Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 12:05

[1] Awa du r’oj şûnda wê Cejina Derbazbûnê û Cejina Nanê Şkeva bibûya. Serekêd k’ahîna û qanûnzana mecalekê diger’îyan, ku çawa Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin

[2] û digotin: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cime’t r’anebe ser niga».

[3] Gava Îsa li Beytanyayê mala Şimh’ûnê k’otîda, li ser sifrê r’ûniştî bû, k’ulfetek hat, derdaneke wêye alabastirêyî r’ûnê nardêyî safî û gelekî biha hebû. Wê ew şûşe şkênand û ew r’ûn r’ête ser serê Îsa.

[4] Hineke wir hêrs k’etin û hevr’a digotin: «H’eyfa vî r’ûnî! Çima eva zîyana bû?

[5] Me dikaribû ev r’ûna sêsid zîvî zêdetir bifirota û belayî feqîra kira». Bi vî awayî ew k’ulfeta r’ezîl kirin.

[6] Lê Îsa got: «Ji wê k’ulfetê veger’in! Çima hûn xatirê wê dik’evin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir.

[7] Feqîrê her gav t’evî we bin. K’engê hûn bixwazin, hûn dikarin qencîyê wanr’a bikin. Lê Ezê her gav nav weda nîbim.

[8] Çi ji destê wê dihat ewê kir. Ewê pêşda bedena Min definkirinêr’a r’ûn kir.

[9] Ez r’ast wer’a dibêjim, dinyayêda k’îderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê k’ulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».

[10] Hingê Cihûdayê Îsxeryotî, yekî ji her donzdeha, çû cem serekêd k’ahîna, wekî Îsa bide destê wan.

[11] Wan jî gava ev yek bihîst, şa bûn û p’ere wîr’a soz dan. Û Cihûda ji hingêva mecalekê diger’îya ku çawa Îsa bide destê wan.

[12] R’oja pêşine Cejina Nanê Şkevada ku berxê qurbana Cejina Derbazbûnê dihate serjêkirinê, şagirta ji Îsa pirsî: «Tu li k’u dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em her’in ter’a hazir kin?»

[13] Îsa du şagirtêd Xwe şandin û wanr’a got: «Her’ine bajêr. Merivekê r’astî we bê, cêr’ê avê li ser mila. Pey wî her’ine wê mala ku ew diçê

[14] û bêjine xweyê malê: ‹Dersdar dibêje: K’anê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda t’evî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?›

[15] Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî û hazir nîşanî we ke, li wê derê şîvê bona me hazir kin».

[16] Şagirta da ser r’ê çûne bajêr û çawa ku wanar’a gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.

[17] Gava r’o çû ava, Îsa t’evî her donzdeha çû wê derê.

[18] Çaxê li ser sifrê r’ûniştin û nanê xwe dixwarin, Îsa got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike, yê ku t’evî Min nên dixwe».

[19] Ew ber xwe k’etin û destpêkirin yek-yek ji Wî pirsîn: «Dibe ku ez im?»

[20] Ewî wanr’a got: «Ew yek nava we her donzdehada ye, yê ku pe’rîyê xwe t’evî Min t’asêda dike.

[21] R’ast Kur’ê Mêriv wê usa her’e çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê. Lê wey li wî merivê ku nemamîya Kur’ê Mêriv bike! Wîr’a hê qenc bû ku ew qet dinê nek’eta».

[22] Gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin! Eva bedena Min e».

[23] Peyr’a k’as hilda şikirî da û da wan. H’emûya jî ji wê vexwar.

[24] Û wanr’a got: «Eva xûna Min e bona peymanê , ku bona geleka tê r’êtinê.

[25] Ez r’ast wer’a dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda t’u car ji meya tirîyê venaxwim, h’eta wê r’oja ku Ezê P’adşatîya Xwedêda ji ya nû vexwim».

[26] Paşê wana zebûrek stira, derk’etin çûne ç’îyayê Zeyt’ûnê.

[27] Û Îsa wanr’a got: «Hûn h’emûyê jî ji Min p’işk bin her’in, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be› .

[28] Lê gava ku Ez ji mirinê r’abim, Ezê berî we her’ime Celîlê».

[29] Petrûs jêr’a got: «Heger h’emû jî ji Te p’işk bin her’in, lê ez na».

[30] Îsa wîr’a got: «Ez r’ast ter’a dibêjim, hema îşev hê berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înk’ar kî».

[31] Lê Petrûs ser ya xwe dima û digot: «Heger cî bê, ezê t’evî Te bimirim jî, lê t’u car Te înk’ar nakim!» H’emûya jî aha digot.

[32] Pey wê yekêr’a ew çûne wî cîyê ku jêr’a Gêtşemanî dibêjin û Ewî şagirtêd Xwer’a got: «Vira r’ûnên, h’eta ku Ez dua bikim».

[33] Wî Petrûs, Aqûb û Yûh’enna t’evî Xwe birin û destpêkir k’eser k’işand û Xweda şewitî.

[34] Wî wanr’a got: «Dilê Min haqas derd û k’eder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û h’işyar bin».

[35] Hinekî pêşda çû, Xwe dever’û avîte e’rdê û dua kir, ku heger mecal hebe, eva sih’eta ser Wîr’a derbaz be.

[36] Û got: «Abba, Bavo! Her mecal ji destê Te tê. Evê k’asê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Min nîbe, lê ya Te be».

