Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:26

[1] Îsa dîsa li devê golê dest bi hînkirinê kir. E’laleteke usa mezin li dora Wî civîya, k’erba Ew k’ete qeyika li ser golê û r’ûnişt. T’emamîya e’laletê li devê golê bû

[2] û Wî bi mesela ew hînî gelek tişta dikirin. Hînkirina Xweda got:

[3] «Guhdarî! T’oximr’eş r’abû çû ku t’oxim bir’eşîne.

[4] Çaxê ewî t’oximê xwe dir’eşand, hinek jê k’etine devê r’ê, teyrede hatin û ew xwarin.

[5] Û hinek k’etine ser e’rdê kevirî, li wir ku xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne k’ûr bû.

[6] Çaxê te’v derk’et, ew ç’ilmisîn û çimkî r’awêd wan t’unebûn, h’işk bûn.

[7] Û hinekêd din k’etine nava stirîya, stirî r’abûn ew xeniqandin û ber nedan.

[8] Û hinekêd din jî k’etine nava e’rdê qenc û şîn bûn, mezin bûn û hineka sî, hineka şêst, hineka sed car ber dan».

[9] Û Îsa wanr’a got: «Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê».

[10] Gava Îsa t’enê ma, yêd dora Wî girtibûn t’evî her donzdeha, bona van mesela jê pirsîn.

[11] Ewî caba wan da û got: «Wer’a hatîye dayînê ku hûn sur’êd P’adşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê,

[12] wekî: ‹Çiqasî binihêr’in jî, nebînin, çiqasî bibihên jî, fe’m nekin, wekî nebe ku veger’in û li wan bê afûkirinê› ».

[13] Hingê Îsa wanr’a got: «Hûn vê meselê fe’m nakin? Lê îdî hûnê h’emû mesela çawa fe’m bikin?

[14] T’oximr’eş xeberê dir’eşîne.

[15] Ewêd li devê r’ê ku xeber lê tê çandinê, ew in, ku gava dibihên, pêr’a-pêr’a mîrêcin tê û xebera dilê wanda çandî derdixe.

[16] Ewêd li ser e’rdê kevirî ew in, ku gava xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa wê qebûl dikin,

[17] lê çimkî r’awêd wan t’unene, ew dirêj t’aw nakin. Û gava bona xeberê r’astî tengasîya yan zêrandinê tên, zû ji r’ê dik’evin.

[18] Û ewêd nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên,

[19] xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dik’evine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.

[20] Û ewêd e’rdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin».

[21] Û Îsa wanr’a got: «Gava ç’irê tînine hindur’, bona çi tînin? Bona bin selikê, yan bona bin nivînê? Ne tînin ku daynine ser p’êç’irê?

[22] T’u tiştê veşartî t’uneye ku neyê aşkerekirinê û ne jî tiştekî dizîva heye ku nek’eve ber r’onayê.

[23] Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê».

[24] Îsa wanr’a got: «Dîna xwe bidine tiştêd ku hûn dibihên. Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê wer’a bê pîvanê û serda jî wê hê zêde be.

[25] Çimkî k’êr’a ku heye, wê hê lê zêde be û k’êr’a ku t’une, çi heye jî wê jê bê standinê».

[26] Û Îsa got: «P’adşatîya Xwedê mîna vê yekê ye: Merivek t’oxim dir’eşîne nav e’rdê.

[27] Û şev û r’oj r’adizê, r’adibe, t’oxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa pê nah’ese ku ev çawa dibe.

[28] E’rd ji xwe ber dide, pêşîyê zîl, paşê simbil, peyr’a jî genimê gihîştî simbilda.

[29] Gava ku ber digihîje, meriv îdî de’sê davêjê, çimkî dema nandirûnê pêr’a gihîştîye».

[30] Û Îsa got: «Em P’adşatîya Xwedê mîna çi bişibînin? Yan jî em wê bi k’îjan meselê şirovekin?

[31] Ew mîna h’ebeke t’oximê xerdalê ye ku ji h’emû t’oximêd ku ser e’rdê têne çandinê hûrtir e.

[32] Lê gava ew tê çandinê digihîje, ji h’emû p’incar’a mestir dibe û ç’iqilêd mezin dide, usa ku teyredêd e’zmên dikarin xwe bidine bin sîya wê».

[33] Bi gelek meselêd bi vî awayî wanr’a haqas xeber dida, çiqas ku wana dikaribû fe’m bikira.

[34] Bê mesele wanr’a tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwer’a başqe her tişt şirovedikir.

[35] Wê r’ojê, gava r’o çû ava, Îsa şagirtêd Xwer’a got: «Em derbazî wî berî golê bin».

[36] Şagirt ji e’laletê qetîyan, k’etine wê qeyika ku Îsa têda bû û wana Ew t’evî xwe bir. Qeyikêd din jî t’evî Wî bûn.

[37] De îjar firtoneke mezin li wan r’abû, pêla usa li qeyikê dixist, ku îdî ew bû bi avê t’ijî bibûya.

[38] Lê Îsa paşîya qeyikêda serê Xwe danîbû ser be’lgî û r’azabû. Wana Ew h’işyar kir û gotinê: «Dersdar, ne xema Teye ku em unda dibin?»

[39] Îsa r’abû, li bayê hilat û e’mirî ser golê kir got: «Bisekine, ker’ be!» Firtonê danî û h’emû tişt seqir’în.

[40] Îsa wanr’a got: «Hûn çima ditirsin? Hê çawa bawerîya we t’une?»

[41] Saweke giran li wana girt û hevdur’a gotin: «Gelo ev k’î ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?»

Marqos — Chapters