Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 44

[1] Ûsiv e’mir li wek’îlê mala xwe kir û got: «T’êr’êd van meriva çiqasî ku ew dikarin bibin xurekva dagire û p’erê her kesî jî dayne li ser devê t’êr’êd wan,

[2] lê k’asa min, k’asa zîvîn, t’evî p’erê xurek dayne li ser devê t’êr’a yê herî biç’ûk». Ewî weke gotina Ûsiv kir.

[3] Sibeh ku zelal bû, ew merivana hatine ver’êkirinê, ew û k’erêd wan.

[4] Ewana ji bajêr çûn, lê hê dûr nek’etibûn, gava Ûsiv gote wek’îlê mala xwe: «R’abe par’a pey wan meriva k’eve, xwe wanr’a bigihîne û wanr’a bêje: ‹We çima ji ber qencîyêva xirabî kir?

[5] Çima k’asa mine zîvîn dizî ? Eva ne ew e, ya ku xweyê min pê vedixwe û pê wê jî dinihêr’î? We ev yek kire xirab.

[6] Wek’îl xwe li wanr’a gîhand û ev xeberêd Ûsiv wanr’a gotin.

[7] Wana wîr’a got: «Çima xweyê min tiştêd ha dibêje? Haşa ji xulamêd te, ku ew tiştê usa bikin!

[8] Awa me ku ew p’erêd li ser devê t’êr’êd xwe dîtin, ji welatê Kenan anîn dane te, îdî wê çawa be, ku em ji mala xweyê te zîv yan zêr’ bidizin?

[9] Cem k’îjan xulamêd te ew derk’eve, bira ew bê kuştinê û em jî bibine xulamêd xweyê xwe».

[10] Ewî got: «P’ak, we çawa got bira usa be, cem k’îjanî ew derê bira ew minr’a bibe xulam, lê hûn bêsûc bin».

[11] Awa her yekî zû-zû t’êr’a xwe danî e’rdê û her yekî t’êr’a xwe vekir.

[12] Wek’îl ji t’êr’a yê mezinda destpêkir ger’îya h’eta yê biç’ûkda xilaz kir, k’as t’êr’a Binyamînda dît.

[13] Hingê wana k’incê xwe qelaştin, her yekî k’erê xwe bar kir û veger’îyane bajêr.

[14] Cihûda birayêd xweva hatine mala Ûsiv, ewî hê li wir bû û dever’ûya li ber wî çûne e’rdê.

[15] Ûsiv gote wan: «We ev çi kir? We nizanibû ku merivekî mîna min r’e’mildarîyê wê bike?»

[16] Cihûda got: «Em çi bêjine xweyê xwe? Em çi bêjin? Yan em çawa xwe r’ûspî kin? Xwedê neheqîya xulamêd te e’yan kir, va ye em xulamêd xweyê xwe ne, hin em, hin jî ewî ku k’as ji cem wî derk’et».

[17] Ûsiv got: «Haşa ji min ku ez vê yekê bikim! Ewî ku k’as ji cem wî derk’et, bira ew t’enê minr’a bibe xulam, lê hûn bi xêr û silamet hevraz ser bavê xweda her’in».

[18] Hingê Cihûda çû nêzîk û gotê: «Xweyê min, îzina te hebe, bira xulamê te gilîkî bêje xeberekê bigihîne guhê xweyê xwe û hêrsa te li ser xulamê te r’anebe, çimkî tu yekî mîna Firewin î.

[19] Xweyê min ji xulamêd xwe pirsîbû gotibû: ‹Bav yan birê we hene?›

[20] Hingê me xweyê xwer’a got: ‹Bavekî meyî kalemêr heye û kur’ekî wîyî biç’ûkî kaltîya wîda bûyî heye, birê wîyî dêda mirîye, t’enê ew ji dîya xwe maye û bavê wî, wî h’iz dike›.

[21] Te xulamêd xwer’a got: ‹Ewî berjêr bînine cem min, ku ez wî bi ç’e’va bibînim›.

[22] Me hingê xweyê xwer’a got: ‹Ew kur’ik nikare ji bavê xwe biqete, gava ew ji bavê xwe biqete, bavê cande›.

[23] Lê te xulamêd xwer’a got: ‹Heger hûn birayê xweyî biç’ûk t’evî xwe berjêr neynin, careke din r’ûyê we r’ûyê min nek’eve›.

[24] Û gava em hevraz çûne cem xulamê te, bavê min, ew gotinêd xweyê xwe, me wîr’a gilî kirin.

[25] Gava bavê me got: ‹R’abin dîsa veger’in bona me hinek xurek bik’ir’in›.

[26] Hingê me got: ‹Em nikarin berjêr her’in. Lê heger birayê meyî biç’ûk t’evî me bê, emê hingê berjêr her’in, çimkî em nikarin r’ûyê wî merivî bibînin, h’eta birayê meyî biç’ûk t’evî me neyê›.

[27] Xulamê te, bavê min gote me: ‹Hûn zanin jina min du kur’ minr’a anîn,

[28] yek ji destê min çû û min got: «R’astî ew hatîye dir’andinê» û h’eta niha min ew nedîtîye.

[29] Lê wekî hûn evî jî, ji ber ç’e’vê min derxin bibin û qezîk bê serê wî, hûnê p’or’ê minî sipî, derd-kulava bikine Dîyarê Mirîya›.

[30] Heger niha ez her’ime cem xulamê te, bavê xwe, kur’ikê wî ne t’evî me be, e’mirê wî ku e’mirê wîva girêdayî ye,

[31] gava bibîne ku kur’ikê wî t’une, wê cande û xulamêd te, wê bavê xweyî xulamê te, wî p’or’êd sipî bi k’eder bikine Dîyarê Mirîya.

[32] Çimkî ez, xulamê te cem bavê xwe bûme cabdarê kur’ikê wî û min gotîyê: ‹Heger ez wî neynim nedime te, ez t’emamîya e’mirê xweda li ber bavê xwe gunek’ar bim›.

[33] Awa ez niha t’ewaqe ji te dikim, bira ez, xulamê te dewsa wî kur’ikî xweyê xwer’a bibe xulam, kur’ik bira t’evî birayêd xwe hevraz her’e.

[34] Çimkî, ezê çawa r’abim hevraz her’ime cem bavê xwe, heger kur’ik ne t’evî me be? Nebe ku ez wê qezîya ku bê serê bavê min bibînim».

Destpêbûn — Chapters