Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 7

Listen to this chapter • 8:52

[1] Gava Îsa ew gotinêd ku wê guhdarar’a bigota xilaz kirin, çû Kefernahûmê.

[2] Û xulamê sersedekî, ku bona wî yekî hêja bû, nexweş ber mirinê bû.

[3] Gava ewî bona Îsa bihîst, r’ûspîyêd cihûya şandine cem Wî û jê hîvî kir, ku bê xulamê wî xilaz ke.

[4] Ewana hatine cem Îsa, gelekî hîvî jê kirin û gotin: «Ew hêja ye ku Tu evê qencîyê jêr’a bikî,

[5] çimkî ew miletê me h’iz dike û k’inîşt jî bona me çêkirîye».

[6] Hingê Îsa t’evî wan çû. Gava nêzîkî malê bû, sersed çend dostêd xwe şandine pêşîya Wî, Wîr’a got: «Xudan, ze’metê nebîne, çimkî ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min.

[7] Bona vê yekê min xwe layîqî Te negirt, ku bihatama pey Te jî. T’enê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be.

[8] Çimkî ez xwexa jî merivekî bin h’ukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîr’a dibêjim: ‹Her’e›, diçe, yekî dinr’a dibêjim: ‹Were›, tê û ji xulamê xwer’a dibêjim: ‹Evî tiştî bike›, dike».

[9] Gava Îsa ev yek bihîst, ser wî zendegirtî ma û veger’îya ser wê cime’ta ku pey Wî diçû, got: «Ez wer’a dibêjim, Min Îsraêlêda jî bawerîke aha yekîda nedîtîye».

[10] Û ewêd şandî veger’îyane mal, dîtin ku wê ew xulam qenc bûye.

[11] R’ojeke din Îsa çû bajarekî, ku navê wî Nayîn bû û şagirtêd Wî jî t’evî e’laleteke giran Wîr’a diçûn.

[12] Gava nêzîkî dergehê bajêr bû, va mirîk derdixistin. Ew kur’ê jinebîke tayê t’enê bû û gelek hewarî jî ji bajêr pêr’a diçûn.

[13] Gava Xudan dê dît, gunê Wî lê hat û wêr’a got: «Negirî».

[14] Ew nêzîkî darbestê bû girt û ewêd ku dibirin sekinîn, Îsa got: «Xorto! Ez ter’a dibêjim, r’abe!»

[15] Mirî r’abû r’ûnişt, destpêkir xeber da û Îsa ew da dîya wî.

[16] Û saw k’ete ser h’emûya, şikirî didane Xwedê û digotin: «P’êxemberekî mezin nava meda derk’etîye!» û: «Xwedê serîk daye miletê Xwe!»

[17] Nav û dengê Wî t’emamîya Cihûstanê û dor-berê wê bela bû.

[18] Şagirtêd Yûh’enna Yûh’ennar’a bona van h’emû tişta gotin. Yûh’enna jî gazî du şagirtêd xwe kir

[19] û ew şandine cem Xudan, wekî jê bipirsin: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?»

[20] Ew merî hatine cem Îsa û gotin: «Yûh’ennayê nixumdar em şandine cem Te, ku ji Te bipirsin, Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?»

[21] Û wê demê Îsa gelek ji nexweşîya, derba, ji r’uh’êd xirab qenc kirin û ç’e’vêd gelek kora vekirin.

[22] Îsa li wan veger’and û got: «Her’in, çi ku we dît û bihîst Yûh’ennar’a bêjin: Kor dibînin, seqet diger’in, k’otî paqij dibin, ker’ dibihên, mirî r’adibin û feqîrar’a jî Mizgînî tê dayînê.

[23] Û xwezî li wî, ku ji Min p’işk nabe».

[24] Gava ewêd ku Yûh’enna şandibûn çûn, Îsa bona Yûh’enna e’laletêr’a destpêkir got: «Hûn derk’etine ber’îyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dih’eje?

[25] Yan derk’etin çi bibînin? Merivekî k’incê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku k’incê nazik xwe dikin û e’mirê r’ind derbaz dikin, ew malêd p’adşada ne?

[26] Yan hûn derk’etin çi bibînin? P’êxemberekî? Belê, Ez wer’a dibêjim, ji p’êxemberekî jî mestir e.

[27] Eva ew e, bona k’îjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê r’îya Te pêşîya Teva hazir ke› .

