Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 21

Listen to this chapter • 1:22

[1] Xudan! Pê qewata Te p'adşa şa dibe û azadkirina Ter'a çiqasî gul dide.

[2] Te ya dilê wî da wî, xwestina devê wî na-na nekir. (Sela)

[3] Tu berek'eta qencva r'astî wî hatî û t'acê zêr'ê safî danî serê wî.

[4] Ewî jîyîn ji Te xwest, Te r'ojêd dirêje her-heyê danê.

[5] R'ûmeta wî mezin e, pê xilazkirina Te, qedir û hurmet Te danî serê wî.

[6] Te duayê h'eta-h'etayê ser wîda barand, dîndara Xweva Te ew eşq û şa kir.

[7] Çimkî p'adşayî Xudanda guman e, saya h'uba Yê Herî Jorin wê nelik'ume.

[8] Destê Teyê bigihîje h'emû dijminêd Te, destê Teyî r'astê bigihîje yêd dijenine Te.

[9] Gava Tu k'ifş bî, Tê wan bikî mîna k'ûra tendûrê, Xudanê hêrsa Xweda wan unda ke û agir-alavê wan h'ûfî xwe ke.

[10] Tê k'oka wan ji dinê bînî û zur'eta wan ji nav merivayîyê.

[11] Wan xwest xirabîyê li Te bikin, şêwir derxistin, lê ev yek wanr'a li hev nehat.

[12] Tê r'evê wan xî, tîrkevanê Xwe bik'işînî nav ç'e'vê wan.

[13] Xudano, qewata Xweva Tu bilind be, emê bistirên, şikirîyê bidine zoraya Te.

Zebûr — Chapters