Kolosî 3
[1] Awa ku hûn t’evî Mesîh ji mirinê r’abûne, ku usa ye li tiştêd jorin biger’in, wê dera k’u Mesîh li milê Xwedêyî r’astê r’ûniştî ye .
[2] Ser tiştêd jorin bifikirin, ne ku ser tiştêd vê dinyayê.
[3] Çimkî hûn mirine û e’mirê we t’evî Mesîh cem Xwedê veşartî ye.
[4] Gava Mesîh, ku e’mirê we ye xuya be, hûnê jî hingê t’evî Wî bi r’ûmeta Wî xuya bin.
[5] Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, h’eramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku p’ûtp’aristî ye.
[6] Ev in sebeb ku xezeba Xwedê wê ser wan merivêd ku ne gur’a Wîda ne bê.
[7] We jî wextekê ew tişt dikirin, gava we nava wan kirêd xirabda dijît.
[8] Lê niha hûn van h’emûya ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqîyê, xirabîyê, tiştêd nebûyî û xeberêd necayîz ji devê xwe.
[9] Hevdur’a derewa nekin, çimkî we merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistîye
[10] û ewî nû li xwe kirîye. Ew merivê nû r’oj bi r’oj anegorî sûretê E’firandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê t’am nas ke .
[11] Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.
[12] Awa çawa cime’ta Xwedêye bijartîye pîroz û h’izkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin .
[13] Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev .
[14] Û ser van h’emûyada h’izkirinê li xwe kin, ya ku van h’emûya bi yektîya t’am hevva girêdide.
[15] Bira e’dilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê e’dilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.
[16] Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi h’emû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûr’e stiranêd r’uh’anî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên .
[17] Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.
[18] K’ulfetno, gur’a mêrêd xweda bin, çawa ku li yektîya Xudan dik’eve .
[19] Mêrno, k’ulfetêd xwe h’iz bikin, dilê wan neêşînin .
[20] Zar’no, her tiştîda gur’a dê û bavê xweda bin, çimkî ew yek li Xudan xweş tê .
[21] Bavno, hêrsa zar’êd xwe r’anekin, wekî ew ber xwe nek’evin .
[22] Xulamno, her tiştîda gur’a xweyîyêd xweye vê dinêda bin, ne ku bi h’ilek’arîyê xwe bikine dilê meriva ku bêne k’ifşê, lê bi dilê sax û xofa Xudan xulamtîyê bikin .
[23] Û çi jî bikin, bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva.
[24] Zanibin ku hûnê ji Xudan bêne xelatkirinê, warê jorin bistînin. Çimkî Xudan Mesîhr’a hûn xulamtîyê dikin.
[25] Lê yê neheq wê weke neheqîya xwe bistîne, çimkî li cem Xwedê t’u firqî t’une .