[1] Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, ç’îyayê Zeyt’ûnê. Hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin
[2] û wanar’a got: «Her’ine wî gundê pêşberî xwe û hûnê k’ereke girêdayî ce’şik ber bibînin. Wan k’era vekin bînine cem Min.
[3] Heger yek wer’a tiştekî bêje, hûn bêjin: ‹Xudanr’a lazim in› û ewê zû wan bişîne».
[4] Eva usa qewimî, ku ew gotina bi zarê p’êxember bê sêrî:
[5] «Bêjine bajarê Sîyonê: ‹Va P’adşê te tê cem te, berbihêr, li k’erê û ce’şika k’erê sîyarbûyî› ».
[6] Şagirt çûn û çawa ku Îsa t’emî dabû wan usa kirin.
[7] K’er û ce’şik anîn, k’incêd xwe avîtine ser wan û Ew li wan sîyar bû.
[8] E’laleteke giran k’incêd xwe ser r’ê r’adixistin, hineka jî ç’iqilê dara dibir’în û ser r’ê r’adixistin.
[9] E’laleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîr’în û digot: «Hosanna Kur’ê Dawidr’a! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinr’a! »
[10] Gava Îsa k’ete Orşelîmê, t’emamîya bajêr h’ejîya û pirsîn: «Ev k’î ye?»
[11] E’laletê got: «Eva Îsayê P’êxember e, ji Nisreta Celîlê».
[12] Îsa k’ete p’aristgehê û h’emûyêd ku p’aristgehêda t’ucaretî dikirin derxistin. T’extêd p’ereguhêr’a û k’ursîyêd kevotkfiroşa welger’andin
[13] û gote wan: «Nivîsar e: ‹Mala Min mala dua wê bê h’esabê› , lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›! »
[14] Li wir p’aristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin.
[15] Lê gava ku serekêd k’ahîna û qanûnzana ew k’eremetêd ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zar’êd ku p’aristgehêda dikirine qîr’în û digotin: «Hosanna Kur’ê Dawidr’a!» hêrs k’etin
[16] û gotine Wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa wanar’a got: «Belê. We qet nexwendîye ku: ‹Te bi zarêd t’ifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî›? »
[17] Û Ewî ew li wir hiştin, ji bajêr derk’et, çû Beytanyayê û şev li wir ma.
[18] Sibehê zû, çaxê Ew veger’îya bajêr, bir’çî bû.
[19] Ser r’ê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêştirî belga tiştekî din pêva nedît û darêr’a got: «Ji vir şûnda tu h’eta-h’etayê ber nedî!» Û dar pêr’a-pêr’a h’işk bû.
[20] Gava şagirta ev yek dît, zendegirtî man û gotin: «Çawa ev dara hêjîrê pêr’a-pêr’a h’işk bû?»
[21] Îsa caba wan da û got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne t’enê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî ç’îyayîr’a jî bêjin: ‹R’abe xwe bavêje be’rê›, wê bibe.
[22] Heger bawerîya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin».
[23] Gava Ew hate p’aristgehê û cime’t hîn kir, serekêd k’ahîna û r’ûspîyêd cime’tê hatine cem Wî û gotinê: «Tu bi çi h’ukumî van kira dikî? Û k’ê ev h’ukum daye Te?»
[24] Îsa li wan veger’and û got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî wer’a bêjim Ez bi çi h’ukumî van kira dikim.
[25] H’ukumê nixumandina Yûh’enna ji k’u bû, ji e’zmên bû, yan ji meriva bû?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji e’zmên bû›, Ewê mer’a bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›
[26] Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, em ji e’laletê ditirsin, çimkî h’emûya qebûl dikir ku Yûh’enna p’êxember bû».
[27] Wana caba Îsa da û gotin: «Em nizanin». Ewî wanr’a got: «Ez jî wer’a nabêjim ku Ez bi çi h’ukumî van kira dikim.
[28] Hûn çawa t’exmîn dikin? Du kur’êd merivekî hebûn. Ewî kur’ê xweyî mezinr’a got: ‹Lawo! Îro her’e nav r’ez, şixul bike›.
[29] Ewî lê veger’and û got: ‹Ez naçim›, lê paşê p’oşman bû û çû.
[30] Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‹Belê, ezê her’im bavo›, lê neçû.
[31] Niha ji van her du kur’a k’îjanî gur’a bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez r’ast wer’a dibêjim, ku xercgir û ç’e’vder wê berî we bik’evine P’adşatîya Xwedê.
[32] Çimkî Yûh’enna hat ku r’îya r’astîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û ç’e’vdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukur’ nehatin, ku we ew bawer bikira.
[33] Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweyîmilk’ hebû, r’ezê tirîya danî, dora wê sûr kir h’ewzekî tirîh’incir’andinê têda k’ola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi k’irê da r’ezvana, çû welatekî din.
[34] Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamêd xwe şandine cem r’ezvana, wekî ji berê r’ezê wî jêr’a bînin.
[35] R’ezvana xulamêd wî girtin, yek k’utan, yê din kuştin û yekî din jî dane ber kevira.
[36] Ewî xulamne din şandin, ji yêd pêşin gelektir û wana usa jî anîne serê wan.
[37] Axirîyê, kur’ê xwe şande cem wan û got: ‹Hilbet wê ji kur’ê min şerm bikin›.
[38] Lê gava r’ezvan ç’e’v kur’ê wî k’etin, hevr’a gotin: ‹Ev warê wî ye. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîrat’a wî›.
[39] Û ew girtin ji r’ez derxistine der û kuştin.
[40] Lê gava xweyê r’ez bê, wê çi serê wan r’ezvana bike?»
[41] Gotine Wî: «Wê qir’a wan neheqa bîne û r’ez bide r’ezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê r’ezê wî bidinê».
[42] Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta t’exsîr kir, ew bû serê e’nîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber ç’e’vê me h’eyr-h’ujmek’ar e!›
[43] Bona vê yekê Ez wer’a dibêjim, ku P’adşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usar’a bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.
[44] K’î ku bik’eve ser vî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bik’eve ser k’ê, wê wî bih’incir’îne» .
[45] Gava serekêd k’ahîna û fêrisîya meselêd Wî bihîstin, fe’m kirin ku Ew bona wan dibêje.
[46] Kirin ku Wî bigirin, lê ji e’laletê tirsîyan, çimkî Ew weke p’êxemberekî qebûl dikirin.