Skip to content
Opens in a new window

Rût 3

[1] Xwesîya Rʼûtʼê, Nahomîyê gote wê: «Qîza min, ez dixwazim ku te sitʼar kim, ku axirîya te xêr be.

[2] Va ye Bowazê ji rʼikʼinyata me, cem carîyêd kʼîjanî tu dimayî, ewê îşev bêderêda cêh bide bê.

[3] Rʼabe niha serê xwe bişo, rʼûnê bînxweş li xwe de, xemila xwe li xwe ke û berjêrî bêderê be, lê tu xwe nîşanî wî nedî, hʼeta ew xwarin vexwarina xwe xilaz neke.

[4] Û gava ew dike ku rʼazê, tu gosqulaxîya cîyê rʼazana wî bike û herʼe binpʼîyêva bikʼeve cîyê wî pʼalde. Hingê ewê terʼa bêje, ku tu çi gerekê bikî».

[5] Rʼûtʼê gote wê: «Te çi tʼemî dane min, ezê hʼemû tiştî jî usa bikim».

[6] Ew berjêrî bêderê bû û xwesîyê çawa tʼemî dabûyê, ewê usa jî kir.

[7] Bowaz pey xwarin vexwarinêrʼa, kʼêfa wî cî, çû ber cehê lod kirî pʼalde ku rʼazê. Hingê ewa tele tel çû, binpʼîyêva kʼete nava cîyê wî pʼalda.

[8] Nîvê şevê ew meriv veciniqî, vegerʼîya dîna xwe dayê, va ye kʼulfetek binpʼîyêda pʼaldayî ye.

[9] Ewî jê pirsî: «Tu kʼê yî?» Ewê gotê: «Ez carîya te Rʼûtʼ im, pʼêşa xwe bavêje li ser carîya xwe, çimkî tu pismamê minî nêzîk î».

[10] Ewî gotê: «Duayê Xudan li te be qîza min! Rʼastîya teye vê axirîyê ji ya pêşin qenctir e, çimkî tu pey cahilêd kʼesîb yan dewletî neçûyî.

[11] Niha qîza min netirse, te çi minrʼa got ezê bikim, çimkî tʼemamîya cimeʼta bajêr zane, ku tu kʼulfeteke xweyîeʼsil î.

[12] Rʼast e ku ez pismamê te me, lê nava pismamtîya meda yekî hê nêzîk heye.

[13] Îşev li vir şeva xwe derbaz ke. Sibehê zû heger ew alîyê borcdarîya pismamtîyêda te qebûl ke, ew tiştekî qenc e, bira qebûl ke, lê heger ew borcdarîya pismamtîyê nexwaze biqedîne te qebûl ke, hingê ezê biqedînim û te qebûl kim. Xwedê heye! Pʼalde li vir hʼeta sibê».

[14] Evê hʼeta kʼewê sibeyê binpʼîya wîda pʼalda û usa zû rʼabû, ku hê tʼu kesî nikaribû kesek nas kira. Û hingê ewî gotê: «Bira tʼu kes nizanibe, ku kʼulfet kʼetîye bêderê».

[15] Paşê gote wê: «Şala li ser xwe bîne vir bigire». Ewê ew girt û Bowaz şeş kod ceh çap kir, da li ser mila û ew çû bajêr.

[16] Ewa jî çû cem xwesîya xwe û wê jê pirsî: «Qîza min, tu çawa yî?» Ewê xwesîêrʼa gilî kir, çi ku wî merivî bona wê kiribû.

[17] Paşê jî xwesîyêrʼa got: «Ev şeş kod ceh ewî da min, got: ‹Destvala li ser xwesîya xweda venegerʼe›».

[18] Hingê Nahomîyê gotê: «Qîza min niha sebir ke, hʼeta ku bizanibî ev şixulê wê çawa bê sêrî, çimkî ew meriva hʼeta îro evî şixulî safî neke, dilê wî rʼihʼet nabe».

Rût — Chapters