Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:14

[1] Û Îsa dîsa k’ete k’inîştê. Li wê derê merivek hebû, ku destê wî k’işîyabû.

[2] Û ç’e’vê hineka ser Wî bû, gelo r’oja şemîyê Ewê wî qenc ke yan na, wekî xeyba Wî bikin.

[3] Îsa merivê destk’işîyayîr’a got: «R’abe vê govekê bisekine!»

[4] Paşê wanr’a got: «R’oja şemîyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? R’uh’ekî xilaz kin, yan unda kin?» Lê wan deng nekir.

[5] Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêr’î, bona serh’işkîya wan ber Xwe k’et û wî merivîr’a got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû.

[6] Fêrisî derk’etine derva û pêr’a-pêr’a t’evî Hêrodesîya şêwirîn, ku çawa Wî bidine kuştinê.

[7] Îsa t’evî şagirtêd Xwe çû devê golê. Ji Celîlê e’laleteke giran pey Wî çû.

[8] Gava ku wana kirinêd Wî bihîstin, ji Cihûstanê, Orşelîmê, Îdûmeyayê, wî alîyê Ûrdunêyî r’ohilatê, usa jî ji qeza Sûr û Saydê gelek meriv hatine cem Wî.

[9] Û Îsa ji dest e’laletê şagirtêd Xwer’a got, ku Wîr’a qeyikekê hazir kin, wekî nek’eve li ber de’fa.

[10] Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, usa ku yêd nexweş t’opî ser dibûn, wekî destê xwe bidana Wî.

[11] Dema ku r’uh’êd h’eram Ew didîtin, li ber Wî dever’ûya xwe davîtine e’rdê, dikirine qîr’în û digotin: «Tu Kur’ê Xwedê yî!»

[12] Lê Îsa h’işk t’emî li wan dikir, ku bona Wî nekine dengî.

[13] Îsa hilk’işîya ç’îyê û merivêd ku Wî dixwestin gazî cem Xwe kirin. Ew jî çûne cem Wî.

[14] Ewî donzdeh meriv bijartin, navêd wan «şandî» danî, ku t’evî Wî bimînin û wan bişîne, wekî dannasîn kin.

[15] Û h’ukum da wan ku cina derxin.

[16] Her donzdehêd bijartî ev in: Şimh’ûn (ku navê wî kire Petrûs),

[17] Aqûbê Zebedî û Yûh’ennayê birê wî, (ewî navê Boanerces li wan kir, ku tê fe’mkirinê: «Kur’êd Gur’înîya E’zmên»)

[18] Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, T’ûma, Aqûbê kur’ê Halfawo, Tedayo, Şimh’ûnê welatp’arist

[19] û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku bû nemamê Îsa.

[20] Paşê Îsa çû malekê. Dîsa haqas e’lalet civîya, h’eta ku nikaribûn nanê xwe jî bixwarana.

[21] Gava yêd ji xûn û qinêta Wî bihîstin, derk’etin Wî bigirin, çimkî wana digot: «Ewî h’işê Xwe unda kirîye!»

[22] Û ew qanûnzanêd ku ji Orşelîmê berjêr bibûn, digotin: «Belzebûl Wîda heye! Ew bi h’ukumê serwêrê cina cina derdixe!»

[23] Îsa jî ew gazî cem Xwe kirin û bi mesela wanr’a got: «Mîrêcin çawa dikare xwexa xwe derxe?

[24] Heger nav p’adşatîkêda t’ifaq t’unebe, ew nikare bimîne.

[25] Mala ku bêt’ifaqî bik’evê, ew mal nikare bimîne.

[26] Heger mîrêcin r’abe himberî xwe û bibe dutîretî, ew nikare bimîne, lê belê wê xilazîya wî bê.

[27] Lê belê t’u kes nikare bik’eve mala mêrxasekî û hebûka wî t’alan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede. Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî t’alan ke.

[28] Ez r’ast wer’a dibêjim, her gune û her gotina xirab ku bêjin wê li bendêd dinê bêne baxşandinê,

[29] lê k’î ku gotineke xirab miqabilî R’uh’ê Pîroz bêje, t’u car li wî nayê baxşandinê. Ewê bi wî guneyî h’eta-h’etayê sûcdar be».

[30] Îsa ev yek got, çimkî wan digot: «R’uh’ê h’eram Wîda heye».

[31] Hingê dê û birayêd Îsa hatin, li derva sekinîn, yek şandine pey Wî û gazî Wî kirin.

[32] E’laleta ku li dora Wî r’ûniştibû gote Wî: «Va dîya Te û birayêd Te derva pirsa Te dikin».

[33] Îsa caba wan da û got: «Dîya Min û birayêd Min k’î ne?»

[34] Hingê li yêd dora Xwe r’ûniştî nihêr’î û got: «Va ne dê û birayêd Min!

[35] Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».

Marqos — Chapters