Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 10:51

[1] Hingê serekk’ahîn Steyfanr’a got: «Ev yek r’ast in?»

[2] Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê H’aranê, Xwedêyê r’ûmetê wîva xuya bû

[3] û jêr’a got: ‹Ji welat û pismamêd xwe biqete û her’e wî welatê ku ezê nîşanî te kim› .

[4] Hingê Birahîm ji welatê k’ildanîya derk’et li H’aranê ma. Pey mirina bavê wîr’a Xwedê ew warguhaste vî welatê ku hûn niha têda dimînin.

[5] Li vê derê wargeh neda wî, ne jî dewsa nigekî, lê soz da ku vî welatî çawa milk’ bide wî û pey wîr’a jî bide zur’eta wî, gava ku hê zar’êd wî t’unebûn .

[6] Xwedê wîr’a aha got: ‹Zur’eta teyê welatê xelqêda xerîbîyêda be, wê wan bikine xulam û çarsid salî bidine cefê.

[7] Lê dîwana wî miletê ku wê jêr’a bibine xulam› Xwedê got, ‹Ezê bikim, pey wê yekêr’a ewê derên, li vî cîyî Min bih’ebînin› .

[8] Paşê sinet çawa nîşana peymanê da Birahîm. Awa gava Îshaq jêr’a bû, r’oja h’eyşta ew sinet kir û Îshaq jî Aqûb usa kir, Aqûb jî her donzdeh kur’êd xweye bave’şîrêd me usa kirin .

[9] Bave’şîra jî ji h’evsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê t’evî wî bû ,

[10] ew ji h’emû tengasîyêd wî xilaz kir. Gava ew ber Firewinê p’adşê Misirê sekinî, Xwedê k’erem û serwaxtî dayê, p’adşê jî Ûsiv ser Misirê û t’emamîya mala xwe kire serwêr .

[11] Hingê t’emamîya welatê Misirê û Kenanêda bû xelayî û k’etine oxirmê giran, kal-bavêd me nikaribûn xurek destxistana.

[12] Aqûb ku bihîst li Misirê genim dest dik’eve, cara pêşin kal-bavêd me şandin.

[13] Cara duda Ûsiv xwe birayêd xweva da naskirinê û e’silê wî Firewinva e’yan bû.

[14] Hingê Ûsiv şand gazî bavê xwe Aqûb û t’emamîya mala wî kir, ku serhev h’eftê pênc nefs bûn.

[15] Aqûb berjêrî Misirê bû, ew û kal-bavêd me wir mirin.

[16] Cinyazêd wan birine Şexemê kirine wî mezelê ku Birahîm bi qîmetekî zîva ji kur’êd Hamorê Şexemê k’ir’îbû .

[17] Gava ew wextê ku Xwedê bi sond Birahîmr’a soz dabû nêzîk dibû, cime’t Misirêda gelekî zêde bibû.

[18] Wî çaxî p’adşakî din Misirêda r’abû, ku derheqa Ûsivda tiştek nizanibû .

[19] Ewî h’ilek’arî li miletê me kir û kal-bavêd me dane cefê, p’êyî ser wan kir, ku ew zar’okêd xwe bavêjine derva, ku nejîn .

[20] Wî çaxî Mûsa ji dîya xwe bû, ew yekî gelekî bedew bû û sê meha mala bavê xweda mezin bû.

[21] Gava ew hate avîtinê, qîza Firewin ew hilda bir, çawa kur’ xwer’a mezin kir.

[22] Mûsa t’emamîya serwaxtîya misirîya hîn bû, xeberdan û şixulê xweda jî zor bû.

[23] Gava çil salîya wî t’emam bû, dilê wîr’a derbaz bû ku serîkî bide xûşk-birayêd xwe zar’êd Îsraêl.

[24] Ewî yekî îsraêlî dît ku yekî misirî neheqî lê dikir, çû pişta wî, h’eyf hilda yê misirî kuşt.

[25] Mûsa t’irê xûşk-birayêd wîyê fe’m bikin, ku Xwedê wê bi destê wî xilazbûnê bide wan, lê fe’m nekirin.

[26] R’oja dinê r’astî du îsraêlîya hat ku şer’ dikirin, xwest ku wan li hev bîne û got: ‹E’vdno! Hûn bira ne, çima neheqîyê li hevdu dikin?›

[27] Lê ewê ku neheqî li hevalê xwe dikir, ew de’f da û gotê: ‹K’ê tu ser me serwêr û h’akim k’ifş kirî?

[28] Yan tu dixwazî min jî mîna wî misirîyê duhu bikujî?›

[29] Gava Mûsa ev yek bihîst, r’evî welatê Midyanê xerîbîyêda ma û li wir du kur’ jêr’a bûn .

[30] Pey çil salîr’a ber’îyêda li ç’îyayê Sînayê milyak’etek nava alava agirê dir’îyêda wîva xuya bû.

