Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 71

Listen to this chapter • 2:52

[1] Xudano, min xwe daye bin sîya Te, bira ez t'u car şermî nebim.

[2] Weke heqîya Xwe min xwey ke û azad ke, guh bide min û min xilaz ke.

[3] Bibe qeyayê sit'argeha min, kela zore azadîya min , çimkî Tu yî zinarê min û kela min.

[4] Xwedê min! Min xilaz ke ji destê nep'ak, ji destê neheq û zulmk'ar.

[5] Tu yî gumana min, Xudan Xweyo, ji zar'otîyêda gumana min Tu yî.

[6] Ji bet'inêda min xwe spartîye Te, ji zikmakîyêda Tu yî xweykirîyê min, pesindayîna min t'imê bona Te ye.

[7] Bona geleka ez bûme e'cêbek, lê Tu yî sit'argeha zor.

[8] Devê min pesindayîna Teva t'ijî ye, t'evayîya r'ojê jî şikirdarîya Teva.

[9] Kaltîya minda Tu pişt nede min, qudûmnekirinêda min ber'nede.

[10] Çimkî neyar miqabilî min xeber didin, ewêd ç'e'vê wan e'mirê min e, hevr'a dişêwirin

[11] û dibêjin: «Xwedê dest ji wî k'işandîye, pey k'evin û wî bigirin, çimkî kes t'une ku wî xilaz ke».

[12] Xwedêyo, ji min dûr nek'eve, Xwedêyê min, zû Xwe minr'a bigihîne!

[13] Bira şermî bin û biqelin şikîyatkirêd min, bira r'obetîyê û bêhurmetîyêva binixumin, ewêd ku xirabîya min dixwazin.

[14] Lê belê gumana minê t'imê Tu bî, ezê pesindarî û şikirdarîyê Te zêde kim.

[15] Devê minê heqîya Te salix ke, her r'oj xilazkirina Te, h'esabê wan minva ne e'yan e.

[16] Ezê bêm kirêd Xweyî Xudane mezin gilî kim, wan kirinêd Teye heq, t'enê bîr bînim.

[17] Xwedêyo! Ji zar'otîya minda Te ez hîn kirim û h'eta niha k'eremetêd Te salix dikim.

[18] Kaltî û r'û-r'emantîya minda jî min nehêlî, Xwedêyo, h'eta qewata Te nisilê mayînr'a bêjim û qudreta Te h'emû hatîyar'a.

[19] Xwedêyo, kirêd Teye heq h'eta e'zmên in, Te gelek tiştêd mezin kirine. Xwedêyo, k'î mîna Te ye?

[20] Te ku ez gelek tengasî û cefar'a derbaz kirim, lê Tê dîsa bînê bidî ber min û ji k'ûrayîya e'rdê dîsa min derxî.

[21] Tê min bilind kî û baristan kî.

[22] Ezê jî pesinê Te bidim Xwedêyo, li ser çeng bona aminîya Te, li ser çengê zîs bistirêm eşqî Te, Pîrozê Îsraêlê!

[23] Lêvê minê şa bin, gava Ter'a bistirêm, nefsa min jî, k'îjan ku Te xilaz kir.

[24] Zimanê minê t'emamîya r'ojê bona kirêd Teye heq bêje, çimkî şermî bûn û bûne r'obet, ewêd xirabîya min dixwestin.

Zebûr — Chapters