E’yantî 16
[1] Hingê min dengekî bilind ji p’aristgehê bihîst ku gote her h’eft milyak’eta: «Her’in, her h’eft t’asêd xezeba Xwedê bir’êjine ser e’rdê».
[2] Milyak’etê pêşin çû t’asa xwe r’ête ser e’rdê, p’izikêd p’îse xirab li ser wan meriva derk’etin, yêd ku nîşana ce’newir li ser wan bû û serê xwe li ber h’eykelê wî danîbûn .
[3] Yê duda t’asa xwe r’ête ser be’rê, be’r bû mîna xûna mirîya û h’emû h’eywanêd be’rêda qir’ bûn.
[4] Yê sisîya t’asa xwe r’ête ser ç’ema û avêd kanîya, ew bûne xûn .
[5] Wî çaxî min dengê milyak’etê ava bihîst ku got: «Tu ser r’astîyê yî, Yê heyî, Yê hebûyî û Yê pîroz î, ku Te dîwanêd bi vî awayî kirin .
[6] Çimkî wan xûna cime’ta Xwedê û p’êxembera r’êt û Te xûn li wan da vexwarinê. R’ast ew xurê vê yekê ne» .
[7] Hingê min dengê gorîgehê bihîst, ku aha got: «Belê, ya Xudan Xwedêyê H’emû Zorayîyê , dîwanêd Te r’ast û heq in».
[8] Milyak’etê çara t’asa xwe r’ête ser r’oyê û wêr’a hate dayînê, ku merivayê bi êgir biqelîne.
[9] Hingê meriv ji dest şewata germayîyê hatine qelandinê û k’ifirî navê Xwedê kirin, ku h’ukumê Wî li ser van bela heye. Lê ew ji kirêd xweye xirab veneger’îyan, wekî şikirî bidana Wî.
[10] Milyak’etê pênca t’asa xwe r’ête ser t’extê ce’newir û te’rîstanî hate ser p’adşatîya wî, ji êşê meriva zimanê xwe digestin
[11] û ji dest êşa û p’izika k’ifirî li Xwedêyê e’zmên kirin, lê ji kirêd xweye xirab veneger’îyan.
[12] Milyak’etê şeşa t’asa xwe r’ête ser ç’emê Firatêyî mezin, ava ç’êm ç’ikîya, wekî r’ê bona p’adşêd r’ohilatê bê hazirkirinê .
[13] Hingê min dîna xwe dayê, va sê r’uh’êd h’erame mîna beqa, ji devê wî zîyayî, ji devê ce’newir û ji devê p’êxemberê derew derdik’etin.
[14] Evana ew r’uh’êd cina bûn, yêd ku nîşanêd e’cêb dikin. Ew diçine cem h’emû p’adşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şer’ê wê R’oja Mezine Xwedêyê H’emû Zorayîyê.
[15] «Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku h’işyar dimîne û k’incêd xwe xwey dike, wekî te’zî neger’e û e’yba wî xuya nebe!»
[16] Hingê wan r’uh’a ew p’adşa civandine wî cîyî ku bi îbranî jêr’a «Harmegedon» tê gotinê.
[17] Milyak’etê h’efta t’asa xwe r’ête ser hewê û ji t’extê p’aristgehê dengekî bilind derk’et û got: «Hate sêrî!»
[18] Hingê birûskê lê da, bû gur’înîya dengê e’wra û e’rd usa qayîm h’ejîya, ku ji wê r’oja însan dinê k’etîye h’eta niha e’rd aha neh’ejîyaye. E’rdh’ej haqas qayîm bû!
[19] Bajarê mezin bû sê p’ara û bajarêd mileta wêran bûn. Babîlona mezin hate bîra Xwedê, wekî wê k’asa xweye şerava xezeba giranva bide wê.
[20] H’emû girav betavebûn û ç’îya îdî nehatine xuyanê.
[21] Ji e’zmên teyroka gire weke pêncî kîlogramê ser merivada barî. Meriva ji dest lêdana teyrokê k’ifirî li Xwedê kirin, çimkî eva bela gelekî giran bû .