Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:06

[1] Wan r’ojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her r’oj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.

[2] Wî çaxî her donzdeha gazî k’oma şagirta kir û gotin: «Ev yek ne r’ast e ku em dannasînîya xebera Xwedê bihêlin, xurek belakirinêva mijûl bin.

[3] Niha gelî bira, ji nava xweda h’eft merivêd bi şe’detîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî R’uh’ê Pîroz û serwaxtîyêva t’ijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.

[4] Lê emê xwe bidine dua û dannasînîya xeberê».

[5] Eva yeka h’emû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û R’uh’ê Pîrozva t’ijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji p’ûtp’aristîyê hatibû ser bawerîya cihûya.

[6] Evana ber şandîya dane sekinandinê, şandîya jî dua kirin û destêd xwe dane ser wan.

[7] Û xebera Xwedê pêşda diçû, e’laleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji k’ahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.

[8] Steyfan, ew merivekî bi k’erem û qewata Xwedêva t’ijî bû, nav cime’têda k’eremet û nîşanêd mezin dikirin.

[9] Lê hinekêd ji k’inîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê r’abûn t’evî Steyfan k’etine de’wê.

[10] Lê nikaribûn li ber wê serwaxtîyê û wî R’uh’ê ku pê xeber dida bisekinîyana.

[11] Wî çaxî dizîva serê çend merîya t’ijî kirin ku bêjin: «Me bihîst ku eva tiştêd miqabilî Mûsa û Xwedê dibêje».

[12] Bi vî awayî cime’t, r’ûspî û qanûnzan t’evîhev kirin, r’ahiştine Steyfan, ew girtin û k’aşî civîna giregira kirin.

[13] Şe’dêd derew anîn dane sekinandinê û wan got: «Eva t’erka xeberdana miqabilî vî cîyê pîroz û Qanûna Mûsa nake.

[14] Me ji devê wî bihîst ku got: ‹Îsayê Nisretê wê vê P’aristgehê hilşîne û e’detêd ku Mûsa dane me biguhêze›».

[15] H’emûyêd civîna giregirada r’ûniştî gava li wî nihêr’în, dîna xwe danê r’eng-r’ûyê wî mîna r’eng-r’ûyê milyak’eta bû.

K’arêd Şandîya — Chapters