Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 8

Listen to this chapter • 9:51

[1] Pey vê yekêr’a Îsa gund û bajara diger’îya, dannasîn dikir, Mizgînîya P’adşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêr’a bûn,

[2] usa jî çend k’ulfetêd ku ji r’uh’êd xirab û nexweşîya qenc bibûn: Meryema ku jêr’a Mejdelanî digotin, ya ku h’eft cin jê derk’etibûn

[3] û Yohana, jina Xûzayê wek’îlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanr’a berdestî dikirin.

[4] Û gava e’laleteke giran ji gelek bajara cem Îsa civîya, Ewî meselek got:

[5] «T’oximr’eş r’abû çû ku t’oxim bir’eşîne. Gava dir’eşand, hinek k’etine devê r’ê hatine p’êpeskirinê û teyredêd e’zmên hatin ew xwarin.

[6] Û hinek jî k’etine cîyê kevirî, gava şîn bûn, ji dest kêmasîya şilayê h’işk bûn.

[7] Û hinek jî k’etine nava stirîya, stirî jî pêr’a şîn bûn û ew xeniqandin.

[8] Hinekêd din jî k’etine nava e’rdê qenc û şîn bûn, sed car ber dan». Gava ev yek got, kire gazî: «Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê!»

[9] Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Me’na evê meselê çi ye?»

[10] Ewî got: «Wer’a hatîye dayînê, ku hûn sur’êd P’adşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînr’a bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêr’in û nebînin, bibihên û fe’m nekin› .

[11] Ev e me’na vê meselê: T’oxim xebera Xwedê ye.

[12] T’oximêd ku k’etine devê r’ê ew in, yêd ku xeberê dibihên, lê mîrêcin tê xeberê ji dilê wan derdixe, ku nebe bawer bikin û xilaz bin.

[13] T’oximêd ku k’etine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî r’awêd wan t’unene, demeke kin bawer dikin û wextê cêr’ibandinê dik’evin.

[14] T’oximêd ku k’etine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî e’mirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.

[15] Û t’oximêd k’etine nav e’rdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.

[16] T’u kes ç’ira vêxistî nake bin firaqê, ne jî dike bin cî-nivînê, lê datîne ser p’êç’irê, wekî ewêd ku dik’evine hindur’, r’onayê bibînin.

[17] Çimkî tiştekî veşartî t’une ku derneyê û ne jî tiştekî dizîva, ku xuya nebe û neyê ber r’onayê.

[18] Awa dîna xwe bidinê ku hûn çawa dibihên, çimkî k’êr’a ku heye, wê hê lê zêde be û k’êr’a ku t’une, ewê ku wî t’irê heye jî, wê jê bê standinê».

[19] Hingê dê û birayêd Wî hatine cem Wî, lê ji dest ze’fbûna e’laletê nikaribûn nêzîkî Wî bûna.

[20] Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin».

[21] Ewî jî li wan veger’and û got: «Dê û birayêd Min ew in, yêd ku xebera Xwedê dibihên û diqedînin».

[22] R’ojekê Îsa şagirtêd Xweva k’ete qeyikê û gote wan: «Em derbazî wî berî golê bin». Û r’êk’etin.

[23] Gava qeyikêda diçûn, Ew xewr’a çû. Û firtonek li golê r’abû, qeyik t’ijî av dibû, ew qezîyêda bûn.

[24] Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, Ew h’işyar kirin û gotinê: «Mamosta, Mamosta! Em unda dibin!» Ew r’abû, li bayê û pêlêd avê hilat, ew sekinîn û seqir’în.

[25] Hingê Ewî wanr’a got: «Bawerîya we k’anê ye?» Û wana bi xof, e’cêbmayî hevr’a gotin: «Gelo ev k’î ye, ku e’mirî ser bê û avê jî dike û êlimî Wî dibin?»

[26] Ewana bi qeyikê çûne t’opraxêd Girasînê, pêşberî Celîlê.

[27] Gava Ew derk’ete bejê, ji wî bajarî merivek derk’ete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne k’inc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gor’istanada dima.

[28] Gava ewî Îsa dît, kire qîr’în k’ete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kur’ê Xwedêyê Herî Jorin? Ez r’eca ji Te dikim, min nede cefê!»

[29] Çimkî Îsa e’mirî ser r’uh’ê h’eram kiribû, ku ji wî merivî derk’eve. Ew gelek cara cina dik’et, gava bi qeyd û zincîra jî girêdidan, ewî dîsa qeyd diqetandin û cina ew çola dixist.

