Kolosî 4
[1] Xweyîno, xulamêd xwer’a heqîyê û r’astîyê bikin. Bizanibin ku Xweyê we jî li e’zmên heye .
[2] Her gav xwe bidine dua, duakirinêda h’işyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin.
[3] Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em sur’a Mesîh e’lam kin, bona k’îjanê jî ez van qeydada me.
[4] Dua bikin, ku ez wê usa zelal bidime e’yankirinê, çawa borcê min ew gerekê bê gotinê.
[5] Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext .
[6] Bira xeberdana we t’imê me’rîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin.
[7] Bona min Tixîko wê her tiştî wer’a bêje. Ew birakî delal e, berdestîkî amin û heval-xulamekî yektîya Xudanda ye.
[8] Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we.
[9] Ez wî t’evî birayê meyî aminî delal Onîsîmo dişînim, ku ew ji we ye jî. Ewana wer’a wê bona her tiştêd ku li vir diqewimin bêjin .
[10] Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we t’emî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)
[11] Û Îsayê ku jêr’a Yûsto jî dibêjin li we silav dike. Evana t’enê ji alîyê bawermendêd cihûyada bona P’adşatîya Xwedê t’evî şixulê min in û bîna min bi wan derk’etîye.
[12] Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqer’m sekinî bin, t’emamîya e’mirê Xwedêda bawer bin.
[13] Ez şe’de me, ku ew gelekî bona we, usa jî bona yêd Lawdikyayê û Hîrapolîsêda xîret dike.
[14] Lûqayê doxtorê delal li we silav dike, usa jî Dîmas.
[15] Silavê bidine xûşk-birayêd Lawdikyayê , Nîmfasa xûşk û civîna mala wêda .
[16] Gava eva ne’ma nava weda bê xwendinê, usa bikin ku civîna Lawdikyayêda jî bê xwendinê û ne’ma lawdikîyar’a şandî jî hûn bixûnin.
[17] Û bêjine Arxîpo: «Bona wî qulixê ku te ji Xudan standîye, miqatî xwe bî, ku bînî sêrî» .
[18] Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! K’erema Xwedê wer’a be.