[1] H'evsûdîyê li merivêd xirab neke û dilê te bira t'evî wan nîbe,
[2] çimkî dilê wan li ser zordarîyê difikire û devê wan li ser xirabîyê xeber dide.
[3] Bi serwaxtîyê mal tê çêkirinê û bîlantîyê tê qedîmkirinê,
[4] pê zanistîyê hindur' bi her tiştêd biha û xişirêd h'ewask'arva tê t'ijîkirinê.
[5] Merivê aqil zor dibe û merivê zane zexim dibe,
[6] çimkî şer'ê xwe ku dikî, didî ber h'esaba û serk'etin bi gelek şîretk'ara tê.
[7] Serwaxtî bona axmax gelekî bilind e, dergeh-dîwanêda ew nikare devê xwe veke.
[8] Ewê difikire xirabîyê bike, wîr'a dibêjin: «Yê mixenet».
[9] Fikira axmaxtîyê gune ye û pêk'enî li ber ç'e'vê meriv zivêr e.
[10] Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î.
[11] Yêd mirinêr'a têne birinê xilaz ke û xwe ji yêd kuştinêr'a dayî nede paş.
[12] Heger bêjî: «Belê me ev yek nizanibû», awa yê dila zane, ew haş pê heye, yê ku ser teda dinihêr'e wê yekê zane û wê her kesî weke e'melêd wan bide.
[13] Lawê min, hingiv bixwe çimkî xweş e û hingivê hêlûnê ku şîrine bona demaxê te,
[14] usa jî serwaxtî naskirinê li nefsa te şîrin be, heger tu wê bibînî axirîya teyê xêr be, bê guman nabî.
[15] Hey nep'ako! Xwe li mala r'astada netelîne û hêwargeha wî wêran neke,
[16] çimkî, heger yê r'ast h'eft cara bik'eve, wê dîsa r'abe, lê nep'akê xirabîyêda sersêrî bên.
[17] Gava dijminê te bik'eve şa nebe û gava nigê wî bilik'ume, dilê xwe wî şa neke,
[18] nebe ku Xudan vê yekê bibîne Wî xweş neyê û Ew hêrsa Xwe li neyar dayne.
[19] Dilê xwe hindava xirabada t'ijî neke û h'evsûdîyê nep'aka neke,
[20] çimkî xêra axirîya yê xirab t'une, ç'ira yê nep'ak wê vêse.
[21] Lawê min! Ji Xudan û p'adşê bitirse û t'evî yêd serhildayî miqabilî wan nebe,
[22] çimkî belayê nişkêva bê serê wan û k'î zane ji Xudan û p'adşê wê çi bibe li wan.
[23] Ev jî gotinêd serwaxta ne: Dîwanêda firqîkirin ne baş e.
[24] Ewê ku yê nep'akr'a bêje: «Tu r'ast î», êl-e'şîrê nifir'a wî bikin û miletê ewî bêhurmet kin,
[25] lê yêd kirê wan bide r'ûyê wan, wê bextewar bin û xêr û xweşîyê li ser wanda bibare.
[26] Caba r'ast, çawa lêv r'amûsan.
[27] T'ivdarekê şixulê der bike û e'rdê xwe li ser hevda bîne, paşê mala xwe çê ke.
[28] Bê sebeb nebe şe'dê himberî hevalê xwe û bi devê xwe nexapîne,
[29] nebêje: «Evî çi serê min kir, ezê jî usa serê wî bikim, weke kirêd wî ezê lê veger'înim».
[30] Ez li ber e'rdê xwer'anedîtî û r'ezê tirîyê kêmaqilr'a derbaz bûm,
[31] va ye h'emû stirî derk'etibûn û r'ûyê wan gez-gezekêva girtî bûn, sûrêd kevirî jî hilşîyayî bûn.
[32] Gava ez ç'e'v pêk'etim, min da h'işê xwe û min dîna xwe dayê, xwer'a kire dersa xwe:
[33] H'eta hinekî r'azêyî, hinekî bip'onijî, hinekî destêd xwe bidî li ser hev p'aldî,
[34] hingê k'esîbîya teyê mîna r'êwîkî diz li ser teda bigire, desttengîya teyê jî mîna qaçaxekî.