Jimar 10
[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «Xwer'a du bor'îyêd zîvîne k'olandî çêke, ewê ter'a bibin bona gazîkirina civînê û bona r'êk'etina zoma.
[3] Gava dirêj wan her du bor'îya xin t'emamîya civînê wê bicive li cem te li ber derê Konê Civînê.
[4] Lê gava ji wan yekê xin, serwêr, awa gotî serekêd e'laletêd Îsraêl wê bicivine li cem te.
[5] Lê heger hûn kin lêxin hingê zomêd alîyê r'ohilatê lêdayî r'ê k'evin.
[6] Lê gava cara duda kin lêxin hingê zomêd alîyê başûrê r'ê k'evin. Ev lêdana kin bona r'ê k'etina wan e.
[7] Bona civandina civînê dirêj lêdin, ne kin.
[8] Zar'êd Harûne k'ahîn wê bor'îya xin, evê wer'a bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê li nava zur'etêd weda.
[9] Gava hûn li nava e'rdê xweda her'ine şêr' miqabilî dijminê ku wer'a dijminatîyê dike, hingê kin bor'îya xin, hûnê li ber Xudan Xwedêyê xwe bêne bîranînê û ji dijminêd xwe bêne xilazkirinê.
[10] Usa jî r'oja şabûna xweda, cejinêd xweye k'ifşkirîda û destpêbûna mehêd xweda bor'îya xin, wextê t'evayîşewatêd xwe û dîyarîyêd xweye heleqetîyê jî. Evê wer'a bibe çawa bîranîn li ber Xwedêyê we. Ez Xudan Xwedêyê we me».
[11] Bîstê meha dudaye sala duda e'wr ji ser Pîrozgeha Şe'detîyê bilind bû
[12] hingê zar'êd Îsraêl ji ber'îya Sînayê r'êk'etin çûn û li ber'îya Paranê e'wr danî.
[13] Ev cara pêşîyê bû ku ew li gora gotina Xudan bi destê Mûsa r'êk'etin,
[14] û ala zoma zar'êd Cihûda anegorî ordîyêd xwe pêşîyê çû. Serwêrê ordîya wî Nehşonê kur'ê Amînadav bû.
[15] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Îsaxar Nit'anêlê kur'ê Sûhar bû.
[16] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Zebûlon Elyabê kur'ê H'êlon bû.
[17] Lê gava Pîrozgeh dihate hevdanê hingê zar'êd Gêrşon û zar'êd Mêrarî diçûn û Pîrozgeh dibirin.
[18] Peyr'a ala zoma R'ûbên anegorî ordîyêd xwe diçû û Elîsûrê kur'ê Şidêyûr serwêrê ordîya wî bû.
[19] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Şimh'ûn Şilûmîyêlê kur'ê Sûrîşaday bû.
[20] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Gad Elyasafê kur'ê Dihûyêl bû.
[21] Peyr'a Kahatî diçûn, yêd ku tiştêd pîroz dibirin. Pîrozgeh gere berî hatina wan bihata vegirtinê.
[22] Peyr'a ala zoma zar'êd Efrayîm anegorî ordîyêd xwe diçû û Elîşamayê kur'ê E'mîhûd serwêrê ordîya wî bû.
[23] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Minaşe Gamalyêlê kur'ê Pidahsûr bû.
[24] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Binyamîn Abîdanê kur'ê Gîdonî bû.
[25] Peyr'a çawa piştgirê h'emû zoma, ala zoma zar'êd Dan anegorî ordîyêd xwe diçû û Axîhezerê kur'ê E'mîşaday serwêrê ordîya wî bû.
[26] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Aşêr Pagîyêlê kur'ê Ok'ran bû.
[27] Serwêrê ordîya qebîla zar'êd Neftelî Ah'îrayê kur'ê Eynan bû.
[28] Ev in qeydêd çûyîna zar'êd Îsraêl anegorî ordîyêd wan. Ew bi vî awayî diçûn.
[29] Hingê Mûsa gote H'ovavê kur'ê R'ihûêlê midyanîyî xezûrê xwe: «Em diçine li wî cîyê ku Xudan got: Ezê wî bidime we. T'evî me were emê qencîyê bona te bikin, çimkî Xudan qencî soz daye Îsraêl».
[30] Lê ewî caba Mûsa da: «Ez nayêm, lê ezê veger'im her'ime li e'rdê xwe û nava merîyêd xwe».
[31] Mûsa got: «Ji k'erema xwe me nehêle, çimkî tu zanî ku ber'îyêda em k'îderê zomêd xwe lêdin, tê bibî r'êberê me.
[32] Awa heger tu t'evî me bêyî, ew qencîya ku Xudanê bona me bike, emê jî bona te bikin».
[33] Usa ew ji ç'îyayê Xudan r'îya sê r'oja çûn. Sindoqa Peymana Xudan jî pêşîya wanva r'îya sê r'oja diçû, wekî cîyê r'ih'etbûnê wanr'a r'aç'e'v ke.
[34] E'wrê Xudan r'ojê li ser wan bû çaxê ew ji zomê r'êdik'etin.
[35] Û dema birina sindoqê, Mûsa digot: «R'abe Xudan! Û bira dijminêd te bela bin, yêd dijenine te bira ji ber te bir'evin».
[36] Lê çaxê sekinandinê ewî digot: Xudan li h'ezar-h'ezarêd Îsraêl veger'e!