Skip to content
zeno
Create a Station
Explore
Podcasts
Audiobooks
Bible
By Genre
By Location
By Language
Religious
Music
News
Download App
Opens in a new window
Toggle Sidebar
zeno
Perxudres Medya
Perxudres Podcast
Personal Journals
Kurdish
Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com
Website
Episodes
Episodes
300
29 October 2026
#494. Şeva Pîrebokan: Kurdish Halloween Night 2026 | Amadekar: Kevok Memedyan
Chalak Events a li Stenbolê bi karên xwe yên enteresan deng daye, li ser stîla van karan şeveka pîrebokan organîze kir. Ew şeva li dinê wek Halloween tê zanîn her sal talîya meha 10an tê pîrozkirin û konsepta wê bo ken û kêfê kinc û kostumên bi tirs û xof in. Kevok Memedyan bo guhdarên Perxudres Perxudrestê fîstaneka reş lê, li piştê kembera zêrîn û pelerîn, li serê wê kumê cazûyan li çalakîya...
4 min
28 October 2026
#493. Xweşî Kozmetîk | Amadekar: Mihemed Baqî
Silav, dem baş. Ez Mihemed Baqî, 28 salî me, xelkê Wanê me. Ji 12 salîya xwe heya niha li xerîbî û xurbetîyê di înşaetan da dixebitîm. Çend salan li metropolên Tirkîyê mam, çend salan li Ewrupayê, lê min ew ti wextî ji xwe ra wek warek nedidît. Li wan bajarên xerîbî û xurbetîyê tim xeyala min bû, min digot ez ji xwe ra li Wanê dikanekê vekim û navê wê jî bikim navekî bi Kurdî. Piştî salên dirêj...
6 min
27 October 2026
#492. Mektûba Guhdar Bî Rabbit: Payîza Pencereyekê
✉️🎧Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Li ser dersê bûm, dixebitîm, min xweste bêhnekê bidim. Lê çi bêhn! Yek di behrekê da berî tam bixeniqe, belkî cara dawî serê xwe derbixe ser avê û bêhneka dawî bistîne; bêhneka dawî, di nav fikir û raman û qisawet û kesayeta xwe da, bêhneka dawî..Hewa germ e angorê vê mehê, lê ez dîsa jî nexweş im. Bi gavên nexweş berve...
3 min
26 October 2026
#491. Xwendekarên Sirbistanê:Mamosteyên Sîyasetê
🎧📢Xwendekarên Sirbistanê bi serketineka sîyasî bala dinê alemê kişandin ser xwe. Serketina xwendekaran li vê demê, li payîza 2026an rast tê ku gêncên jenerasyona Zyê li seranserê Ewrupa rabûne, jiber sîstemên xirab protestoyan dikin. Li Sirbistanê jî hereketa xwendekaran ji 2024an vir va bi slogan û protestoyan li meydanan bû. Qasima 2024an li Novi Sada li bakurê Sirbistanê kanopîyeka...
3 min
25 October 2026
#490. Hêrsa Me Ciwanan Sebebeka Wê Heye | Amadekar: Arya Abbas
🎧📢I'm Arya, an undergraduate Pharmacology student going into my final year of university in the UK. I'm from Qamişlo and have spent a part of my childhood in Hewler and Slemani as well. I've been in the UK for around 8 years now. From high school to university, I've been through the education system in England.Lately, there are protests across Europe with countries including France, Albania and...
4 min
24 October 2026
#489. Barselona, Real Madrid û Amedspor
⚽️🎧Di futbolê da tarîxa reqabeta Barselona û Real Madridê li ser 100 salî xistiye. Belge raber dikin ku Barselona û Real Madrid cara pêşî sala 1902yan hatine hember hev û di vê maçê da Real Madridê 1, Barselonayê jî 3 gol avêtine. Her du taqim di La Liga ya Îspanya da cara pêşî 1929an li hember hev lîstine û vê carê jî skor 2-1, Real Madridê maç sitandiye. La Lîga wê sala 1929an destpê kiriye û...
2 min
22 October 2026
#488. Bismillah Her Der Tarî Ye
📢👦🧒🧒🏽Gêncên Fransayê, gêncên payîza 2026an jiber şertên xirab yên xwendinê û bihabûna heyatê rabûn, di protestoyan da li dora sloganeka enteresan kom bûn: "Bismillah, c’est les ténèbres”Tercûmeya vê gotinê ‘’Bismillah, tarî ye’’ yan ‘’Bismillah, tarî daket’’ e û dûz, dîrekt, rasterast mehneyekê nade, lê jibo gêncên Fransayê mehneya wê pir e û kûr e. Bismillah bi Erebî ‘’Bi navê Xwedê’’ ye,...
3 min
21 October 2026
#487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan
⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir. Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn. Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji...
4 min
20 October 2026
#486. Li Welatê Arnawidan Ar Dibare
🔥🎧Payîz 2026, Ewrupa bi pêla protestoyên gêncan dikele. Pêşengîya protestoyan gêncên jenerasyona Zyê dikin. Li Fransa, Belçîka, Îtalya, Portekîz, Îspanya, Yunanistan, Awistirya û li welatê Arnawidan, li Albanya milet tevî van gêncan dadikeve meydanan. Protester û polîs, li Tîrana paytexta Arnawidan ew demek e her ro du ro diajon ser hev. Di destê protesteran da kevir û molotof kokteyl hene, di...
3 min
19 October 2026
#485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast
🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan. Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin....
5 min