[1] Abram, t’evî jina xwe û t’emamîya hebûka xweva, Lût jî pêr’a, ji Misirê hevraz çû berbi Necefê.
[2] Abram h’eywên, zêr’ û zîvava gelekî dewletî bû.
[3] Û ew bi firarîyê ji Necefê çû h’eta Bêt’-Êlê, wî cîyê ku berê wî konê xwe li navbera Bêt’-Êlê û E’yêda lê danî bû.
[4] K’îderê ku pêşda gorîgeh çêkiribû, Abram li wir gazî navê Xudan kir.
[5] Lûtê ku t’evî Abram çûbû, pez, dewar û konêd wî jî hebûn.
[6] Lê wî e’rdî t’êra wan nedikir, ku t’evî hev bimana, çimkî hebûka wan usa gelek bû, ku nikaribûn t’evî hev bimana.
[7] We hingê şivanêd h’eywanêd Abram û şivanêd h’eywanêd Lût qir’ka hev girtin (wê hingê kenanî û pirîzzî wî welatîda diman).
[8] Abram gote Lût: «T’ewaqa min li te heye, bira li nava min û teda û li nava şivanêd min û şivanêd teda dilmayîn nek’evê, çimkî em bira ne.
[9] Va ye, t’emamîya welat li ber te ye. Ez hîvî dikim ji min biqete. Heger tu her’î alîyê ç’epê, ezê her’ime alîyê r’astê, heger tu her’î alîyê r’astê, ezê her’ime alîyê ç’epê».
[10] Lût serê xwe bilind kir û dîna xwe dayê t’emamîya deşta Ûrdunê ku dihate avdanê, wê hingê hê Xudan Sodom û Gomora wêran ne kiribû, h’eta Soharê ew mîna baxçê Xudan bû û mîna welatê Misirê.
[11] Lût t’emamîya deşta Ûrdunê xwer’a bijart û k’oç’ kir çû alîyê r’ohilatê. Ew aha ji hevdu qetîyan.
[12] Abram welatê Kenanêda ma, lê Lût li bajarêd deştêda cî-war bû û konêd xwe h’eta Sodomê lêxistin.
[13] Lê binelîyêd Sodomê gelekî xirab û gunek’ar bûn li ber Xudan.
[14] Gava Lût ji Abram qetîya, Xudan Abramr’a got: «Niha serê xwe bilind ke û ji vî cîyê ku tu lê sekinîyî, li bakur, başûrê û li r’ohilat, r’oavayê binihêr’e,
[15] çimkî wî welatê ku tu dibînî, ezê h’eta-h’etayê bidime te û zur’eta te.
[16] Ezê zur’eta te bikime weke t’oza e’rdê. Heger yek bikaribe ku t’oza e’rdê bijmire, wê zur’eta te jî bikaribe bijmire.
[17] R’abe li ser û binê wî welatî li hev de. Çimkî ezê wî bidime te».
[18] Hingê Abram konê xwe hilda çû Hêbronê, nava me’zêd Mamrêda cî-war bû û li wir Xudanr’a gorîgehek çêkir.