Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:06

[1] Wan r’ojada Yûh’ennayê nixumdar r’abû nava ber’îya Cihûstanê dannasîn kir

[2] û got: «Ji gunekirinê veger’in, çimkî P’adşatîya E’zmana nêzîk bûye».

[3] Yûh’enna ew bû, bona k’îjanî Îşaya p’êxember gotibû: «Dengek ber’îyêda dike gazî: ‹R’îya Xudan hazir bikin û şiver’îyêd Wî r’ast bikin›» .

[4] K’incê Yûh’enna ji pir’ç’a devê bû û qayîşeke ç’erm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû.

[5] Hingê cime’ta Orşelîmê û t’emamîya Cihûstanê û h’emû alîyêd ç’emê Ûrdunê dihatine cem wî,

[6] gunêd xwe didane r’ûyê xwe û ji wî ç’emê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.

[7] Gava Yûh’enna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Ç’êjikêd me’ra! K’ê wer’a got, ku hûn ji xezeba tê bir’evin?

[8] De bi kirêd qenc bidine k’ifşê, ku hûn ji gunekirinê veger’îyane.

[9] Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez wer’a dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zar’a Birahîmr’a derxe.

[10] Va ye bivir li ser r’awê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê bir’înê û avîtinê nava êgir.

[11] Ez we bona guneveger’andinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê R’uh’ê Pîroz û êgir binixumîne.

[12] Melh’eba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike e’mbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».

[13] Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûh’enna, ku ji wî bê nixumandinê.

[14] Lê Yûh’enna bona vê yekê Wîr’a qayl nedibû û gote Wî: «Ez h’ewce me ku bi destê Te bême nixumandinê û Tu têyî cem min?»

[15] Îsa lê veger’and û gotê: «Niha bihêle, çimkî li me dik’eve ku em h’emû r’astîyê aha bînine sêrî». Paşê Yûh’enna qayl bû.

[16] Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derk’et, nişkêva e’zman vebûn û ewî dît ku R’uh’ê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî.

[17] Û va dengek ji e’zmana hat: «Ev e Kur’ê Minî delal, ku ez ji Wî r’azî me».

Metta — Chapters