Tîto 1
[1] Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser r’astîyê, anegorî xwedênasîyê,
[2] usa jî bona wê gumana jîyîna h’eta-h’etayê gazîkirî . Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe , hê dewrêd berêda soz daye
[3] û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da e’yankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi e’mirê Xwedêyê Xilazkirê me.
[4] Tîtor’a, lawê xweyî heq-h’elalî bawerîya meye t’omerîda: De bira k’erem û e’dilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.
[5] Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara k’ifş kî, çawa min ev t’emî li te kir:
[6] Gerekê berpirsîyar bêlek’e be, mêrê jinekê be, zar’êd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nek’etine nava dev-dirana.
[7] Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlek’e be: Ne serh’işk, ne hêrs, ne pey şeravê k’etî, ne sir’tûk, ne pey k’eda h’eram,
[8] lê mêvanh’iz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêr’a dayî, xwegirtî.
[9] Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide r’ûyê wan.
[10] Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberp’ûç’ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne.
[11] Gerekê dengê yêd usa bidine bir’înê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona k’ara xweye h’eram dikin.
[12] Ji kirêtîya hema xût zanekî wan jî gotîye: «Kirêtî t’imê derewîn in, ew r’e’wirêd xirab in, û p’ir’xurêd bêxîret in».
[13] Ev şe’detîke r’ast e, lema h’işk li wan hilê, ku saxlem bin bawerîyêda
[14] û guh nedine ç’ilovîskîyêd cihûya û t’emîyêd wan merivêd ku ji r’astîyê dager’îyane.
[15] Her tişt h’elal e bona h’elala, lê h’eram û nebawerar’a tiştekî h’elal t’une, h’eta aqil û îsafa wan jî h’er’imîne.
[16] Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înk’ar dikin, h’eram û xweserîxwe ne û her kirineke qencr’a bêkêr in.