[1] Lawê min! Gotinêd min xwey ke û t'emîyêd min çawa xizne veşêre.
[2] T'emîyêd min xwey ke ku e'mir kî û her gotineke min mîna r'onaya ç'e'vê xwe.
[3] T'ilîyêd xweva wan girêde, li ser t'extê dilê xwe binivîse.
[4] Serwaxtîyêr'a bêje: «Tu xûşka min î!» û bîlantîyê nav ke: «Pismamê min»,
[5] ku te xwey kin ji jina xerîb, ji jina xelqêye zarxweş.
[6] Carekê min mala xweda p'encerêr'a dîna xwe dayê,
[7] va ye nava cahilêd saxikê dilê xweda, ç'e'vê min xortekî bêfe'm k'et,
[8] ku k'ûçêda nêzîkî e'nîşkê xwe li r'îya mala wê girt,
[9] êvar bû, r'o çûbû ava, şev bû, te'rî k'etibû e'rdê
[10] û va jineke k'incê qava lê, bi dilê qancixî derk'ete pêşîya wî,
[11] ew yeke şer'ûde bed bû nigê wê mala wêda nediman.
[12] Te hew didît derva bû, hew meydanada û her qulç'ekîda xwe diteland.
[13] Ewê ew xort girt r'amûsa û bê şerma r'û gote wî:
[14] «Min dîyarîya heleqetîyê daye, sozê xwe îro anîye sêrî,
[15] lema ez derk'etime pêşîya te, ku r'ûyê te bibînim, va min tu dîtî.
[16] Min cî-nivîna xwe pê sipîç'ala misirêye r'eng-r'engî xemilandîye.
[17] Min nivîna xwe zimir, ûd û darçîn kirîye.
[18] Were emê xwer'a bik'evine k'êf-h'eneka h'eta sibê, bi şabûnê t'ev derbaz kin.
[19] Çimkî mêrê min ne li male, r'êke dûrda ewa çûye,
[20] k'îsikê p'era xwer'a birîye, xilazîya mehê ewê bê malê».
[21] Pê zarxweşîya xwe ew kire maşoqê xwe û zarê xweyî xweş, ser xwe bengî kir.
[22] Hingê ewî zû da pey wê çû, çawa ga ku diçe qesabxanê û mîna h'eywaneke kapstûkirî,
[23] h'eta ku tîr cegera wî bigire, çawa ku ç'ivîk xwe t'elêr'a digihîne û nizane ku ew r'uh'istînê wê ye.
[24] De niha gelî ewleda, dengê min bibihên û guh bidine gotinêd devê min.
[25] Bira dilê te berbi r'îya wê nezivir'e û şiver'îyêd wêda nexalife.
[26] Çimkî gelek bi destê wê birîndar bûne û geleke mêrxas bi destê wê hatine kuştinê.
[27] Mala wê r'îya dîyarê mirîyada ye, ya ku dibe jêr cî-warê mirîya.