[1] Ûsiv xwe avîte ser r’ûyê bavê xwe, girîya û r’amûsa.
[2] Ûsiv e’mir li xulamêd xweye h’ekîm kirin, ku bavê wî zimir kin , û h’ekîma Îsraêl zimir kirin.
[3] Nava çil r’ojîda ew hate zimir kirinê, çimkî bona vê yekê haqas wext lazim e. misirîya h’eftê r’ojî şîna wî kirin.
[4] Gava r’ojêd şîna wî derbaz bûn, Ûsiv t’evî mala Firewin xeberda û got: «Heger min li ber ç’e’vê we k’erem dîtîye, hîvî dikim aha bêjine Firewin:
[5] Bavê min ez dame sondê û got: «Va ezê bimirim, tu min wî mezelîda defin kî, k’îjan ku min xwexa bona xwe welatê Kenanêda k’ola ye». Niha îzina te hebe, ez her’im bavê xwe defin kim û veger’im».
[6] Firewin got: «R’abe bavê xwe defin ke, çawa ewî tu dayî sondê».
[7] Hingê Ûsiv r’abû çû bavê xwe defin ke. H’emû xulamêd Firewin, r’ûspîyêd mala wî û h’emû r’ûspîyêd Misirê t’evî wî hevraz çûn,
[8] usa jî t’emamîya mala Ûsiv û birayêd wî û neferêd mala bavê wîda. T’enê zar’êd xwe, kerî û gar’anêd xwe Goşenêda hiştin.
[9] T’evî wî e’rebe û sîyarî jî hevraz çûn, usa ku bûne k’omeke mezin.
[10] Ew hatine wî alîyê Ûrdunê, Gorên-Atadê. Li wê derê gelekî girîyan, kirin qar’e-qar’ û hêwerze û bona bavê xwe h’eft r’oja şîn kirin.
[11] Gava kenanîyêd wî welatîda ku diman, şîna Gorên-Atadêda dîtin, gotin: «Ev şîna giran ya misirîya ye!». Lema jî navê wî cîyê wî alîyê Ûrdunê danîn: «Abêl-Mîsrayîm ».
[12] Kur’êd Aqûb usa jî kirin, çawa ku wî t’emî kiribû.
[13] Kur’a ew birine welatê Kenanê û ew şkefta e’rdê Maxpêlaye pêşberî Mamrêda defin kirin, ya ku Birahîm e’rdêva, çawa milk’ bona gor’istên ji Efronê h’îtî k’ir’î bû.
[14] Ûsiv pey definkirina bavê xwer’a, bi t’evî birayêd xwe û h’emûyêd ku t’evî wî bona definkirina bavê wî hevraz hatibûn, veger’îya Misirê.
[15] Birayêd Ûsiv dîna xwe danê ku bavê wan mir, nava xweda gotin: «Belkî Ûsiv bona wê xirabîya ku me serê wî kirîye k’înê mer’a bajo, ew jî serê me bike».
[16] Hingê wana Ûsivr’a cab şand û got: «Bavê te berî mirina xwe t’emî da û got ku
[17] aha bêjine Ûsiv: Bi k’erema xwe neheqî û gunê birayêd xwe, bi k’erema xwe bibaxşîne, ku hindava teda xirabî kirine niha hîvî dikim neheqîya xulamêd Xwedêyê bavê xwe bibaxşîne». Gava wan ev yek got, Ûsiv girîya.
[18] Birayêd wî jî çûn xwe li ber devr’ûya avîtin û gotin: «Awa em xulamêd te ne».
[19] Ûsiv gote wan: «Netirsin, çima ez dewsa Xwedê digirim?
[20] R’ast e hûn hindava minda xirab fikirîn, lê Xwedê fikirî ku wê bike qencî, wekî mîna r’oja îroîn, e’mirê gelek merîya xwey ke.
[21] Niha netirsin, ezê we û zar’êd we nan-av kim». Aha bi zarê şîrin xeberdanê, ber dilê wanda hat.
[22] Ûsiv Misirêda ma, ew û mala bavêd xweva. Ûsiv sed dehe sala jît.
[23] Ûsiv ç’ir’-ç’ir’kêd xweye ji Efrayîm dîtin, û zar’êd Maxîrê Minaşeyê jî Ûsiv ser çokêd xwe dîtin .
[24] Ûsiv gote birayêd xwe: «Ezê bimirim, lê e’se Xwedêyê ser weda bê û we ji vî welatî hevraz derxe. Wê we bibe wî welatî, bona k’îjanî ewî Birahîm, Îshaq û Aqûbr’a sond xwar».
[25] Ûsiv kur’êd Îsraêl da sondê û got: «E’se Xwedêyê ser weda bê, hestûyêd min jî ji vir derxin hevraz bibin».
[26] Ûsiv sed dehe salîyêda mir. Ew zimir kirin û Misirêda ew kirine qavekê.