[30] Hingê Îsa ji wî pirsî û gotê: «Navê te çi ye?» Ewî got: «K’omesker », çimkî gelek cin k’etibûne nava wî.

[31] Û cina lava Wî dikir, ku e’mir neke ew her’ine gelîyê hey-wayê.

[32] Li wî cîyî sûrîkî berazayî mezin hebû, ku serê ç’îyê diç’êrîya. Cina r’eca jê dikir, ku îzinê bide wan, ew her’in bik’evine nava beraza. Ewî îzin da.

[33] Û cin ji nav wî merivî derk’etin, çûn k’etine nava beraza û ew sûrî jorda r’evî, xwe ji kendêlda avîtine golê xeniqîn.

[34] Gava berazvana ev yek dît, r’evîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin.

[35] Meriv r’abûn çûn, ku tiştê bûyî bibînin. Gava hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê ku cin jê derk’etibûn, k’incê wî lê, ser h’işê xweda hatî, li ber nigêd Îsa r’ûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.

[36] Ewêd ku ev yek dîtibûn, yêd mayînr’a gotin, ku çawa ewî cinak’etî qenc bû.

[37] Hingê h’emû binelîyêd dor-berêd Girasînê hîvî ji Îsa kirin, ku ji wan dûr k’eve, çimkî saweke mezin ew girtibûn. Ew jî k’ete qeyikê û paşda veger’îya.

[38] Lê ew merivê ku cin jê derk’etibûn lava Wî kir, ku ew jî t’evî Wî her’e. Lê Îsa ew ver’êkir û got:

[39] «Veger’e mala xwe û çi ku Xwedê bona te kir gilî ke». Û ew çû, çi ku Îsa bona wî kiribû t’emamîya bajêrda digot û dikire dengî.

[40] Û çaxê Îsa veger’îya, e’laletê Ew qebûl kir, çimkî h’emû jî hîvîya Wî bûn.

[41] Hingê merivekî navê wî Yayîro, serwêrê k’inîştê, hat xwe avîte nigêd Îsa û hîvî jê kir, ku her’e mala wî.

[42] Çimkî t’enê qîzeke wîye donzdeh salî hebû û ew jî ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, e’laletê ze’met dida Wî.

[43] Wir k’ulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn , ser xûnê vebibû. Ewê h’emû hebûka xwe dabû h’ekîma, lê t’u kesî ç’are lê nekiribû.

[44] Eva piştêva hat li r’îşîyêd k’incê Wî k’et û destxweda xûn jê ç’ikîya.

[45] Îsa got: «Ew k’î bû ku li Min k’et?» Gava h’emûya înk’ar kir, Petrûs got: «Mamosta, e’lalet Te de’f dide, tengasîyê dide Te ».

[46] Lê Îsa got: «Yek li Min k’et, çimkî Ez pê h’esîyam ku ji Min qewat derk’et».

[47] Û gava k’ulfetê dît ku nehate veşartinê, lerizî, hat xwe avîte ber Wî û li ber t’emamîya cime’tê Wîr’a got, ku bona çi li Wî k’et û çawa pêr’a-pêr’a qenc bû.

[48] Ewî wêr’a got: «E’vdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet her’e».

[49] Ewî hê xeber dida, ji mala serwêrê k’inîştê yekî hat û got: «Qîza te mir, îdî ze’metê nede dersdar».

[50] Gava Îsa ev yek bihîst, wîr’a got: «Netirse, t’enê bawer bike û wê qenc be».

[51] Gava Ew çû mal, nehişt kesek her’e hindur’, pêştirî Petrûs, Yûh’enna, Aqûb û dê û bavê qîzikê.

[52] H’emû digirîyan û şîna wê dikirin, lê Îsa got: «Negirîn. Ew nemirîye, lê hênijîye».

[53] Wana qerfê xwe Pê dikir, çimkî zanibûn ku ewa mirîye.

[54] Û Îsa destê wê girt, deng da wê û got: «Qîzik, r’abe!»

[55] Û r’uh’ê wê lê veger’îya, pêr’a-pêr’a r’abû ser xwe. Îsa e’mir kir, ku xurek bidine wê.

[56] Dê û bavê wê zendegirtî man. Lê Ewî t’emî li wan kir, ku vê yekê kesîr’a nebêjin.

Lûqa — Chapters