[31] Mûsa ku dît, li ser wê yekê e’cêbmayî ma. Gava nêzîk dibûyê ku bibîne, dengê Xudan bihîst:

[32] ‹Ez Xwedêyê kal-bavêd te, Xwedêyê Birahîm, Îshaq û Aqûb im›. Mûsa dilerizî û newêribû binihêr’îya.

[33] Hingê Xudan gotê: ‹Çarixêd nigêd xwe bêxe, çimkî ew cîyê ku tu lê sekinî yî e’rdê pîroz e.

[34] Belê Min cefê cime’ta Xwe Misirêda dît û zarînîya wan bihîst, peya bûm ku wan xilaz kim. De niha were Ez te bişînime Misirê›.

[35] Ew Mûsayê ku t’exsîr kirin û gotinê: ‹K’ê tu ser me serwêr û h’akim k’ifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyak’etê ku nav dir’îyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand .

[36] Ewî ew ji Misirê derxistin, Misirê, be’ra Sor û ber’îyêda çil salî nîşan û k’eremet kirin .

[37] Mûsa hema ew bû, yê ku zar’êd Îsraêlr’a got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda p’êxemberekî mîna min bona we r’ake› .

[38] Mûsa ew bû, yê ku ber’îyêda nava cime’tê bû, li serê ç’îyayê Sînayê jî t’evî wî milyak’etî bû, k’îjanî t’evî wî kal-bavêd mer’a xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me .

[39] Lê kal-bavêd me nexwestin gur’a wî bikin, ew t’exsîr kirin, dilêd xweda veger’îyane Misirê

[40] û Harûnr’a gotin: ‹Mer’a xwedêya çêke, ku pêşîya me k’evin, çimkî ew Mûsayê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî› .

[41] Hema wan r’ojada p’ûtekî mîna golika çêkirin, qurban wî p’ûtîr’a dan û bona şixulê destê xwe k’êf kirin .

[42] Hingê Xwedê berê Xwe ji wan guhast û hişt ku ew steyrkêd e’zmên bih’ebînin, çawa k’itêba p’êxemberada nivîsar e: ‹Gelo çil salî qurban û h’edî we ber’îyêda Minr’a dan, Mala Îsraêl?

[43] Na, lê we konê Molox xwedê û steyrka R’emfan xwedêyê xwe hildidan, ev sûret in, yêd ku we çêkirin, wekî hûn wan bih’ebînin. Bona vê yekê Ezê we biguhêzime wî alîyê welatê Babîlonê› .

[44] Konê Şe’detîyê ber’îyêda t’evî kal-bavêd me bû. Ew usa hate çêkirinê, çawa Ewê ku Mûsar’a xeber da, e’mir kir ku mîna wî şikilê ku dîtibû çêke .

[45] Paşê kal-bavêd me jî ew konê ku ji pêşîya wanr’a mabû, hildan anîne vî welatî, wî wextê ku wan t’evî Yêşû ji wan mileta zeft kiribûn û Xwedê ji ber kal-bavêd meva berî wan mileta dabû. Ew kon li wir ma h’eta wextê Dawid .

[46] Dawid jî k’erem ji Xwedê stand, xwest ku xanekê bona Xwedêyê Aqûb çêke .

[47] Lê Silêman bona Wî xanek çêkir .

[48] Lê belê Yê Herî Jorin malêd bi desta çêkirîda namîne, çawa p’êxember dibêje:

[49] ‹E’zman k’ursîya Min e, e’rd jî binê p’îyêd Min e. Hûnê çi malê Minr’a çêkin? Xudan dibêje. Yan jî çi cîyî bona r’ih’etîya Min?

[50] Ne destêd Min ev her tişt çêkirine? ›

[51] Serh’işkno! K’afir û guhada ker’no! Hûn t’imê miqabilî R’uh’ê Pîroz disekinin, kal-bavêd we çawa bûne, hûn jî usa ne .

[52] Kal-bavêd we ji p’êxembera k’îjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê R’ast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.

[53] Wer’a Qanûn bi destê milyak’eta hate dayînê, lê we xwey nekir!»

[54] Gava ev tişt dibihîstin, hewa wan dik’et û diranêd xwe ser wî diç’ir’ikandin.

[55] Lê Steyfan bi R’uh’ê Pîroz t’ijî berê xwe e’zmênda kir, r’ûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî r’astê sekinî dît

[56] û got: «Va ye ez e’zmana vebûyî dibînim û Kur’ê Mêriv li milê Xwedêyî r’astê sekinî!»

[57] Wî çaxî wana kire qîr’în û guhêd xwe girtin, h’emû hevr’a r’ahiştine wî,

[58] ew ji bajêr derxistin, dane ber kevira. Şe’da jî k’incêd xwe danîne ber nigêd xortekî navê wî Şawûl.

[59] Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, r’uh’ê min bistîne».

[60] Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanar’a gune h’esab neke». Aha ku got, hênijî .

K’arêd Şandîya — Chapters