[1] Pey şeş r’ojar’a Îsa t’evî Xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûh’enna hildan û r’akirine ç’îyakî bilind, li wir ew t’enê bûn.
[2] Hingê r’engê Wî li ber ç’e’vê wan hate guhastinê. R’ûyê Wî mîna te’vê biriqî û k’incêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn.
[3] Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û t’evî Wî xeber dan.
[4] Hingê Petrûs Îsar’a got: «Xudan! Çawa r’ind e ku em vir in! Heger Tu bixwazî, ezê sê h’olika li vê derê çêkim, yekê Ter’a, yekê Mûsar’a, yekê jî Êlyasr’a».
[5] Ewî hê xeber dida, nişkêva e’wrekî r’onayî hat û ser wan kire sî, dengek ji e’wr hat û got: «Ev e Kur’ê Minî delal, ku Ez jê r’azî me. Guhdarîya Wî bikin!»
[6] Gava şagirta ew deng bihîst, dever’ûya çûn û r’isasê ew girtin.
[7] Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: «R’abin, netirsin».
[8] Wana jî serê xwe bilind kir û pêştirî Îsa kesek nedîtin.
[9] Çaxê ji ç’îyê dihatine xwarê, Îsa t’emî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîr’a nebêjin, h’eta ku Kur’ê Mêriv ji nav mirîya r’anebe».
[10] Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Lê çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?»
[11] Îsa li wan veger’and û got: «R’ast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî.
[12] Lê Ez wer’a dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kur’ê Mêriv bikin».
[13] Hingê şagirta fe’m kir, ku bona Yûh’ennayê nixumdar wanar’a got.
[14] Çaxê hatine cem e’laletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê:
[15] «Xudan, li kur’ê min were r’e’mê! Ew hîvê dik’eve û gelekî cefa dibîne. Carna dik’eve nava agir û carna jî nava avê.
[16] Min ew anî cem şagirtêd Te, lê wana nikaribû ew qenc kira».
[17] Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! H’eta k’engê Ezê t’evî we bim? H’eta k’engê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min».
[18] Îsa lê hilat, cin jê derk’et, kur’ik pêr’a-pêr’a qenc bû.
[19] Hingê şagirt t’enê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?»
[20] Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez r’ast wer’a dibêjim, heger bawerîya we weke h’ebeke t’oximê xerdalê hebe, hûnê vî ç’îyayîr’a bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê t’unebe.
[21] Lê ev cisinê ha pê tiştekî din dernayê, pêştirî bi dua û bi r’ojîya» .
[22] Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanar’a got: «Kur’ê Mêriv wê bik’eve destê meriva,
[23] ewê Wî bikujin, lê r’oja sisîya wê r’abe». Û ewana gelekî ber xwe k’etin.
[24] Çaxê ew hatine Kefernahûmê, xercgirêd duzîvê bona p’aristgehê hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?»
[25] Ewî got: «Belê». Çaxê Petrûs hate malê, pêşîyê Îsa ji wî pirsî: «Şimh’ûn! Tu çawa t’exmîn dikî? P’adşêd dinyayê xerc yan bac ji k’ê distînin, ji bajarvanêd xwe, yan ji xerîba?»
[26] Petrûs gotê: «Ji xerîba». Îsa gote wî: «Ku usa ye bajarvan aza ne.
[27] Lê wekî em van p’işk nekin, her’e golê şewkê bavêjê û me’sîyê pêşin ku derdik’eve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan».