Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 2:19

[1] Heyneser, me îdî nikaribû sebir bikira. Em şêwirîn, ku em t’enê bimînine At’înayê

[2] û Tîmot’êyoyê birayê me, yê ku t’evî me bona Xwedê , Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,

[3] wekî van tengasîyada t’u kes ji we nelik’ume. Çimkî hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne.

[4] Belê gava em cem we bûn, me hê hingêda wer’a digot, ku emê r’astî tengasîya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin.

[5] Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmot’êyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêr’ibandkir hûn cêr’ibandibin û cefê me deya her’e.

[6] Lê niha Tîmot’êyo ji cem we ser meda veger’îya û mizgînîya bawerî û h’izkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û h’eyra meda ne, çawa em jî ya weda .

[7] Awa xûşk-birano, nava h’emû te’lî û tengîyêd meda bi eşqî wê bawerîya we bîn hate ber me,

[8] çimkî gava hûn r’îya Xudanda miqer’m dimînin, bîn jî tê ber me.

[9] Em çi r’azîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan h’emû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin?

[10] Em şev û r’oj bi dil û can r’eca dikin, ku r’ûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we t’ijî kin.

[11] De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa r’îya me r’ast ke, em bêne cem we.

[12] Bira Xudan h’izkirina we hindava hev û h’emûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.

[13] De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, h’emû pîrozêd Xweva t’evayî.

T’êsalonîkî I — Chapters