[1] Lê merivekî navê wî Hananîya t’evî jina xwe Safêrîyayê milk’ek firot,
[2] ji qîmetê wê hinek veşart, ku jin jî haş pê hebû, hinek jî anî li ber p’îyêd şandîya danî.
[3] Hingê Petrûs wîr’a got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu R’uh’ê Pîrozr’a derewa bikî û ji qîmetê e’rdê hinekî veşêrî?
[4] Berî firotanê ne ew ya te bû? Û pey firotanêr’a jî qîmetê wê destê teda nîbû? Te çima ev yek kire dilê xwe? Te ne ku merivar’a derew kir, lê Xwedêr’a».
[5] Gava Hananîya ev xeber bihîstin, k’et r’uh’ê xwe da û tirseke mezin h’emûyêd ku bihîstin girt.
[6] Xort jî r’abûn ew k’efen kirin û birine derva defin kirin.
[7] Weke sê sih’eta derbaz bû, jina wî ku nizanibû çi qewimîye, k’ete hindur’.
[8] Petrûs jê pirsî got: «Minr’a bêje, we hebûka xwe hema haqasî firot?» Ewê got: «Belê, hema haqasî».
[9] Hingê Petrûs wêr’a got: «Hûn çima bûne yek ku R’uh’ê Xudan bicêr’ibînin? Va ne dengê nigêd wan merivêd ku mêrê te defin kirine ji pişt dêrî tên, wê te jî derxine derva».
[10] Pêr’a-pêr’a ew k’ulfet k’ete ber nigêd wî û r’uh’ê xwe da. Hingê xort k’etine hindur’, ewa mirîtî dîtin, hildan birin k’êleka mêrê wê defin kirin.
[11] Tirseke mezin k’ete ser t’emamîya civînê û h’emûyêd ku ev yek bihîstin.
[12] Bi destê şandîya gelek nîşan û k’eremet nav cime’têda dibûn. (H’emû bawermend hevr’a hêwangeha Silêmanda dicivîyan.
[13] T’u kesî ji yêd mayîn newêribû nêzîkî wan bûya, lê belê cime’tê jî qedirê wan digirt.
[14] Lê dîsa e’laleta jina û mêra hê-hê zêde dibûn, yêd ku bawerîya xwe Xudan danîn.)
[15] Bona vê yekê xelqê nexweş derdixistine serê r’îya, dadanîne ser darbesta û ber’a, wekî gava Petrûs derbaz be, t’enê sîya wî bik’eve ser ji wan hineka.
[16] E’lalet jî ji bajarêd dor-bera dihatine Orşelîmê, t’evî xwe nexweş û yêd ku ji r’uh’êd h’eram cefa dik’işandin danîn û h’emû jî qenc dibûn.
[17] Serekk’ahîn û h’emûyêd t’evî wî, ku ji k’omela sadûqîya bûn, h’evsûdîyêva dagirtî r’abûn
[18] dest avîtine şandîya, avîtine kela cime’tîyê.
[19] Lê milyak’etekî Xudan wê şevê dergehêd kelê vekirin, ew derxistine derva û gote wan:
[20] «Her’in p’aristgehêda bisekinin û cime’têr’a van h’emû gotinêd vê jîyînê bêjin».
[21] Wana jî guhdarî kir, sibehê zû k’etine p’aristgehê, destpêkirin hîn kirin. Hingê serekk’ahîn k’oma xweva hat, t’evî t’emamîya k’oma r’ûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin.
[22] Lê gava berdestî çûn, ew kelêda nedîtin, veger’îyan hatin û gotin:
[23] «Kela ji her alîyava dadayî bû û nobedar jî li ber dergeha bûn, lê gava me vekir, me hindur’da t’u kes nedît».
[24] Gava serwêrê nobedarêd p’aristgehê û serekêd k’ahîna ev xeber bihîstin, ser wan e’cêbmayî man digotin: «Gelo çi qewimîye?»
[25] Wê demê yekî hat wanr’a got: «Va ew merivêd we avîtibûne kelê, p’aristgehêda sekinî ne û cime’tê hîn dikin!»
[26] Wî çaxî serwêrê nobedara berdestîyava t’evayî çûn ew anîn, lê ne bi zorbetîyê, çimkî ji cime’tê ditirsîyan, ku wan nedine ber kevira.
[27] Ew birin ber civîna giregira dane sekinandinê, serekk’ahîn ji wan pirsî
[28] û got: «Me h’işk t’emî li we nekir, ku bi Wî Navî hîn nekin? Lê va we Orşelîm bi hînkirina xweva t’ijî kirîye, hûn dixwazin cabdarîya xûna Wî Merivî bikine stûyê me» .
[29] Petrûs û şandîyêd mayînva cab dan û gotin: «Em gerekê gur’a Xwedê bikin, ne ku ya meriva.
[30] Xwedêyê kal-bavêd me Îsa ji mirinê r’akir, Ewê ku we darva dardakir kuşt.
[31] Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî r’astê, ku bibe R’êber û Xilazkir, wekî mecala t’obeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.
[32] Em şe’dê van tişta ne, usa jî R’uh’ê Pîroz, k’îjan Xwedê da wan, yêd ku gur’a Wîda ne».
[33] Gava wana ev yek bihîst, gelekî hêrs k’etin û dixwestin wan bikujin.
[34] Lê fêrisîkî dersdarê Qanûnê hebû, navê wî Gamalyêl û nava t’emamîya cime’têda jî xweyîqedir bû. Eva civîna giregirada r’abû sekinî e’mir kir ku şandîya xêlekê derxine derva
[35] û wanr’a got: «Gelî îsraêlîya! Hindava vanda haş ji xwe hebin ku hûnê çi bikin.
[36] Wextekê T’ewdas pêşda hat, ku xwe danîbû dewsa yekî mezin û weke çarsid merivî jî xwe lê girtibûn, ew hate kuştinê, h’emû peyçûyêd wî jî t’ûr’-t’ûr’î bûn û kes nema.
[37] Pey wîr’a Cihûdayê Celîlê jî r’ojêd navnivîsarêda r’abû e’laleteke giran li pey xwe bir, lê ew hate kuştinê û h’emûyêd pey wî diçûn jî bela-belayî bûn.
[38] Û niha ez vî h’alîda wer’a dibêjim, ji van meriva veger’in û wan ber’din. Heger ew şêwir yan şixul merivatî be, wê betal be,
[39] lê heger ji Xwedêda ye, hûn nikarin betal kin. Miqatî xwe bin nebe ku hûn r’abine ber Xwedê». Civîna giregira gur’a wî kir,
[40] gazî şandîya kirin, ew dane ber qamçîya, e’mirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û ber’dan.
[41] Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî r’ezîlkirinê bûne.
[42] Her r’oj li p’aristgehê û malada t’imê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye.