E’yantî 15
[1] Hingê min li e’zmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît, h’eft milyak’etêd xweyê h’eft belayêd axirîyê pê k’îjana wê xezeba Xwedê bihata sêrî.
[2] Wî çaxî min tiştekî mîna be’reke şûşe êgirva t’evayî dît, usa jî ewêd ku ce’newir, h’eykelê wî û h’esabê navê wî bindest kiribûn. Evana ser be’ra şûşe sekinî bûn, çengêd ku Xwedê dabûne wan destêd wanda bûn
[3] û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û e’cêb in Xudan Xwedêyê H’emû Zorayîyê! R’îyêd Te r’ast û ser heqîyê ne, ya P’adşayê mileta .
[4] Xudan, k’î ji Te wê netirse û r’ûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu t’enê Yê pîroz î. H’emû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye r’ast xuya bûn» .
[5] Pey van tiştar’a min dîna xwe dayê, va p’aristgeha e’zmên vebû, awa gotî Konê Şe’detîyê.
[6] Ew her h’eft milyak’etêd xweyê her h’eft bela ji p’aristgehê derk’etin. K’itanêd paqije birqok li wan bûn û melaxtêd zêr’în li sîngêd wan bûn.
[7] Hingê ji her çar r’uh’bera yekî h’eft t’asêd zêr’îne xezeba wî Xwedêyîva t’ijî, Yê ku h’eta-h’etayê Sax e, dane wan her h’eft milyak’eta.
[8] P’aristgeh dûyê r’ûmeta Xwedê û qewata Wîva t’ijî bû û t’u kes nikaribû bik’eta p’aristgehê, h’eta ku her h’eft milyak’eta, her h’eft bela neanîna sêrî .