Destpêbûn 1
[1] Destpêbûnêda Xwedê e’rd û e’zman e’firandin.
[2] E’rdî bêcûr’e û vikî-vala bû, te’rîstanîyê li ser r’ûyê ava bêbinî girtibû û R’uh’ê Xwedê li ser r’ûyê avê diger’îya.
[3] Hingê Xwedê got: «Bira bibe r’onayî». Û bû r’onayî.
[4] Xwedê dîna xwe dayê ku r’onayî qenc e, Xwedê r’onayî ji te’rîstanîyê qetand.
[5] Û Xwedê navê r’onayê danî R’oj, navê te’rîstanîyê jî Şev. Û bû êvar û sibeh, bû r’oja e’wlin.
[6] Hingê Xwedê got: «Bira navbera avêda sînorê qedîmîyê pêşda bê û bira navbir’îyê bidê, avê ji avê biqetîne».
[7] Û Xwedê sînorê qedîmîyê çêkir û ava li bin sînorê qedîmîyêda û ava li ser sînorê qedîmîyê ji hev qetandin. Û usa jî bû.
[8] Û Xwedê navê sînorê qedîmîyê danî E’zman. Û bû êvar û sibeh, bû r’oja duda.
[9] Hingê Xwedê got: «Bira avêd bin e’zmênda cîkî gol bin, zihayî k’ifş be». Û usa jî bû.
[10] Xwedê navê zihayê danî E’rd û navê ava golbûyî jî danî Be’r. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.
[11] Hingê Xwedê got: «Bira E’rd şînayîyê, p’incar’a ku t’oximê xwe bide û dara xweyîbere ku mîna cûr’ê xwe ber bide, t’oximê wê jî nava wêda be, li ser e’rdê bigihîne». Û usa jî bû.
[12] E’rdê şînayî, p’incar’a ku mîna cûr’ê xwe t’oxim bide û dara xweyîbere ku t’oximê mîna cûr’ê wê navda be derxistin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.
[13] Û bû êvar û sibeh, bû r’oja sisîya.
[14] Hingê Xwedê got: «Bira sînorê qedîmîya e’zmênda r’onayîdar derên, wekî r’ojê ji şevê biqetînin û we’da, r’oj û sala nîşan kin
[15] û bira evana sînorê qedîmîya e’zmênda r’onayîdar bin, wekî e’rdê r’onayî kin». Û usa jî bû.
[16] Xwedê du r’onayîdarêd mezin çêkirin: R’onaya mezin wekî serwêrîyê li r’ojê bike, r’onaya biç’ûk wekî serwêrîyê li şevê bike û usa jî steyrk çêkirin.
[17] Xwedê evana li sînorê qedîmîya e’zmênda danîn, ku r’onayê bidine e’rdê,
[18] serwêrîyê li r’ojê û şevê bikin, r’onayê ji te’rîyê biqetînin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.
[19] Û bû êvar û sibeh, bû r’oja çara.
[20] Hingê Xwedê got: «Bira av h’eywanêd bînberva bik’imk’ime û teyrede jî li ser e’rdê û sînorê qedîmîya e’zmênda bifir’in».
[21] Û Xwedê h’ûtêd mezin xuliqandin û her h’eywanêd bînbere ku avêda dişûlikin, ku av ji cûr’êd wanda k’im-k’imî, usa jî teyredêd xweyîp’er’e bi cûr’êd wanda. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.
[22] Xwedê dua li wan kir û got: «Şîn bin û li hev zêde bin, avêd be’ra t’ijî kin, teyrede jî li ser e’rdê zêde bin».
[23] Û bû êvar û sibeh, bû r’oja pênca.
[24] Hingê Xwedê got: «Bira e’rd h’eywanêd bînber cûr’êd wanda, h’eywanêd k’edî, şûlikî û terewilêd e’rdê cûr’êd wanda pêşda bîne». Û usa jî bû.
[25] Û Xwedê terewilêd e’rdê cûr’êd wanda, h’eywanêd k’edîye cûr’êd wanda, usa jî h’emû cûr’e şûlikîyêd li ser e’rdê cûr’êd wanda çêkirin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.
[26] Xwedê got: «Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin, wekî h’ukumî li ser me’sîyêd be’rê, teyredêd e’zmên, h’eywanêd k’edî û t’emamîya e’rdê, usa jî h’emû cûr’e şûlikîyêd li ser e’rdê bike».
[27] Xwedê merî dilqê xweda xuliqand, dilqê Xwedêda ew xuliqand, qisimê nêr û mê xuliqandin.
[28] Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanr’a got: «Şîn bin û li hev zêde bin, e’rdê t’ijî kin û xweyîtîyê lê bikin, h’ukumî li ser me’sîyêd be’rê, teyredêd e’zmên û h’emû h’eywanêd li ser e’rdêye ku dih’ejin bikin».
[29] Xwedê got: «Va ye ez h’emû p’incar’êd li ser e’rdêye t’oximêd wanva didime we û her dara xweyîbere ku t’oximê wê nava wêda ye, wer’a wê bibe xurek».
[30] Lê bona h’emû terewilêd e’rdê, h’emû teyredêd e’zmên û h’emû h’eywanêd bînbere ku li ser e’rdê dişûlikin, gîhayê şîn bibe xurek. Û usa jî bû.
[31] Xwedê dîna xwe da h’emû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn. Û bû êvar û sibeh, bû r’oja şeşa.