Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 8

Listen to this chapter • 7:15

[1] Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku t’evî Mesîh Îsa bûne yek .

[2] Çimkî qanûna R’uh’ê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.

[3] Belê çi ku Qanûnê ji dest bêt’aqetîya binyat’a merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kur’ê Xwe dilqê binyat’a merivayîye gunek’arda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyat’êda dîwana gune kir,

[4] wekî r’astbûna t’emîyêd Qanûnê nava meda bê qedandinê, em ku bi binyat’a merivayî najîn, lê bi R’uh’.

[5] Yêd ku li gora binyat’a merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyat’a merivayê difikirin, lê yêd li gora R’uh’ dijîn, ew ser tiştêd R’uh’ difikirin.

[6] Axirîya fikira binyat’a merivayê mirin e, lê axirîya fikira R’uh’ jîyîn û e’dilayî ye.

[7] Çimkî fikira binyat’a merivayê dijminê Xwedê ye, ew ber qanûna Xwedê xwe naşkêne, ne jî dikare.

[8] Ewêd bi binyat’a merivayê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên.

[9] Lê hûn bi binyat’a merivayî najîn, lê bi R’uh’ dijîn, heger r’ast R’uh’ê Xwedê nava weda dimîne. Lê heger R’uh’ê Mesîh dilê yekîda t’une, ew ne p’ara Wî ye.

[10] Û heger Mesîh dilê weda ye, qalib mirî ye, çimkî we gune kir, lê R’uh’ jîyîn e bona we, çimkî hûn r’ast hatine h’esabê.

[11] Û heger ew R’uh’ê ku Îsa ji mirinê r’akir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê r’akir, wê bi wî R’uh’ê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî p’ûç’î-mirî jî.

[12] Bona vê yekê xûşk-birano, em deyndar in, lê ne deyndarêd binyat’a merivayê, ku li gora wê bijîn.

[13] Çimkî heger hûn li gora binyat’a merivayê bijîn, hûnê bimirin, lê heger hûn bi R’uh’ kirêd binyat’a merivayê bikujin, hûnê bijîn.

[14] Ewêd ku bi R’uh’ê Xwedê têne r’êberîkirinê, ew in lawêd Xwedê.

[15] Çimkî we r’uh’ekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew R’uh’ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi K’îjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!»

[16] Hema ew R’uh’ Xwexa t’evî r’uh’ê me şe’detîyê dide, ku em zar’êd Xwedê ne.

[17] Û heger zar’ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û t’evî wartîya Mesîh in. Belê heger em t’evî cefayê Mesîh bûne, emê t’evî r’ûmeta Wî bin jî.

[18] Ez aha t’exmîn dikim, ku cefê meyî vî zemanî, li ber r’ûmeta wê meva e’yan be, ne t’u tişt e.

[19] H’emû e’firîn jî bê sebir ç’e’vnihêr’î xuyabûna lawêd Xwedê ne.

[20] Belê e’firîn jî ber bayê betalîyê k’etin, ne ku bi h’emdê xwe, lê Xwedê ew dane vê yekê . Lê belê ew guman hebû,

[21] ku e’firînê xwexa jî ji wê xulamtîya p’ûç’ aza bin û t’evî azayî û r’ûmeta zar’êd Xwedê bin.

[22] Çimkî em zanin ku h’emû e’firîn h’eta niha bi hevr’a dikine zare-zar û mîna êşa k’ulfetê dik’işînin.

[23] Û ne t’enê e’firîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin R’uh’ê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, h’eta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe .

[24] Belê vê gumanêda em xilaz bûn. Lê ew gumana ku tê dîtinê, ew ne guman e, çimkî yek çawa dikare gumana wî tiştî be, k’îjan li ber ç’e’va ye?

[25] Lê heger gumana me li tiştê nedîtî ye, em bi sebirê hîvîyê bimînin.

[26] Usa jî R’uh’ê Pîroz tê hewara bêt’aqetîya me, çimkî em nizanin gerekê çawa dua bikin , lê R’uh’ê Pîroz Xwexa bi gotinêd k’esere nayêne ser zar-zimana, bona me lava-navçêtîyê dike.

[27] Û Yê dila e’nene dike zane fikira R’uh’ê Pîroz çi ye, çimkî Ew weke qirara Xwedê bona merivêd Xwedê lava-navçêtîyê dike.

[28] Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanr’a bibe qencî, yêd ku Wî h’iz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.

[29] Çimkî Xwedê k’îjan pêşda bijartin, ew jî pêşda k’ifş kirin, ku bibine mîna Kur’ê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.

[30] K’îjan pêşda k’ifş kirin, gazî wan jî kir û gazî k’îjana kir, ew jî bêsûc kirin û k’îjan bêsûc kirin, ew jî xweyîr’ûmet kirin.

[31] Awa em çi bêjin bona van tişta? Heger Xwedê pişta me ye, k’î dikare miqabilî me be?

[32] Ewê ku h’eyfa Wî Kur’ê Wî nehat, lê bona me h’emûya da der, îdî wê çawa her tiştî t’evî Wî p’êşk’êşî me neke?

[33] K’î dikare bijartîyêd Xwedê gunek’ar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.

[34] K’î dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê r’abû jî û k’êleka Xwedêye r’astê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.

[35] Çi wê bikaribe me ji wê h’izkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, te’lî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsit’arî, qede-bela yan şûr?

[36] Çawa nivîsar e: «Bona Te em her r’oj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê h’esab dibin» .

[37] Lê em nava van h’emû tiştada hê zêde serdik’evin, bi saya Ewî ku em h’iz kirin.

[38] Çimkî ez e’seyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyak’et, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne t’u qewat,

[39] ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî e’firînekî mayîn dikare me ji h’izkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa p’ara me k’etîye.

R’omayî — Chapters