Zebûr 29
[1] Bidine Xudan, heyînêd Xwedêye e'zmên, bidine Xudan qedir û qudretê,
[2] bidin şikirîyê navê Xudan, xemila pîrozva bih'ebînin Xudan .
[3] Dengê Xudan li ser ava ye, Xwedêyê xweyîr'ûmet birq vedaye, Xudan li ser gelek ava ye.
[4] Dengê Xudan qewat e, dengê Xudan xweyîşuret e.
[5] Dengê Xudan darêd erzê dişkêne, Xudan erzêd Lubnanê hûr-hûrî dike
[6] û wan mîna golika dide banzdanê, Lubnan û Sîryonê jî mîna gayê beyanî.
[7] Dengê Xudan tîrêd agirî alav dide.
[8] Dengê Xudan çol û besta dilerizîne, Xudan çol û besta Qadêşê dilerizîne.
[9] Dengê Xudan karêd xezala dide zayînê, daristana dide r'ûtkirinê û P'aristgeha Wîda h'emû dikin dengî: «R'ûmet wîr'a!»
[10] Xudan k'ursîya Xwe ser avêd e'zman danîye, Xudanê ser k'ursîya Xwe h'eta-h'etayê p'adşa be.
[11] De bira Xudan qewatê bide cime'ta Xwe, bira Xudan dua û xêr-xweşîyê bide cime'ta Xwe.