Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 41

[1] Û usa qewimî, ku du sala şûnda Firewin xewnek dît, va ye ew li devê ç’emê Nîlê sekinî bû

[2] û va ne h’eft noginêd bedewe k’ok ji Nîlê derk’etin û nava qamîşada ç’êrîyan.

[3] Pey wanr’a, dîna xwe dayê, va ne h’eft noginêd din jî, h’işkolekîye qav-qavkî ji Nîlê derk’etin, cem wan nogina li devê Nîlê sekinîn,

[4] û wan noginêd h’işkolekîye qav-qavkî, ew her h’eft noginêd bedewe k’ok xwarin, hingê Firewin h’işyar bû.

[5] Û ç’e’vê wî dîsa çûne li ser hev, ewî cara duda xewn dît, va ye li ser sapekê, h’eft simbilêd t’ijî û r’ind derdik’etin.

[6] Pey wanr’a va ye h’eft simbilêd valaye ji bayê r’ohilatê şewitî şîn bûn,

[7] û wan simbilêd vala, ew her h’eft simbilêd t’ijîye r’ind h’ûfî xwe kirin. Firewin h’işyar bû, va ye xewn bû.

[8] Wê sibehê dilê Firewin ku ne r’ih’et bû, ewî şand gazî h’emû k’oç’eka û zaneyêd Misirê kirin û xewnêd xwe wanr’a gilî kirin, lê kesek t’unebû ku ew xewn Firewinr’a şirovekirana.

[9] Hingê serwêrê şeravdara Firewinr’a xeberda û gotê: «Îro gunek’arîya min hate bîra min.

[10] Wê hingê gava Firewin hêrsa xwe li ser xulamêd xwe r’akir, ez avîtime girtîxana mala serwêrê nobedara, t’evî serwêrê nanpêja.

[11] Min û wî şevekêda xewn dîtin, me her yekî li gora fe’mîna xewna xwe, xewn dîtin.

[12] Li wir xortekî îbranî t’evî me hebû, ew xulamê serwêrê nobedara bû, me xewnêd xwe wîr’a gilî kirin, ewî mer’a şirovekirin, xewnêd me her yekî ewî r’ast mer’a şirovekirin.

[13] Ewî çawa mer’a şirovekirin, usa jî bû, ez veger’îyame li ser qulixê xwe, lê ewê din hate darxistinê».

[14] Hingê Firewin şande pey Ûsiv. Ew bi lez ji zindanê derxistin, r’ûyê xwe kur’ kir, k’incêd xwe guhastin û hate cem Firewin.

[15] Firewin gote Ûsiv: «Min xewn dîtîye, lê kesek t’une ku bikaribe minr’a şiroveke, min bihîstîye ku dibêjin: tu xewna dibihêyî û şirovedikî».

[16] Ûsiv li Firewin veger’and û gotê: «Ev h’unirê min nîne, lê Xwedêyê cabeke xêr bide Firewin».

[17] Firewin Ûsivr’a got: «Min xewn dît: va ye ez li devê Nîlê sekinî bûm,

[18] va ne h’eft noginêd bedewe k’ok ji Nîlê derk’etin û nava qamîşada ç’êrîyan.

[19] Pey wanr’a, min dîna xwe dayê, va ne h’eft noginêd din jî, jar, h’işkolekî û qav-qavkî, ku min t’emamîya welatê Misirêda yêd mîna wan usa h’işkolekî nedîtine,

[20] û wan noginêd h’işkolekîye qav-qavkî, ew her h’eft noginêd pêşîyêye k’ok xwarin.

[21] Ew çûne zikêd wan û qet k’ifş jî nedibû ku ew çûne zikêd wan, ew usa jî h’işkolekî man mîna berê. Û ez h’işyar bûm.

[22] Û dîsa xewn dît, va ye li ser sapekê h’eft simbilêd t’ijî û r’ind derdik’etin.

[23] Pey wanr’a h’eft simbilêd h’işk û valaye ji bayê r’ohilatê şewitî şîn bûn,

[24] û wan simbilêd vala, ew her h’eft simbilêd t’ijîye r’ind h’ûfî xwe kirin. Min k’oç’ekar’a gilî kir, lê kesekî minr’a şirovenekir».

[25] Hingê Ûsiv gote Firewin: «Xewnêd Firewin yek in. Tiştê ku Xwedêyê bike, ew e’lamî Firewin kirîye.

[26] Ew her h’eft noginêd r’ind, ew h’eft sal in, usa jî ew her h’eft simbilêd r’ind, h’eft sal in, ev xewn yek in.

[27] Ew her h’eft noginêd h’işkolekîye û qav-qavkî, ku pey wanr’a derk’etin, ew h’eft sal in û ew her h’eft simbilêd valaye ji bayê r’ohilatê şewitî, ew her h’eft salêd xelayê ne.

[28] Ez vê yekê dibêjime Firewin, wekî Xwedê tiştê ku wê bike, nîşanî Firewin kirîye.

[29] Va ye, h’eft salê bên, ku t’emamîya welatê Misirê wê t’êr û t’ijî be.

