Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 12

Listen to this chapter • 3:39

[1] Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku h’ebandina weye r’uh’anî ye.

[2] Û nek’evine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna h’işê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û k’amilî ye.

[3] Ez bi wê k’erema ku Xwedê da min, we her kesîr’a dibêjim: Çiqas ji we dik’eve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê p’arevekir, bifikire.

[4] Çawa qalibê meda gelek endem hene û h’emû endem kirekî nakin,

[5] usa jî em gelek in, lê yektîya Mesîhda em bedenek in û her kes ji me endemêd hev in.

[6] Awa anegorî wê k’erema mer’a hatîye dayînê, p’êşk’êşêd xweye cûr’e-cûr’e bidine xebatê. Heger p’êşk’êşa p’êxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,

[7] heger xizmetk’arî ye, bira nava xizmetk’arîyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin,

[8] yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê p’arevedike, bira bi mer’danî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike.

[9] H’izkirina we h’ilek’arî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin.

[10] H’izkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin,

[11] xîretêda xwer’anedîtî nîbin, r’uh’ê xweda alav din, xizmetk’arîya Xudan bikin,

[12] bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin,

[13] destê xwe dirêjî cime’ta Xwedêye destteng kin, pey mêvanh’izîyê bin.

[14] Yê we dizêrînin hûn dua wan bikin, belê dua bikin û nifir’a li wan nekin .

[15] T’evî yêd şa dibin şa bin û t’evî yêd digirîn bigirîn.

[16] Fikira we her kesî hindava hevda yek be, k’ubar-babax nîbin, lê t’evî p’erîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin .

[17] Ji ber xirabîyêva xirabîyê li t’u kesî nekin. Çi li ber ç’e’vê h’emû meriva qenc e, wê bikin.

[18] Çiqas ji dest we tê, t’evî h’emû meriva e’dilayîyêda bin.

[19] H’eyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «H’eyfhildan destê Min e, Ezê h’eyfê hilînim, Xudan dibêje» .

[20] Lê belê ev jî heye: «Heger dijminê te bir’çî ye, nên bidê û heger t’î ye, avê bidê, çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî t’op dikî» .

[21] Nehêle xirabî ser te k’eve, lê bi qencîyê tu ser xirabîyê k’eve.

R’omayî — Chapters