Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:07

[1] Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û r’eca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda her’in.

[2] Çimkî hûn zanin me bi saya Xudan Îsa çi t’emî dane we.

[3] Xwestina Xwedê ew e, ku hûn h’elal bin, ji qavîyê dûr bin.

[4] Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe h’elal û bi namûsî xwey ke ,

[5] ne bi xwestina temê xirab, mîna p’ûtp’arista, yêd ku Xwedê nas nakin.

[6] Bira nebe ku yek wê yekêda ji e’siltîyê derê û namûsa xûşk-birar’a bilîze. Xudanê bona van h’emû tişta h’eyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda wer’a got û bi me’rîfetî t’emî li we kir.

[7] Çimkî Xwedê gazî me li h’eramîyê nekirîye, lê li h’elalîyê.

[8] Awa k’î vê t’emîya h’elalîyê t’exsîr dike ew mêriv t’exsîr nake, lê Xwedê, Yê ku R’uh’ê Xweyî Pîroz jî dide we.

[9] Lê bona h’izkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me t’une wer’a binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev h’iz bikin.

[10] Û hûn îdî wê h’izkirinê hindava h’emû xûşk-birayêd t’emamîya Mekedonyayêda didine k’ifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda her’in.

[11] Bikin ku hûn giran-seqir’î bijîn û ji we her kes şixulê xweva mijûl be û bi destê xwe bixebite, çawa me t’emî li we kir,

[12] wekî p’ergalîya we t’evî yêd derva me’rîfetî be û hûn h’ewcê tiştekî nebin.

[13] Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nek’evin, mîna ewêd bê guman.

[14] Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê r’abû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa t’evî Wî veger’îne.

[15] Em vê yekê bi gotina Xudan wer’a dibêjin: Em ku h’eta hatina Xudan bijîn sax bimînin, t’u car pêşîya mirîya nak’evin .

[16] Xudanê xwexa bi e’lametîke fermanî, bi dengê serekmilyak’et û lêxistina bor’îya Xwedê ji e’zmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê r’abin,

[17] paşê, em ku sax mane, t’evî wan e’wrava bêne r’ahiştinê, hewêda r’astî Xudan bên û bi vî awayî emê h’eta-h’etayê t’evî Xudan bin.

[18] Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.

T’êsalonîkî I — Chapters