The New York Timesa Amerîka payîza 2026an bi xebereka ser CEOyê şîrketa Nvidiayê qiyamet rakir, dinê li hev xist.
Di xeberê da dihat gotin ku CEOyê Nvdiayê Jensen Huang, xêncî zewaca xwe, bi Alice Huangê ra, bi wê xanima berê li Megaspeed Internationala Sîngaporê bû, ketiye muhabetekê.
Ûûûû, dihat gotin ku di xeberê da, wê xanimê ji mêrik malumatên mihîm bi dest xistine, ji Amerîka îstixbarat biriye Çîn û Pekînê.
Nvidia şîrketeka çîpên hişê çêkirî ye û Amerîka û Çîn di meseleya hişê çêkirî de jî ketine reqabetek û rakêşaneka mezin. Her çiqas Reutersê ser xebera The New York Timesê got ew nikane meseleya îstixbaratê teyît û piştrast bike jî xeberê pir deng da.
Jensen Huang muhabeta xwe ya bi Alice Huang ra qebûl kir, got rast e û ji xanima xwe û ji zarokên xwe, xwest wî af bikin û dûra rabû ji karê xwe yê 33 salan vekişîya, îstîfa kir.
Medyayên Amerîkîyan, Îngîlîzan ser Jensen Huang gotin ketiye ‘’honey trap’’ê, medyaya Tirkan got ‘’bal tuzağı’’ Mehneya ‘’honey’’ê, ‘’hingiv’’ e, ‘’mehneya ‘’trap’’ê, ‘’dehfik’’ e yanî, yanî ‘’xefk’’e, yanî ’’kemîn’’ e, yanî ‘’feq’’ e, lê ‘’honey trap’’, ‘’bal tuzağı’’ bi Kurmancî çi ye?
Perxudres Podcastê ji şair, nivîskar û medyakaran pirsî.
Ji şairan, Gulîzerê di ser evînê re got ya ‘’tora evînê’’ ya jî ‘’kemîna evînê’’ Medyakar Nupel Mugurtay got ‘’kemîna bi cazîbe’’ Ji nivîskaran Fexrîye Adsay û Ferzan Şêr bi hev ra gotin ‘’xefka dil’’ Akademîsyen Şehmust Kurt di ser cazîbeyê ra got ewê bêje ‘’dehfika dilkêşanê’’
Nav çi be jî, casusîya bi cazîbe ne tiştekî nû ye. Amerîka û Çîn li dera han, wexta Almanya hêlek xerb, hêlek şerq du parçe bû, ajanên xerbî bi şevên şehwetê ji sekreterên serok û rêberên şerqî malumat top dikirin.
Ka kî çi zane li coxrafyaya bi Ereban, bi Farisan, bi Tirkan û bi Kurdan dagirtî, di şevên şehwetê da kê ji kê çi sitand, kê çi da kê, ka kî çi zane.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast