Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 15

Listen to this chapter • 5:59

[1] Em ku bawerîyêda qewat in, gerekê bik’evine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên.

[2] Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.

[3] Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin» .

[4] Lê çi ku pêşda k’itêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.

[5] De bira Xwedêyê sebirê û bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-t’erzê Mesîh Îsa,

[6] ku hûn h’emû bi dil û zarekî şikirîyê bidine Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîh.

[7] Bona vê yekê bona şikirîya Xwedê hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin.

[8] Çimkî ez wer’a dibêjim, ku Mesîh bû xizmetk’arê cihûya, bona aminîya Xwedê e’yan ke, wekî ew sozê kal-bavar’a hatîye dayînê, mak ke

[9] û necihû bona r’e’ma Wî şikirîyê bidine Xwedê. Çawa nivîsar e: «Bona vê yekê Ezê nav necihûyada pesinê Te bidim û eşqî navê Te bistirêm» .

[10] Û dîsa dibêje: «Gelî necihûya, şa bin t’evî miletê Wî!»

[11] Û dîsa dibêje: «Şikirîyê bidine Xudan gelî necihûya û pesinê Wî bidin, h’emû cime’tno» .

[12] Îşaya jî dibêje: «Tamareke Yêşa wê derê, bibe mîrê necihûya û necihû wê gumana xwe bidine ser Wî» .

[13] Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û e’dilayîyêva bik’imk’imîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata R’uh’ê Pîroz zêde be.

[14] Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.

[15] Lê alîkîva min turuş kir wer’a nivîsî, ku wan tişta bikime bîra we, bona wê k’erema ku ji Xwedêda minr’a hatîye dayînê,

[16] wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna k’ahînekî xizmetk’arîyê dikim, ku h’edîbûna necihûya qebûl be, bi R’uh’ê Pîroz buhurtî-jibare be.

[17] Awa ez dikarim bi saya Mesîh Îsa pê xizmetk’arîya xweye bona Xwedê bifir’im.

[18] Ez turuş nakim bona tiştekî usa xeber dim, pêştirî wan tiştêd ku Mesîh bi destê min kirine, bona guhdarîya necihûya, heger bi xebera be yan kira be,

[19] bi qewata nîşana û k’eremeta, bi qewata R’uh’ê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî h’eta Îlîrkûmê ger’îyam, Mizgînîya Mesîhva t’ijî kir.

[20] Min dice’dand ku wan dera Mizgînîyê dannasîn kim, k’îderêd bona navê Mesîh nehatibû bihîstinê, wekî nebe ku ez ser h’îmê hinekêd din çêkim.

[21] Lê belê çawa nivîsar e: «K’îjanar’a bona Wî nehatîye gotinê, wê bibînin û k’îjana bona Wî ne bihîstîye, wê bizanibin» .

[22] Lema gelek cara r’ê nedik’ete min ser weda bihatama.

[23] Lê niha îdî van alîya cîyê usa t’une p’êgeh lê nek’etibe û ev çend sal e ez dikim bême cem we,

[24] gava her’ime Spanyayê. Awa gumana min heye, ku ezê ser r’îya xwe serîkî li we xim û ji wir hûn min ver’êkin ez her’ime Spanyayê, gava bîna min hinekî pê we derê.

[25] Lê niha ez diçime Orşelîmê, ku bi k’omekdayînê xizmetk’arîya cime’ta Xwedê bikim.

[26] Çimkî xûşk-birayêd Mekedonyayê û Axayayê bi hevr’a qayl bûn, ku alîk’arîkê bidine cime’ta Xwedêye belengaz, yêd ku Orşelîmêda dimînin.

[27] Ew qayl bûn û deyndarê wan in jî. Çimkî necihûya alîyê r’uh’anîda k’omek ji cihûya standin, gerekê ew jî alîyê hebûka dinêda k’omekê bidine wan.

[28] Awa pey vê kirinêr’a, gava k’omeka t’opkirî bigihînime cî, ezê bêm cem we, ji wir derbazî Spanyayê bim.

[29] Ez zanim gava bême cem we, ezê bi dewlemendtîya dua-dirozgêd Mesîh bêm.

[30] Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê h’izkirina ji R’uh’, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê t’evî şer’k’arîya min bin.

[31] Dua bikin, wekî ez ji destê wan xilaz bim, yêd ku Cihûstanêda nebawer in û wekî xizmetk’arîya mine bona k’omekdayînê Orşelîmêda li cime’ta Xwedê xweş bê.

[32] Û bi vî awayî ezê bi e’mirê Xwedê, bi dilekî şa bême cem we û hinekî t’evî we hêsa bim.

[33] De bira Xwedêyê e’dilayîyê t’evî we h’emûya be. Amîn.

R’omayî — Chapters