[37] Paşê hate cem şagirta, ew r’azayî dîtin û gote Petrûs: «Şimh’ûn, tu r’azayî? Te nikaribû ku sih’etekê tu h’işyar bimayî?

[38] H’işyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nek’evine nava cêr’ibandinê. Belê r’uh’ r’azî ye, lê beden sist e».

[39] Dîsa çû dua kir, xût ew xeber gotin.

[40] Û hat dîsa ew xewêda dîtin, çimkî ç’e’vêd wan ji xewê venedibûn. Û nizanibûn çi caba Wî bidana.

[41] Cara sisîya jî hat û wanr’a got: «Hûn hela hê r’azayî ne û r’ih’et dibin? Bes e! Wext pêr’a gihîşt. Va ye Kur’ê Mêriv dik’eve destê gunek’ara.

[42] R’abin em her’in. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».

[43] Hema hingê gava Wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî t’evî xwe ji alîyê serekêd k’ahîna, qanûnzana û r’ûspîyada e’laleteke giran anîbû, bi dara û şûra.

[44] Awa nemamê Wî e’şeret dabû wan û gotibû: «Ez k’îjanî ku r’amûsim, Ew e, Wî bigirin û bi fesal bibin».

[45] Hema hingê jî Cihûda hate cem Îsa û got: «Dersdar! » û r’amûsa.

[46] Wana dest avîte Îsa û Ew girtin.

[47] Lê yekî ji yêd ku t’evî Wî sekinî bûn, şûrê xwe k’işand li xulamê serekk’ahîn xist û guhê wî pekand.

[48] Hingê Îsa wanr’a got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin?

[49] Ne Ez her r’oj t’evî we p’aristgehêda bûm Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. Lê bona ku nivîsar bêne sêrî, ev yek qewimî».

[50] Hingê h’emû şagirta Ew hişt û r’evîn.

[51] Xortek pey Wî diçû, p’arç’ekî k’itanê li bedena wîye te’zî p’êç’ayî bû. E’laletê ew girt,

[52] lê wî ew k’itan hişt û r’ût-te’zî ji destê wan r’evî.

[53] Îsa birine cem serekk’ahîn. H’emû serekêd k’ahîna, r’ûspî û qanûnzan wir civîyan.

[54] Petrûs dûrva p’ê-p’ê pey Wî çû, h’eta k’ete h’ewşa serekk’ahîn. Wir t’evî nobedara li ber êgir r’ûnişt û xwe germ dikir.

[55] Serekêd k’ahîna û t’emamîya civîna giregira jî li şe’detîke miqabilî Îsa diger’îyan, wekî Wî bikujin, lê ne didîtin.

[56] Geleka miqabilî Wî şe’detîya derew dida, lê şe’detîya wan hevdu nedigirt.

[57] Hingê hinek r’abûn û miqabilî Wî şe’detîya derew dan û gotin:

[58] «Me bihîst ku Vî merivî got: ‹Ezê vê p’aristgeha ku bi desta hatîye çêkirinê hilşînim û sê r’ojada p’aristgeheke dine bê destlêk’etin çêkim›».

[59] Lê şe’detîya wan jî hevdu nedigirt.

[60] Hingê serekk’ahîn r’abû nava wanda sekinî û ji Îsa pirsî: «Bona van şe’detîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?»

[61] Lê Ewî dengê Xwe nekir û t’u cab neda. Serekk’ahîn dîsa ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî Mesîh, Kur’ê Yê hêjayî şikirîyê?»

[62] Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kur’ê Mêriv li k’êleka Yê Herî Zor, li milê wîyî r’astê r’ûniştî û li ser e’wrêd e’zmên tê bibînin» .

[63] Hingê serekk’ahîn k’incêd xwe qelaştin û got: «Îdî şe’de çî mer’a ne?

[64] We bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir! Weva çawa xuya dibe?» H’emûya jî Ew neheq kirin gotin, ku Ew yê kuştinê ye.

[65] Hingê hineka destpêkir t’ûyî Wî kirin, r’ûyê Wî nixamtin, dane ber k’ulma û jêr’a gotin: «De p’êxembertîyê bike!» Nobedara jî Ew bir û dane ber şemaqa.

[66] Gava Petrûs li jêrê h’ewşêda bû, ji carîyêd serekk’ahîn yek hate wir.

[67] Ewê ku dît Petrûs xwe li ber êgir germ dike, li wî nihêr’î û got: «Tu jî t’evî ewî nisretî bûyî, t’evî Îsa».

[68] Lê ewî înk’ar kir û got: «Ez nizanim û fe’m nakim ku tu çi dibêjî». Ew ji h’ewşê derk’et çû sivdera li ber dergeh, dîk bang da.

[69] Gava ku carîyê ew li wê derê dît, dîsa gote yêd dor-bera sekinî bûn: «Eva jî yekî ji wan e».

[70] Lê ewî dîsa înk’ar kir. Û xêlekê şûnda, yêd ku wir sekinî bûn, dîsa Petrûsr’a gotin: «Hebe-t’unebe tu jî ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî û xeberdana te jî te difiroşe ».

[71] Lê Petrûs dest bi nifir’a kir, sond xwar û got: «Ez Wî merivî nas nakim, bona k’îjanî hûn dibêjin».

[72] Pêr’a-pêr’a dîk cara duda bang da. Û Petrûs ew gotina Îsa ku wîr’a gotibû anî bîra xwe: «Berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înk’ar kî». Li ser vê yekê destpêkir girîya.

Marqos — Chapters