[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje: Heger kesek bê h'emdê xwe gune bike û ji wan t'emîyêd Xudane dayî şaş be, yekî ji wan neqedîne,
[3] yan heger serekk'ahîn gune bike, cime'tê xwer'a gunek'ar ke, gerekê ew bona gunê xweyî kirî, ji dêwêr canegakî bêqusûr, çawa dîyarîya paqijbûnê bide Xudan.
[4] Canegê bira bîne li ber derê Konê Civînê li ber Xudan, destê xwe dayne li ser serê canegê û li ber Xudan canegê serjêke.
[5] Serekk'ahîn bira ji xûna canegê hilde bîne Konê Civînê,
[6] û ew k'ahîn t'ilîya xwe xûnêda ke, xûnê h'eft cara li ber Xudan bir'eşîne li ber p'er'da pîrozgehê.
[7] Û serekk'ahîn bira ji wê xûnê li stirûyêd wê gorîgeha bixûrêye bînxweş xe, ya ku Konê Civînêda li ber Xudan e. Xûna canegêye mayî jî bir'êje jêra gorîgeha t'evayîşewatêye li ber derê Konê Civînê.
[8] Û h'emû bezê canegê bona dîyarîya paqijbûnê jê bê derxistin: Bezê serzik, h'emû bezê navdil,
[9] her du gur'ç'ika bezê ser û k'êlekava, betanê cegerê gur'ç'ikava t'evayî derxe,
[10] çawa ji canegê dîyarîya heleqetîyê têne derxistinê. Serekk'ahîn vana li ser gorîgeha t'evayîşewatê bişewitîne.
[11] Lê ç'ermê canegê, t'emamîya goşt, ser-p'î, navdil, e'debêva,
[12] awa gotî ji canegê çi mabe, bibe ji zomê der cîkî paqij, cîyê k'ozî ku tê r'êtinê, li ser qirşa pê êgir bişewitîne. Cîyê k'ozî ku tê r'êtinê bira bê şewitandinê.
[13] Lê heger t'emamîya civîna Îsraêl pêva bê h'emdê xwe şaş be û ev yek ji civînê veşartî bimîne, ji wan h'emû t'emîyêd Xudane dayî yekî neqedînin û gunek'ar derên,
[14] gava ew gunê wanî kirî derê, bira civîn ji dêwêr canegakî bona dîyarîya paqijbûnê bidin û bînin li ber Konê Civînê.
[15] R'ûspîyêd cime'tê bira li ber Xudan destêd xwe daynine li ser serê canegê û li ber Xudan canega bê serjêkirinê.
[16] Û serekk'ahîn ji xûna canegê hilde bîne Konê Civînê.
[17] Ew k'ahîn t'ilîya xwe xûnêda ke li ber Xudan h'eft cara bir'eşîne li ber p'er'dê.
[18] Û ji wê xûnê stirûyêd wê gorîgeha li ber Xudan xe, ya ku di Konê Civînêda ye û xûna mayî jî bir'êje jêra gorîgeha t'evayîşewatêye li ber derê Konê Civînê.
[19] Û h'emû bezê wî ji wî derxe û li ser gorîgehê bişewitîne.
[20] Vî canegayî jî usa bike, çawa ku canegayê bona dîyarîya paqijbûnê kir, serekk'ahîn bona wan bira k'ewandinê bike û li wan wê bê baxşandinê.
[21] Paşê canegê ji zomê derxe der bişewitîne, çawa canegayê pêşin şewitand. Eva dîyarîya paqijbûnê ye bona cime'tê.
[22] Heger serwêrek bêh'emdê xwe gune bike û ji wan h'emû t'emîyêd Xudan Xwedêyê xwe yekî neqedîne, ew gunek'ar dertê,
[23] gava gunê wî wîva bê e'yankirinê, hingê bona xwe bira ji bizina nêrîkî bêqusûr qurban bîne.
[24] Ew destê xwe dayne li ser serê nêrî û li ber Xudan wî cîyê ku dîyarîya t'evayîşewatê tê serjêkirinê serjêke. Eva dîyarîya paqijbûnê ye.
[25] K'ahîn bira t'ilîya xwe xûna dîyarîya paqijbûnêda ke û li stirûyêd gorîgeha t'evayîşewatê xe û xûna mayî jî bir'êje jêra gorîgeha t'evayîşewatê.
[26] H'emû bezê wî, mîna bezê dîyarîya heleqetîyê li ser gorîgehê bira bişewitîne. Bi vî awayî k'ahîn bona gunê wî k'ewandinê bike û wê li wî bê baxşandinê.
[27] Heger yekî ji milet bêh'emdê xwe gune bike, ji wan t'emîyêd Xudanê xwe yekî neqedîne, ew gunek'ar dertê
[28] û gava gunê wî wîva bê e'yankirinê, bira bona gunê xweyî kirî bizineke bêqusûr qurban bîne.
[29] Ew destê xwe dayne li ser serê dîyarîya paqijbûnê û dîyarîya paqijbûnê wî cîyê dîyarîya t'evayîşewatê bê serjêkirinê.
[30] K'ahîn bira t'ilîya xwe wê xûnêda ke û li stirûyêd gorîgeha t'evayîşewatê xe û xûna mayî jî bir'êje jêra gorîgehê.
[31] H'emû bezê bizinê derxe, çawa bezê dîyarîya heleqetîyê tê derxistinê û k'ahîn wî bezî li ber Xudan li ser gorîgehê bona bînxweşîyê bişewitîne. Bi vî awayî k'ahîn bona wî k'ewandinê bike û li wî wê bê baxşandinê.
[32] Lê heger berxê bona dîyarîya paqijbûnê bide, bira yeke mêye bê qusûr bîne.
[33] Destê xwe dayne li ser serê dîyarîya paqijbûnê, di wî cîyê dîyarîya t'evayîşewatê tê serjêkirinê, wê dîyarîya paqijbûnê serjêke.
[34] K'ahîn t'ilîya xwe xûna dîyarîya paqijbûnêda ke û li stirûyêd gorîgeha t'evayîşewatê xe û xûna mayî jî bir'êje jêra gorîgehê.
[35] H'emû bezê wê derxe, çawa bezê berxa dîyarîya heleqetîyê tê derxistinê û k'ahîn wî bezî t'evî dîyarîyêd şewatêye bona Xudan li ser gorîgehê bişewitîne. Bi vî awayî k'ahîn bona gunê wîyî kirî k'ewandinê bike û li wî wê bê baxşandinê.