Skip to content
Opens in a new window
#495. Hinekî ADHD | Amadekar: Îrem Zinar
31 October 2026

#495. Hinekî ADHD | Amadekar: Îrem Zinar

Perxudres Podcast

About

Berîya ku tu fikirekê xilas bikî fikirekê din destpê dike... Gava tu tiştekî difikirî tiştekî din tê bîra te, paşê ew tiştê ku hat bîra te tiştekî din jî bi xwe ra tîne. Û di cîhekî da tu ferq dikî tiştê ku tu di serî da difikirî êdî nayê bîra te... Yek ji tesîrên ADHDê yên mirov zû ferq dike jî ev e.


ADHD yanê kêmasîya dîqetê û hîperaktîvîte, norolojîk e. Her kes wê mîna nexweşî zane lê ev nexweşî nine. Tenê kesên ku ADHD’ya wan heye mêjîyên wan ji kesên din hinekî cûdatir dixebite. Di eynî waxtê da pirr tişt tê bîra wan û şaş dibin, nizanin kîjanê bikin.


Li min jî bi pirranî werr dibe. Ji boy karekî rûdinim û bîra dikim ez ji boy çi rûniştim. Werr li cîhê xwe dimînim dibêjim ‘Yaw ez ji boy çi hatibûm vira?’


Mesela çend seet berê min fîlmek vekiribû. Çend deqîqe jê derbas bûn min dît di destê min de qelem heye resmekê boyax dikim. Min got ‘Ka fîlm li ku ma, ev qelem ji ku ket destê min?..’ Çi waxtê fîlman sêyr dikim tiştên werr tên serê min paşê jî dibêjim ez ji fîlman tiştekî fahm nakim.


Di ADHDê da, zîhnê te ew qas bilez dixebite ku car caran tu bixwe jî li paş fikirên xwe dimînî. Qey mêjîyê te ber bi cîhekî baz dide û te hîn solên xwe li nigên xwe nekiriye.


Tiştên ku tên bîra me ne di destê me da ne. Carna dengek, dîmenek, bîranînek yan jî detayeka biçûk me dibe ser fikirekê ku em qet ne li benda wê ne. Zîhnê me her tim tiştan bi hev girêdide. Lê ya muhîm ne tenê fikirîn e; mesele ew e ku em dixwazin bala xwe bidin ser kîjan fikira xwe û wê çerr bidomînin.


Car caran qet nikarim bala xwe bidim ser tiştekî. Carna jî berevajî wê dibe. Tiştê ku di normal da zêde li ser nasekinim gava bala min bikşîne dikare min bi seetan bi xwe ve girêde. Qey diherim dinyayekî din, heya dikarim tiştên ku li derdora min diqewimin jî bîra bikim.


Li ser kitaban bêjim, ez carekê de yan dikarim tenê du sê rûpel kitab bixwînim yan jî bênefes nîvê kitabê xilas dikim. Lê her kesên ku ADHD'ya wan heye vê yekê bi eynî awayî tecrube nakin. Hin kes dikarin xwe zêdetir kontrol bikin.


Hevalekê min heye, pirr ji xwendina kitaban hez dike û meseleya kitabê çi bibe jî dikare bi çar çavan heya dawîyê bixwîne. Ez matmayî dimînim, çunku ez kitabê pirr hez bikim jî jiber ADHDyê carna nikarim wê kitabê xilas bikim.


Dibêjin mirovek çerr hem nikare bala xwe xurttir bike û hem jî dikare serê xwe bike nav tiştekî û çend seetan jê raneke? ADHD tam jî ev e!


Lê li gor min alîyekî vê meseleyê heye ku pir qala wî nakin: Mirov nikaribe bigihîje zîhne xwe, hêdî hêdî dostanî û danûstandina wî bi xwe re xira dibe.Waxtekê şûn da tu ne tenê ji ber fikirên xwe diwestî. Tu êdî ji xwe diqehirî. Û alîyê ku tu herî zêde jê diwestî ev e: Tu dizanî di nav zîhnê te de çi diqewime lê nikarî kesek din re bêjî çunku nayê fahmkirin.


Mirov gava ji derva mêze dikin tenê tiştên ku nîvçe mane dibînin. Lê nabînin ku heta tu hatî vê xelekê di zîhnê xwe de bi çend tiştan ra mijûl dibî.


Dibe ku em bixwazin zîhnê me bisekine lê ev çare nine çunku zîhnê me ne makine ye. Em nikarin her fikirê bidin sekinandin û nikarin her roj bi eynî motîvasyonê bixebitin.


Tib û doxtor li ser vê dibêjin: Mesele ne tenê kêmasîya motîvasyonê ye, xurtkirina dîqetê lazim e, û gerek tu zemanê xwe kontrol bikî û hinekî li ber xwe bidî.


Ji bo vê terapî û dermanan tawsîye dikin. Lê ev derman ADHDyê xilas nakin, çinku ev nexweşî nine. Ev derman tenê hinekî kêrî rihetkirina zîhnê mirov tên.


Ewên ku ADHD’ya  wan heye lazim e ku bi zîhnê xwe ra şer nekin û wî baştir fahm bikin. Nivîsîn, sivikkirina karan û derdoreka aram, ev hemû alîkarîya mirov dikin ku bala mirov belav nebe. Ez bixwe fêdeyên van di jiyana xwe de dibînim.


Heger mirov nikaribe bigihîje zîhnê xwe ev mehneya wê ne ew e ku ew xirab an jî kêm e. Tenê lazim e fahm bike ku ev mesele çima diqewime û gerek li gor wî çareyekê bibîne.


Ne lazim e ku tu bilezînî, lazim e tu fahm bikî ku tu çima xwe mecbûrî lezûbezê hîs.. Erê min ê hîn li ser qise bikira lê ji bîra min çû, dîsa..