[1] Ji Pawlos, Sîlas û Tîmot’êyo, civîna T’êsalonîkîyar’a, ya ku p’ara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira k’erem û e’dilayî li we be.
[2] Em her gav bona we h’emûya r’azîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda t’imê we bîr tînin.
[3] Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji h’izkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.
[4] Em zanin xûşk-birano, ku hûn Xwedêda h’izkirî û bijartî ne,
[5] çimkî Mizgînîdayîna me ne ku t’enê bi xeberê wer’a hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi R’uh’ê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.
[6] Û we jî ç’e’v da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa R’uh’ê Pîroz şa bûn .
[7] Bi vî awayî hûn bona h’emû bawermendêd Mekedonyayê û Axayayê bûne nexşek.
[8] Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derk’et bela bû, ne ku t’enê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne h’ewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.
[9] Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji p’ûta li Xwedê veger’îyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û r’astr’a bikin
[10] û ji e’zmana hîvîya hatina Kur’ê Wî bin, k’îjan ku Wî ji nava mirîya r’akir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.