Skip to content
Opens in a new window

Kolosî 2

Listen to this chapter • 4:28

[1] Ez dixwazim hûn zanibin ku ez çi şer’î dikim bona we, yêd Lawdikyayê û h’emûyêd ku r’û bi r’û ez nedîtime .

[2] Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, h’izkirinêda bibin yek û bigihîjine t’emamîya dewlemendtîya fe’mdarîyê. Hingê ewê sur’a Xwedê nas kin, ku Mesîh e.

[3] Ew e k’ilîta h’emû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.

[4] Ez vê yekê dibêjim, wekî t’u kes we bi zarê şîrin nexalifîne.

[5] R’ast e ez bedena xweda ji we dûr im, lê r’uh’ê xweda t’evî we me û ez şa me ku p’ergalîya weye t’ifaq û ew bawerîya weye ser Mesîh şidîyayî dibînim.

[6] Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn,

[7] r’aw avîtî, ser Wî çêkirî û bawerîyêda şidîyayî h’îmgirtî bin, çawa hûn hatine hînkirinê. Û her gav bi dilê r’azî şikirîyê bidine Wî.

[8] Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe p’ûç’ dilê we bike hêsîr. Ew ji e’detêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.

[9] Çimkî t’emamîya binyat’a Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye

[10] û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê h’emû serwêrtîya û h’ukumetîya ye.

[11] Yektîya Wîda hûn bi sineta bê dest ji alîyê Mesîhda dilê xweda hatine sinetkirinê, ji binyat’a xweye gunek’ar hatine bir’înê.

[12] Gava hûn pê avê hatine nixumandinê, t’evî Wî hatine definkirinê û bi wê nixumandinê jî hûn t’evî Wî ji mirinê r’abûn, çimkî we bawerîya xwe bi qewata Wî Xwedêyî anî, Yê ku Mesîh ji mirinê r’akir .

[13] Û hûn wextekê bi r’uh’anî nava neheqîya û binyat’a xweye gunek’are nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn t’evî Mesîh sax kirin. Ewî h’emû neheqîyêd me baxşandine me

[14] û ew k’axaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê r’esît kir, ji navê hilda xaçva mix kir .

[15] Bi wî xaçî Mesîh ç’ekêd serwêr û h’ukumetêd te’rîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava k’oma Xweye serk’etîda kirine sosret.

[16] Awa guh nedine t’u kesî, yêd ku bona pirsa xwarin, vexwarinê yan jî bona pirsa cejina û cejinêd hîva nû usa jî r’ojêd şemîya, we lomek’ar dikin .

[17] Ev h’emû sîya wan tişta ne, yêd ku wê bên, lê r’astî Mesîh e.

[18] Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike, yê ku bi xwenimizkirina h’ilek’arî, milyak’et-h’ebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber ç’e’va mijûl e. Yêd usa bi fikirêd p’ûç’e merivayî p’işika xweda diwerimin

[19] û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî t’emamîya bedenê bi p’evgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî .

[20] Awa heger hûn t’evî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey e’rf-e’detêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine t’emîyêd aha? Mesele:

[21] «Nêzîk nebe, te’m neke, lê nek’eve».

[22] Ev h’emû mijûlî jî wê p’ûç’ bin her’in, evana ji t’emî û hînkirinêd meriva ne.

[23] Fe’mdarî ye ku ev e’rf-e’det çawa serwaxtî xuya dibin, gava dikine stûyê xwe ku milyak’eta bih’ebînin, xwe nimiz kin û bedena xwe bidine cefê, lê ev h’emû miqabilî binyat’a gunek’ar t’u tiştî nakin.

Kolosî — Chapters