[1] Mizgînîya Îsa Mesîhê Kur’ê Xwedê bi vî tiherî destpêbû:
[2] Çawa ku k’itêba Îşaya P’êxemberda hatîye nivîsarê: «Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê bona Te r’ê hazir ke» .
[3] «Dengek ber’îyêda dike gazî: ‹R’îya Xudan hazir bikin û şiver’îyêd Wî r’ast bikin› ».
[4] Awa Yûh’enna ber’îyêda xuya bû, cime’t dinixumand û dannasîn dikir, ku ji gunekirinê veger’in û bêne nixumandinê, wekî gunêd wan bêne baxşandinê.
[5] Ji h’emû welatê Cihûstanê û t’emamîya cime’ta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane r’ûyê xwe û ç’emê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn.
[6] Yûh’enna k’inceke ji pir’ç’a devê li xwe kiribû û li pişta xwe jî qayîşeke ç’erm girêdabû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.
[7] Ewî dannasîn dikir û digot: «Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me, ku ta bim û benê çarixê Wî jî vekim.
[8] Min hûn bi avê nixumandin, lê Ewê we bi R’uh’ê Pîroz binixumîne».
[9] Û wan r’ojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûh’enna ç’emê Ûrdunêda hate nixumandinê.
[10] Hema çawa Îsa ji avê derk’et, dît ku e’zman vebûn û R’uh’ mîna kevotkekê li ser Wî danî.
[11] Û dengek ji e’zmana hat û got: «Tu Kur’ê Minî delal î Ez ji Te r’azî me».
[12] Wê gavê R’uh’ berê Îsa da ber’îyê.
[13] Ew çil r’ojî li ber’îyê ma û ji mîrêcin hate cêr’ibandinê. Ew t’evî r’e’wira bû û milyak’eta jêr’a berdestî kirin.
[14] Pey girtina Yûh’ennar’a Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir
[15] û digot: «Wext pêr’a gihîştîye, P’adşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê veger’in û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!»
[16] Gava Îsa li devê gola Celîlê diger’îya, r’astî Şimh’ûn û Endrawisê birê wî hat. Wana t’or’ davîte golê, çimkî me’sîgir bûn.
[17] Îsa gote wan: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêç’îrvanêd meriva».
[18] Wana jî hema wê demê t’or’êd xwe hiştin û pey Wî çûn.
[19] Dema ku Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, r’astî kur’êd Zebedî, Aqûb û Yûh’ennayê birê wî hat. Wana qeyikêda t’or’êd xwe hîvêz dikirin.
[20] Hingê Îsa gazî wan kir, wana jî bavê xwe Zebedî t’evî p’ala qeyikêda hişt û pey Wî çûn.
[21] Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê r’oja şemîyê r’ast k’ete k’inîştê û dest bi hînkirinê kir.
[22] Ewana li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî Ewî mîna yekî xweyîh’ukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana.
[23] Hingê k’inîşta wanda merivek hebû, ku r’uh’ê h’eramva girtî bû. Wî kire qîr’în û got:
[24] «Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qir’a me bînî? Ez zanim Tu k’î yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»
[25] Îsa lê hilat û got: «Ker’ be û jê derk’eve!»
[26] Hingê r’uh’ê h’eram ew veç’ir’ikand û bi dengekî bilind kire qîr’în û jê derk’et.
[27] H’emû zendegirtî man, hevr’a k’etine pirs-pirsîyara û digotin: «Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi h’ukum Ew e’mirî li r’uh’êd h’eram dike û ew jî êlimî Wî dibin».
[28] Û nav û dengê Îsa pêr’a-pêr’a h’emû dor-berêd Celîlê bela bû.
[29] Gava ku Îsa ji k’inîştê derk’et, t’evî Aqûb û Yûh’enna r’ast çûne mala Şimh’ûn û Endrawis.
[30] Xwesîya Şimh’ûn t’ayêda p’aldayî bû. Hingê bona wê Îsar’a gotin.
[31] Îsa jî çû nêzîk, destê wê girt r’akir û t’ayê jê ber’da, r’abû berdestî wanr’a kir.
[32] Êvarê, gava r’o çû ava, h’emû nexweş û yêd cinak’etî anîne cem Wî.
[33] T’emamîya cime’ta bajêr li ber dêrî civîya.
[34] Îsa gelek merivêd bi nexweşîyêd cûr’e-cûr’e qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku Ew K’î ye.
[35] Qereberbanga sibehê r’abû, derk’et çû cîkî xewle û wir dua kir.
[36] Şimh’ûn û yêd t’evî Wî li Îsa ger’îyan
[37] û gava ku wan Ew dît, gotinê: «H’emû li Te diger’in».
[38] Îsa wanr’a got: «Em her’ine gund-bajarêd nêzîk, wekî Ez li wan dera jî dannasîn kim, çimkî Ez bona vê yekê hatime».
[39] Û li t’emamîya Celîlê diger’îya, k’inîştêd wanda dannasîn dikir û cin derdixistin.
[40] Û yekî k’otî hat, li ber Îsa çok da, r’eca jê kir û gotê: «Heger Tu bixwazî, dikarî min paqij kî».
[41] Gunê Îsa pê hat, destê Xwe dirêj kir lê k’et û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!»
[42] Û pey vê gotinêr’a destxweda k’otîbûn jê çû û ew paqij bû.
[43] Îsa pêr’a-pêr’a ew derxiste der, h’işk t’emî li wî kir
[44] û wîr’a got: «Binihêr’e t’u kesîr’a tiştekî nebêjî, lê her’e xwe nîşanî k’ahîn ke û çawa ku Mûsa t’emî daye, h’edîya xwe bide, wekî h’emûyar’a bibe şe’detî, ku tu paqij bûyî».
[45] Lê ew meriv derk’et destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cime’t ji her alîyava dihatine cem Wî.