[30] Lê pey wan salar’a, wê h’eft sala bibe xelayî û h’emû t’êr û t’ijîbûna welatê Misirê wê bê bîrkirinê. Xelayê welêt daqurtîne.

[31] Û wê usa be, ku ji dest wê xelaya ku wê peyr’a bê, ew t’êr û t’ijîbûna welêt îdî neyê bîranînê. Çimkî xelayê gelekî giran be.

[32] Lê xewna ku Firewinr’a du cara hatîye wek’ilandinê, tê h’esabê, ku ev yek alîyê Xwedêda e’seyîkirî ye û Xwedê wê zûtirekê bike.

[33] Bira niha Firewin merivekî bîlan û serwaxt bibîne û wî dayne li ser t’emamîya welatê Misirê.

[34] Bira Firewin vê yekê bike, berpirsîyar dayne li ser welêt û nava van h’eft salêd t’êr û t’ijîda, ji h’emû deremetêd welatê Misirê ji pênca yekî bistînine.

[35] Û bira h’emû xurekêd nava van salêd qencda ku wê bên t’op kin, û bin destê Firewinda genim bidine serhev û bajarada xurek xwey kin,

[36] wekî xurek k’îsê welêtda hebe, bona wan h’eft salêd xelayêye ku wê welatê Misirêda bibe, ku welat ji xelayê qir’ nebe».

[37] Ev yek li Firewin û h’emû xulamêd wî xweş hat.

[38] Firewin gote xulamêd xwe: «Hûn dikarin merivekî mîna vî bibînin, ku R’uh’ê Xwedê têda be?»

[39] Hingê Firewin gote Ûsiv: «Xwedê ku ev yek li ber te vekirîye, bîlan û serwaxtê mîna te t’unene.

[40] Tu li ser mala minr’a be, t’emamîya cime’ta min jî guhdarîya gotinêd devê te bike, ez t’enê t’extê xweda ji te mestir bim».

[41] Û Firewin serda zêde kir û gote Ûsiv: «Va ez te datînime li ser t’emamîya welatê Misirê».

[42] Hingê Firewin gustîla mora xwe ji t’ilîya xwe derxist, kire t’ilîya Ûsiv, k’incêd k’itanî zirav lêkirin û zincîreke zêr’în avîte stûyê wî.

[43] Ew li e’reba xweye duda da sîyarkirinê û pêşîa wî bi dengê bilind dikirine gazî: «Çok bidin!» Û ew danî li ser t’emamîya welatê Misirê.

[44] Firewin gote Ûsiv: «Ez Firewin im, bêyî te t’u kes, t’emamîya welatê Misirêda nikaribe destê xwe yan nigê xwe bilind ke».

[45] Firewin navê Ûsiv danî Safinat’-Panêa û Asnat’a qîza Potî-Perayê t’erêqê bajarê Onê da wî. Ûsiv r’abû li welatê Misirê biger’e.

[46] Ûsiv sî salî bû, gava ew li ber Firewin p’adşê Misirê sekinî. Ûsiv ji cem Firewin derk’et, li t’emamîya welatê Misirê ger’îya.

[47] Wan h’eft salêd t’êr û t’ijîtîyêda, e’rdê gelek deremet da.

[48] Ewî h’emû xurekêd wan h’eft salêd ku e’rdê Misirê dida, da ser hev, û ew xurek bajarada cî-war kirin, her xurekêd ji e’rdê dor û berêd bajara, nava wanda cî-war kirin.

[49] Ûsiv mîna qûma be’rê, haqasî gelek genim lod kir, usa ku îdî h’esab nekirin, çimkî nedihate h’esabê.

[50] Berî hatina salêd xelayê, Ûsivr’a du kur’ bûn. Evana Asnat’a qîza Potî-Perayê t’erêqê bajarê Onê jêr’a anîn.

[51] Ûsiv navê kur’ê xweyî nixurî danî Minaşe û got: «Çimkî Xwedê h’emû derd-kulê min û mala bavê min ji bîra min derxistin».

[52] Navê yê duda danî Efrayîm û got: «Çimkî Xwedê wî welatê zelûlîya minda, bedena min şîn kir».

[53] Ew her h’eft salêd welatê Misirêdaye t’êr û t’ijîyê derbaz bûn,

[54] û ew her h’eft salêd xelayê destpêkirin, çawa ku Ûsiv gotibû. H’emû welatada bû xelayî, lê t’emamîya welatê Misirêda nan hebû.

[55] Gava bir’çîbûn k’ete t’emamîya welatê Misirê, cime’tê bona nan hewara xwe Firewin danî. Firewin gote h’emû misirîya: «Her’ine cem Ûsiv, çi wer’a bêje bikin».

[56] T’emamîya r’ûyê e’rdê bû xelayî, Ûsiv h’emû e’mbar vekirin û firote misirîya. Xelayî welatê Misirêda giran bû.

[57] Û ji t’emamîya t’opa dinê dihatine Misirê, ji Ûsiv genim dik’ir’în, çimkî li ser t’emamîya r’ûyê e’rdê xelayî giran bibû.

Destpêbûn — Chapters