[28] Ez wer’a dibêjim, ji nava ewêd ku ji k’ulfeta dinê k’etine, t’u kes ji Yûh’enna mestir nebûye, lê P’adşatîya Xwedêda yê herî biç’ûk ji wî mestir e».

[29] Gava t’emamîya cime’tê, usa jî xercgira ev yek bihîst, t’ivdîra Xwedê r’ast h’esab kirin, çimkî bi nixumandina Yûh’enna hatibûne nixumandinê.

[30] Lê fêrisî û qanûnzana bona xwe t’ivdîra Xwedê t’exsîr kirin, çimkî wana nexwest ku ji Yûh’enna bêne nixumandinê.

[31] Îsa serda zêde kir got: «Ez merivêd vî nisilî mîna çi bişibînim? Yan ew mîna çi ne?

[32] Ew mîna wan zar’a ne, yêd ku bazarêda r’ûniştî ne, gazî hevdu dikin û dibêjin: ‹Me bona we zur’nê xist, hûn ner’eqisîn û bona we beyt’ got, hûn negirîyan›.

[33] Yûh’ennayê nixumdar hat, ne nan dixwar, ne jî şerav vedixwar , we digot: ‹Cin wîda heye›.

[34] Kur’ê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, hûn bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê k’etî ye, dostê xercgir û gunek’ara ye›.

[35] Lê h’emûyêd ku pey serwaxtîyê diçin ew k’ifş dikin ku serwaxtî r’ast e ».

[36] Yekî fêrisî hîvî ji Îsa kir, ku t’evî wî xwarinê bixwe. Ew jî çû mala wî fêrisîyî, ser sifrê r’ûnişt.

[37] Û wî bajarîda k’ulfeteke ç’e’vder hebû. Gava wê bihîst ku Ew mala fêrisîda ser sifrê r’ûniştîye, derdaneke alabastirêyî r’ûnê bînxweş anî,

[38] piştêva ber nigêd Wî sekinî girîya, bi hêsirêd xwe nigêd Wî şil kirin û bi p’or’ê serê xwe jî ziha kirin. Paşê nigêd Wî r’amûsan, bi r’ûnê bînxweş jî r’ûn kirin.

[39] Gava wî fêrisîyê ku ew t’eglîf kiribû ev yek dît, dilê xweda got: «Heger Eva p’êxember bûya, wê bizanibûya ku k’î ye û yeke çawa ye destê xwe daye Wî», çimkî yeke ç’e’vder bû.

[40] Îsa wîr’a got: «Şimh’ûn, Ez dixwazim tiştekî ter’a bêjim». Ewî jî got: «K’erem ke bêje, dersdar». Îsa got:

[41] «Du deyndarêd yekî hebûn, yek pênsid zîvî deyndarê wî bû, yek jî pêncî.

[42] Lê çimkî tiştekî wan t’unebû ku deynê xwe bidana, ewî baxşande her duya jî. Niha ji wan her duya k’îjanê gelekî wî h’iz bike?»

[43] Şimh’ûn lê veger’and û gotê: «T’exmîna min ewê ku gelek jêr’a hate baxşandinê». Îsa wîr’a got: «Te r’ast tê derxist».

[44] Û ser k’ulfetêda veger’îya, Şimh’ûnr’a got: «Vê k’ulfetê tu dibînî? Ez hatime mala te, bona nigêd Min te av neda, lê evê bi hêsirêd xwe nigêd Min şil kirin û bi p’or’ê serê xwe jî ziha kirin.

[45] Te r’amûsanek neda Min, lê ji hingêva ku Ez hatime vir, evê dest ji r’amûsana nigêd Min nek’işandîye.

[46] Te serê Min r’ûn nekir, lê evê bi r’ûnê bînxweş nigêd Min r’ûn kirin.

[47] Bona vê yekê Ez ter’a dibêjim, gunêd vê ku gelek bûn hatine baxşandinê, lema evê gelek h’iz kir. Çimkî k’êr’a gelek têne baxşandinê, gelek jî h’iz dike. Lê k’êr’a hindik têne baxşandinê, ew hindikî h’iz dike».

[48] Û wêr’a got: «Gunêd te hatine baxşandinê».

[49] Hingê ewêd ku t’evî Wî ser sifrê r’ûniştibûn nav xweda digotin: «Eva k’î ye, h’eta ku guna jî dibaxşîne?»

[50] Û Îsa wê k’ulfetêr’a got: «Bawerîya te tu xilaz kirî. Bi xêr û silamet her’e».

Lûqa — Chapters