Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:56

[1] Hingê Îsa r’ojeke şemîyê nava zevîyar’a derbaz bû, şagirtêd Wî bir’çî bûn û destpêkirin simbilêd genim çinîn û xwarin.

[2] Gava fêrisîya ev yek dît, Wîr’a gotin: «Hela binihêr’e, şagirtêd Te tiştê necayîzî r’oja şemîyê dikin».

[3] Îsa wanar’a got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêr’a bir’çî bûn?

[4] Ne ew k’ete Xana Xwedê û nanê Xwedêr’a dayî xwar, ew nan ne wîr’a cayîz bû bixwara, ne jî ewêd t’evî wîr’a, lê t’enê k’ahînar’a?

[5] Yan jî we Qanûnêda nexwendîye, ku k’ahîn r’ojêd şemîyê p’aristgehêda şemîyê dih’er’imînin û dîsa bê sûc in?

[6] Lê Ez wer’a dibêjim, ku li vir Yekî ji p’aristgehê mestir heye.

[7] Heger we zanibûya me’na vê xeberê çi ye ku tê gotinê: ‹Ez r’e’mê dixwazim, ne ku qurbanê› , hingê weyê yêd bêsûc gunek’ar nekirana.

[8] Çimkî Kur’ê Mêriv Xudanê r’oja şemîyê ye».

[9] Îsa ji wir r’abû çû, hate k’inîşta wan.

[10] Merivek li wir hebû, ku destê wî k’işîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv r’oja şemîyê nexweşa qenc bikin?»

[11] Ewî jî wanar’a got: «Ew ji we k’î ye, ku pezeke wî hebe û r’oja şemîyê bik’eve ç’e’lê, wê negire û dernexe?

[12] Lê însan çiqas ji pêz qîmettir e! Awa r’oja şemîyê qencîkirin cayîz e».

[13] Hingê wî merivîr’a got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû.

[14] Lê fêrisî derk’etine derva bona Îsa li hev şêwirîn ku çawa Wî bidine kuştinê.

[15] Û gava Îsa pê h’esîya, ji wê derê çû, gelek e’lalet jî pey Wî çû. Ewî h’emû jî qenc kirin

[16] û t’emî da wan ku bona Wî nekine dengî.

[17] Eva aha bû ku ew gotina bi zarê Îşaya p’êxember bê sêrî:

[18] «Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û h’izkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê R’uh’ê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletar’a heqîyê e’lam ke.

[19] Ewê ne bik’eve h’ucetê, ne bike qar’e-qar’ û ne jî yekê dengê Wî meydanada bibihê.

[20] Ew qamîşê p’erç’iqî hûr nake, p’ilta diç’irûse vênasîne, h’eta ku heqîyê bigihîne sêrî.

[21] Û h’emû milet wê gumana xwe daynine ser navê Wî».

[22] Hingê cinak’etîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da.

[23] Û t’emamîya e’laletê zendegirtî ma û got: «Gelo Ev e kur’ê Dawid?»

[24] Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi h’ukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».

[25] Lê nêtêd dilê wan Îsava e’yan bûn û wanar’a got: «Her p’adşatîya ku nav wêda t’ifaq t’unebe wê wêran be û her bajar yan mala ku li nava wêda t’ifaq t’unebe ew namîne.

[26] Heger mîrêcin xwexa xwe derdixe, ku usa ye nava p’adşatîya wîda bêt’ifaqî heye, îdî p’adşatîya wî wê çawa bimîne?

[27] Heger Ez bi h’ukumê Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine h’akimêd we.

[28] Lê heger Ez bi h’ukumê R’uh’ê Xwedê cina derdixim, îdî P’adşatîya Xwedê gihîştîye we.

[29] Yan çawa yek dikare bik’eve mala mêrxasekî û hebûka wî t’alan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî t’alan ke.

[30] K’î ku ne t’evî Min e, miqabilî Min e û k’î ku t’evî Min t’op nake, bela dike.

[31] Bona vê yekê Ez wer’a dibêjim, her gune û gotinêd xirab wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku gotineke xirab miqabilî R’uh’ bêje, li wî nayê baxşandinê.

[32] K’î tiştekî miqabilî Kur’ê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava R’uh’ê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.

[33] Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê.

[34] Ç’êjikêd me’ra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva t’ijî ye zar jî ewê dibêje.

[35] Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qencîyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabîyê derdixe.

[36] Ez wer’a dibêjim, R’oja Axretê meriv bona her xebereke p’ûç’ ku xeber didin wê cabdar bin.

[37] Çimkî hûnê bi xeberêd xwe bêsûc bin û bi xeberêd xwe gunek’ar bin».

[38] Hingê hineka ji qanûnzan û fêrisîya Wîr’a gotin: «Dersdar! Em dixwazin ku nîşanekê ji Te bibînin».

[39] Ewî li wan veger’and û got: «Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêr’a nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis p’êxember.

[40] Çawa ku Ûnis sê r’oj û sê şeva zikê h’ûtda ma , Kur’ê Mêriv jî usa wê sê r’oj û sê şeva nava k’ûrayîya e’rdêda bimîne.

[41] Merivêd Nînewayê wê R’oja Axretê r’abin û vî nisilî neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê veger’îyan û va Yekî ji Ûnis mestir li vir heye.

[42] P’adşa Başûrê R’oja Axretê wê r’abe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye.

[43] Çaxê r’uh’ê h’eram ji mêriv dertê, cîyê bê av diger’e ku r’ih’etîyê bibîne. Lê gava nabîne,

[44] hingê ew dibêje: ‹Ez veger’ime wê mala xweye ku jê derk’etime›. Gava ew tê, dibîne wê mal vala, paqijkirî û hevdayî ye.

[45] Hingê diçe h’eft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dik’evine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab».

[46] Hê Ewî e’laletêr’a xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin t’evî Wî xeber dana.

[47] Yekî jêr’a got: «Va dîya Te û birayêd Te derva ne û dixwazin t’evî Te xeber din».

[48] Ewî jî li wî veger’and û gotê: «K’î ye dîya Min û k’î ne birayêd Min?»

[49] Hingê destê Xwe dirêjî şagirtêd Xwe kir û got: «Va ne dê û birayêd Min!

[50] Çimkî k’î ku xwestina Bavê Minî e’zmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».

Metta — Chapters