[1] «Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».
[2] Gava bihîstin ku ew wanar’a bi zimanê îbranî k’ete xeberdanê, ker’ bûn hê dengê xwe bir’în. Û wî got:
[3] «Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û h’emû Qanûna kal-bava jî bi fesal-r’ast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn h’emû îro .
[4] Min h’eta kuştinê jî yêd ku pey vê R’ê diçûn, dizêrandin û qisimê jin û mêra girêdidan davîtine kelê ,
[5] çawa serekk’ahîn û t’emamîya civîna r’ûspîya jî şe’dê min in. Min ser birayêd cihûtîyêdaye Şamê ne’me ji wan hildabûn diçûm wekî yêd wir jî girêdayî bînime Orşelîmê ku bidine cezayê.
[6] Gava ez hê r’ê diçûm, nêzîkî Şamê bûm, r’o nava r’ojê nişkêva ji e’zmên dora min r’onayîke qayîm şewq da.
[7] Ez k’etime e’rdê û min dengek bihîst ku minr’a got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?›
[8] Min lê veger’and: ‹Tu k’î yî, Xudan?› Ewî minr’a got: ‹Ez Îsayê Nisretê me, Yê ku tu dizêrînî›.
[9] Ewêd t’evî min jî r’onayî dîtin, lê dengê ku minr’a xeber dida nedibihîstin.
[10] Hingê min got: ‹Ez çi bikim, Xudan?› Xudan minr’a got: ‹R’abe her’e Şamê û li wir her tiştê ku bona te k’ifşkirî ye bikî, wê ter’a bê gotinê›.
[11] Min ku ji dest şewqa wê r’onayê nedidît, hingê yêd t’evî min destê min girtin, ez birime Şamê.
[12] Yekî navê wî Hananîya, anegorî Qanûnê xwedêxof, nav cihûyêd Şamêda jî ew xweyîyê şe’detîya qenc bû,
[13] eva hat cem min sekinî û got: ‹Şawûl bira, bibîne!› Min destxweda dît û li wî nihêr’î.
[14] Ewî minr’a got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu k’ifş kirî ku e’mirê Wî bizanibî û Yê R’ast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,
[15] çimkî tê ber h’emû meriva bona wan tiştêd te dîtin û bihîstin bibî şe’dê Wî.
[16] Îdî çima derengî dêxî? R’abe were nixumandinê, gazî navê Wî ke ji gunêd xwe were şûştinê›.
[17] Gava ez veger’îyame Orşelîmê û p’aristgehêda dua dikir, mîna sih’etê ser minr’a derbaz bû,
[18] min Ew dît û Wî minr’a got: ‹Bike bilezîne ji Orşelîmê derê, çimkî ew şe’detîya ku tê bona Min bidî ewê qebûl nekin›.
[19] Min got: ‹Xudan, ew qenc zanin ku ez bûm, ewî h’emû k’inîştada yêd bawerîya xwe Te danîn, davîtine kelê û ew dik’utan.
[20] Gava xûna Steyfanê şe’dê Te dir’ijîya, ez xwexa jî wir hazir û r’azî bûm, min nobedarî k’incêd yêd ew kuştin dikir› .
[21] Hingê Ewî minr’a got: ‹Her’e, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».
[22] H’eta van xebera e’laletê guhdarîya wî kir, paşê bi dengê bilind gotin: «R’ûbarî dinê wî nehêle! Yêd mîna wî gerekê nejîn!»
[23] Wana dikirine qîr’în, k’incê xwe diqelaştin davîtin û xwelî dir’eşandine hewa.
[24] Serh’ezar e’mir kir, ku wî bibine eskerxanê û got: «Bidin ber qamçîya jê bipirsin, bizanibin k’a sûcê wî çi ye, wekî usa ser wî dikine qar’e-qar’».
[25] Gava bi qayîşêd ç’erm girêdan, Pawlos sersedê sekinîr’a got: «Gelo eva cayîz e ku hûn li bajarvanekî R’omayê xin, yê ku hê dîwana wî nebûye?»
[26] Sersed gava ev yek bihîst, çû cem serh’ezar û got: «Tu çi dikî? Eva meriva bajarvanê R’omayê ye».
[27] Serh’ezar nêzîkî Pawlos bû û wîr’a got: «Minr’a bêje, tu bajarvanê R’omayê yî?» Ewî got: «Belê».
[28] Serh’ezar lê veger’and û got: «Min bi gelek p’era ew bajarvantî standîye». Pawlos got: «Lê ez yekr’ojîya xweda bajarvanê wir im».
[29] Û destxweda ewêd ku wê lêxistana û gilî jê bik’işandana ji wî dûr k’etin. Serh’ezar xwexa jî tirsîya, gava bihîst ku bajarvanê R’omayê ye, çimkî ewî ew dabû girêdanê.
[30] Sibetira din serh’ezar xwest r’ast bizanibe k’a cihû çima şikîyatê Pawlos dikin. Ew ber’da û e’mir kir, ku serekêd k’ahîna civîna giregirava bê. Hingê Pawlos anî li ber wan da sekinandinê.