Skip to content
Opens in a new window
#507. Spasîyek û Ser Sîstema Aboneyan
19 November 2026

#507. Spasîyek û Ser Sîstema Aboneyan

Perxudres Podcast

About

Guhdarên delal, guhdarên şîrîn-şekir û pir şebab,

Jiber ku ez bê îş û kar mabûm, hema berî havîna 2025an, min bo Perxudres Podcast nesekine, dewam bike, bang li we kiribû ku destekê bidin.

Xwedê ji we razî be, ku yek be di destê we da sed be hezar be, we bi dehan kesan, bi dostanî û dilsozîya xwe destekên pir û pir mihîm û bi qîmet dan.

Ez dibêjim qey wefa bi min ra heye, ez ê vê rindîya we ti carî bîr nekim, bes ez ê cehd û cefaya xwe jî bîr nekim: Tenê seba Perxudres Podcast dewam bike, jiber erzanîya wê, jibo îdare û debarê, min ji Diyarbekir lêxist ez hatim li Sirûcê bi cîh bûm.

Sala 2025an, sala 2026an bo min bi her halî salên pir çetin bûn, lê bi hebûna we, bi destekên we, Perxudres Podcastê bi îstiqrar xelekên nû çêkirin û xwe gihand xeleka 500î û derbaz jî kir.

Berî payîza 2026an biqede xebereka xêrê ji min ra hat û ez ketim îşekî medyayê. Loma bi min etîk nê ku ez bo Perxudres Podcastê banga destekê bidomînim.

Perxudres Podcast heta serê sala 2027an ji sîstema destekçîyan derbazî sîstema aboneyan dibe. Kesên bi 1, bi 3, bi 5, bi 10, bi 20, bi 30 dolaran destekê didin niha otomatîk abone ne.
Ew li ser Spotifyê dikarin pêlî xelekên me yên kilîtkirî bikin û hema bi aktîvasyoneke 10 sanîyeyan dikarin temamê kilîdan vekin.

Destekçî dikarin destekên xwe bisekînînin, gava destek dan sekinandin, ewê bi awayekî otomatîk ji sîstema abonebûnê werin derxistin û ewê nikaribin li xelekên kilîtkirî guhdarî bikin.

Ji her welatî ji her budçeyê guhdarên Perxudres Podcastê hene. Hinek dikarin mehane ancax 1 dolar bidin, a hinekan jî mehane 30 dolar normal e.

Loma bo abonebûnê, li şûna mehane em pereyekî sabît bixwazin, me got budçeya kê têra çiqasî bike bira bi wê bibe abone.

Guhdarên me elît û entelektuel in, sadiq û samîmî ne. Herkes wê li gor budçeya xwe bibe abone.

Me pir li ber xwe da ku em bi reklamên ji YouTubeê tiştekî qezenc bikin û bi pereyên ji wir tê Perxudres Podcastê bimeşînin, lê algorîtma û meseleyên me yên klasîk yên ser zimên rê nadin vê sîstemê.

Her çiqas Spotify jî heta niha neheqîyeka mezin li podcastên bi Kurdî dike û bo wan lîsteyan çênake û wan dernaxe pêş, jiber entegrasyona wê ya bi Patreonê ra em ê bêhtir li ser vê platformê aktîf bin. Piranîya guhdarên me jî li ser vê platformê ne.

Di dewra nû da em ê bo aboneyên Perxudres Podcastê xelekên hîn xweşik hîn kalîtelî çêkin. Ez dibêjim qey me xwe îzbat kiriye, lê ez ê dîsa bi wê gotina ez pir jê hez dikim, bi wê gotina Seyîd Elîyê Findikî biqedînim, çinku gotin tenê nabe, divê fi’îla te xuya be. Bibin abone, bi xatirê we. 

Ji vê lînka li jêr, ji Patreonê dikarî bibî abone.

https://www.patreon.com/c/perxudrespodcast/membership