[1] Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê r’ojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya h’emûyêd bawermend belayî t’opraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.
[2] Merivêd xwedêxof Steyfan defin kirin û şîneke giran ser kirin.
[3] Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal diger’îya jin û mêr k’aşî derva dikirin davîtine kelê .
[4] Ewêd bela-belayî bibûn diger’îyan, Mizgînîya xeberê didan.
[5] Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanr’a bona Mesîh dannasîn dikir.
[6] E’laletê bi dil guhdarîya gotinêd Fîlîpo dikir, gava dibihîstin û didîtin ew k’eremetêd ku wî dikirin.
[7] Ji gelek cinak’etîya r’uh’êd h’eram bi dengê bilind dikirine qîr’în derdik’etin û gelek şilûşe’t, nigada seqet qenc dibûn.
[8] Hingê şabûneke mezin k’ete wî bajarî.
[9] Merivek wî bajarîda hebû navê wî Şimh’ûn, ewî hê zûva sêrbazî dikir û samerî e’cêbmayî dikirin û xwe jî danîbû dewsa yekî mezin.
[10] T’emamîya cime’tê ji biç’ûka h’eta mezina bi dil guh didane wî û digotin: «Ev e ew ‹Qewata Xwedêye mezin› ku dibêjin».
[11] Bi dil guh didane wî, çimkî ewî zûva bi sêrbazîyêd xwe ew e’cêbmayî kiribûn.
[12] Lê gava ewî ew mizgînîya Fîlîpo bawer kir, ya ku bona P’adşatîya Xwedê û navê Îsa Mesîh dida, hin mêr hin jin, h’emû jî pê avê hatine nixumandinê.
[13] Şimh’ûn xwexa jî bawer kir hate nixumandinê û t’imê t’evî Fîlîpo bû. Û gava ew nîşan û k’eremetêd zor ku dibûn didît, e’cêbmayî dima.
[14] Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûh’enna şandine cem wan.
[15] Ew ku berjêr bûn, bona wan dua kirin ku R’uh’ê Pîroz bistînin,
[16] çimkî h’eta hingê hê R’uh’ê Pîroz nehatibû ser ji wan t’u kesî, t’enê bi navê Xudan Îsa hatibûne nixumandinê.
[17] Hingê Petrûs û Yûh’enna destêd xwe danîne ser wan û wana R’uh’ê Pîroz stand.
[18] Gava Şimh’ûn dît, wekî bi dest danîna şandîya R’uh’ê Pîroz distînin, p’ere dirêjî wan kir
[19] û got: «Evî h’ukumî bidine min jî, ku ez destê xwe daynime ser k’ê, R’uh’ê Pîroz bistîne».
[20] Lê Petrûs wîr’a got: «Zîvê te bira t’evî te bit’er’ibe! Te t’irê p’êşk’êşa Xwedê p’eretî tê standinê!
[21] P’ara te vê yekêda tiştek t’une, çimkî dilê te li ber Xwedê ne r’ast e.
[22] Niha ji wê xirabîya xwe veger’e, r’eca ji Xudan bike, belkî ev nêta teye xirab bê baxşandinê,
[23] çimkî ez te nava te’layîya zirav û qeydêd neheqîyêda dibînim».
[24] Şimh’ûn lê veger’and û got: «Hûn bona min hîvî ji Xudan bikin, wekî ji ew gotinêd we t’u tişt neyê serê min».
[25] Gava wana şe’detî da û xebera Xudan xeber dan, paşda veger’îyane Orşelîmê û li ser r’îya xwe gelek gundêd Sameryayêda jî Mizgînî didan.
[26] Hingê milyak’etekî Xudan Fîlîpor’a got: «R’abe her’e alîyê başûrê, ser wê r’îya ku ji Orşelîmê berjêrî Gazzayê dibe», ku çol-bestek bû.
[27] Ew jî r’abû çû û dîna xwe dayê, va ye nemêrekî ji Etyûpîyê wezîrê Kendakê, awa gotî p’adşa Etyûpîyê, ku wek’îlê t’emamîya xizna wê bû, bona h’ebandinê hatibû Orşelîmê.
[28] Ew ji wir vediger’îya û e’reba xweda k’itêba Îşaya p’êxember dixwend.
[29] R’uh’ Fîlîpor’a got: «Pêşda her’e û r’ex e’rebêva here».
[30] Fîlîpo jî bezî nêzîk bûyê, bihîst ku ew k’itêba Îşaya p’êxember dixûne û jê pirsî: «Çi ku tu dixûnî fe’m dikî?»
[31] Ewî gotê: «Ezê çawa bikaribim fe’m bikim, heger yek minr’a şiroveneke?» Û hîvî ji Fîlîpo kir ku r’abe r’ex wî r’ûnê.
[32] Ew cîyê ku wî nivîsarêda dixwend ev bû: «Mîna peza bona serjêkirinê hate birinê û çawa berxa li ber qusêsê xwe nake k’alîn, devê Xwe venake.
[33] Ew nimiz kirin û heqê Wî jê standin. Derheqa zur’eta Wîda k’ê wê gilî ke? Çimkî e’mirê Wî ji r’ûbarê dinê hate hildanê» .
[34] Nemêr ji Fîlîpo pirsî û gotê: «Ez hîvî dikim minr’a bêje, p’êxember van tişta bona k’ê dibêje? Bona xwe yan bona yekî mayîn?»
[35] Fîlîpo r’abû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîr’a şirovekir.
[36] Gava r’îya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?»
[38] Û nemêr e’mir kir, ku e’rebê bidine sekinandinê, her du jî k’etine avê û Fîlîpo nemêr nixumand.
[39] Gava ewana ji avê derk’etin, R’uh’ê Xudan Fîlîpo hilda, îdî nemêr Fîlîpo nedît, ew eşq û şa r’îya xweda çû.
[40] Lê Fîlîpo Aşdodêda xuya bû û diger’îya, Mizgînî dida her bajarî, h’eta Qeyserîyê jî hat.