birine hindur’ê qesirê û t’emamîya r’efa eskera ser Wî civîya.

[28] K’incê Wî jê êxistin û çuxekî sorê gevez lê kirin.

[29] Paşê t’acek ji stirîya vegirtin dane serê Wî û qamîşek jî dane destê Wîyî r’astê. Hingê ber Wî çok dan, qerfê xwe pê kirin û gotin: «Xweş be, P’adşê Cihûda!»

[30] T’ûyî Wî kirin, qamîş hildan serê Wî xistin.

[31] Pey qerfkirinêr’a çuxê sor ji Wî êxistin û k’incê Wî lêkirin û dane pêşîya xwe birin ku Wî xaç kin.

[32] Çaxê ew derk’etine derva, eskera yekî kûrênî dît ku navê wî Şimh’ûn bû, p’êyî ser wî kirin ku xaçê Wî hilde.

[33] Ewana gihîştine wî cîyê ku jêr’a Golgota digotin, ku tê fe’mkirinê: «Cîyê Qafa».

[34] Şerava zirav t’evkirî danê ku vexwe. Lê çaxê Ewî te’m kir, nexwest vexwe.

[35] Ew xaç kirin, ser k’incê Wî p’eşk avîtin û li nav xweda bela kirin .

[36] Paşê wê derê r’ûniştin û nobedarî li Wî kirin.

[37] Neheqîya Wî nivîsîn danîn fêza serê Wî: «EV ÎSA, P’ADŞÊ CIHÛYA YE».

[38] Hingê du qaçax jî t’evî Wî hatine xaçkirinê, yek milê r’astê û yê din milê ç’epê.

[39] Ewêd ku wirr’a diçûn-dihatin Ew bêhurmet dikirin, serê xwe dih’ejandin

[40] û digotinê: «Ne Teyê p’aristgeh hilşanda û sê r’ojada çêkira? De Xwe xilaz ke, heger Tu Kur’ê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!»

[41] Usa jî serekêd k’ahîna, qanûnzana û r’ûspîya t’evayî qerfê xwe Wî dikirin û digotin:

[42] «Xelq xilaz kir, lê Xwe nikare xilaz ke! Ev nîne P’adşê Îsraêlê? De bira niha ji xaç bê xwarê û emê bawerîya xwe Wî bînin.

[43] Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî r’azî ye, çimkî got: ‹Ez Kur’ê Xwedê me›».

[44] Qaçaxêd ku t’evî Wî hatine xaçkirinê, wana jî usa te’n li Wî dixistin.

[45] Nîvro ji sih’eta donzdeha h’eta sih’eta sisîya t’emamîya e’rdê bû te’rî.

[46] Nêzîkî sih’eta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîr’în û got: «Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?» ku tê fe’mkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»

[47] Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas dike».

[48] Yek ji wan bi lez bezî, lûfika be’rê hilda sirkêda kir, li ser qamîşekîva danî û da Wî ku vexwe.

[49] Lê hinekêd din gotin: «Bisekine. Em bibînin, k’a Êlyasê bê Wî xilaz ke?»

[50] Îsa dîsa bi dengekî bilind kire gazî û r’uh’ê Xwe da.

[51] Hema hingê p’er’da p’aristgehê ji sêrî h’eta binî qelişî, bû du tîşa. E’rd h’ejîya, kevir qelişîn,

[52] t’irb vebûn û gelek mirîyêd buhurtî r’abûn.

[53] Ew ji t’irba derk’etin pey r’abûna Îsar’a, çûne Bajarê Pîroz û geleka ew dîtin.

[54] Çaxê sersed û ewêd ku t’evî wî nobedarîya Îsa dikirin, e’rdh’ej û ew h’emû tiştê qewimî dîtin, r’isasê ew girtin û gotin: «R’astî jî Eva Kur’ê Xwedê bû!»

[55] Li wê derê gelek k’ulfet jî hebûn, ku dûrva dinihêr’în. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, berdestî Wîr’a kiribûn.

[56] Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Ûsiv û dîya her du kur’êd Zebedî li nav wanda bûn.

[57] Berê êvarê merivekî dewletî ji Arîmetyayê hat, ku navê wî Ûsiv bû. Ew jî yek ji şagirtêd Îsa bû.

[58] Ew çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest. Wê gavê Pîlato e’mir kir ku cinyaz bê dayînê.

[59] Ûsiv cinyaz hilda, qedekê k’itanîyî paqijda k’efen kir

[60] û danî nav t’irba xweye nû ku qeyêda k’olabû. Paşê ewî kevirekî mezin holî ber derê t’irbê kir û çû.

[61] Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê bûn û pêşberî t’irbê r’ûniştibûn.

[62] R’oja din ku pey r’oja t’ivdarekkirinê bû, serekêd k’ahîna û fêrisîya li cem Pîlato civîyan

[63] û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê r’oja sisîya ji mirinê r’abim›.

[64] Niha e’mir ke ku h’eta r’oja sisîya miqatî t’irbê bin, nebe ku şagirtêd Wî bên Wî bidizin û cime’têr’a bêjin: ‹Ew ji mirinê r’abûye›. Îdî xalifandina paşîyê ji ya pêşîyê xirabtir be».

[65] Pîlato wanr’a got: «Va ne wer’a eskerêd nobedar. Her’in çawa ku hûn zanin usa jî miqatî t’irbê bin».

[66] Ew jî çûn miqatî t’irbê bûn, kevir mor kirin û eskerêd nobedar li ber danîn.

Metta — Chapters